Komîna Sînema ya Avrîn bû bîr û dengê berxwedanê

Komîna Sînema ya Avrîn ku beriya dagirkeriya Efrînê salek hatibû damezrandin li Şehbayê bi derfetên gelek kêm fîlmên kin û dirêj amade dike ku behsa êşên koçberiyê û berxwedana koçberan li kampan dikin.

RAPERÎN BEKÎR

Şehba – Piştî Efrîn di sala 2018’an ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî çeteyên wî hat dagirkirin gelek qadên mîna aborî, çand, çapemenî û hwd. hat ruxandin. Komîna Sînema ya Avrîn a çand û hunerê yek ji wan saziyaye ku beriya salek ji dagirkirinê hatibû damezrandin û di warê çand û hunera Kurdî de ciwanên Efrînê pêş dixist. Lê belê karê Sînema Avrîn bi êrîşên dewleta Tirk rûbirû ma û kadroyên komînê neçarî belavbûnê ma. Piştî koçberiya xelkên Efrînê ber bi Şebayê ve li wir Komîna Sînema Avrîn di heman sala koçberiyê de careke din kadroyên xwe avakir û çalak bû.

‘Me carekî din komîna sînemayê avakir’

Endama Komîna Sînema Avrîn ya kantona Efrîn-Şehbayê-Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zîlan Silêman der barê Komîna Sînema Avrîn axivî û ev tişt anî ser ziman: “Piştî damezrandina komînê bi salekê dewleta Tirk êrîşeke dijwar li dijî herêmê pêk anî. Piştre em bi darê zorê koçberî Şehbayê bûn. Ji bo karê ku me li Efrînê berdevam dikir me carekî din komîna sînemayê ava kir. Me dewreyên perwerdeyê ji bo piştgiriya behreyên sînemayî û pêşxistina wan vekir. Li ser vê bingehê endamên nû beşdarî komînê bûn.”

Di nav kampê de gelek berhem hatiye derxistin

Zîlan Silêman der barê karê komîna Sînemayê ku li Şehbayê ava bû de wiha got: “Koçberiyê guhertineke mezin di têgehan de çêkir. Li Efrînê me li ser jinûve avakirina wêjeya devkî bi awayên cuda kar dikir lê belê koçberiyê ev hemû guhert. Li ser vê bingehê gelek belgefîlm û rêzefîlm hatin çêkirin ku bi riya wan bal hat kişandin ser mijarên cuda mîna koçberî û dagirkirina Efrînê.” Zîlan Silêman di berdvamiya axaftina xwe de behsa berhemên ku li Şehbayê derxistine holê kir û wiha rêz kir: “Fîlmên kin hatin çêkirin, hinek ji wan jî "Gora numare 8" "bêserî" "Têla şûştinê" "Ber bi rojê ve" û fîlma dirêj a ku bi navê "Çêkerên hêviyê" derket. Tevî rewşa zehmet û nebûna derfetan jî mîhrîcana sînema bi navê "Leylûn" di nav kampên koçberiyê de çêbû.

‘Mihrîcana Leylûn deng veda’

Piştî serkeftinên Komîna Sînema Avrîn desteya Çand û hunerê û komîna Sînema Avrîn di sala 2020’an de mîhrîcana Leylûn ya sînemayê bi beşdariya hejmarek derhênerên xwecihî û cîhanî di bin dirûşmeya "Gulek bi tenê parkekê çênake" birêxistin kirin. Zîlan Silêman der barê mîhrîcanê de ev tişt got: "Mihrîcana Leylûn dengek mezin veda. Gelek qenalan şopand û mêvanên ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewletên Ewropayê û Erebî lê beşdar bûn û piştgiriya vê mihrîcanê kirin ji ber vê ev mîhrîcan ji bo Komîna Sînema Avrîn gavekî mezin bû.”

‘Her serkeftinek bi xwe re îsrareke nû tîne'

Zîlan Silêman der barê projeyên ku Komîna Sînema Avrîn di pêşerojê de derxîne holê kir wiha pêl da gotinê xwe: “Fîlmên ku me li ser kar kirine dê ne yên dawîn bin ji ber her serkeftinek bi xwe re îsrareke nû tîne. Ji bo azarên xwe û dîroka xwe derxin holê em ê her kar bikin ji ber wê  em li ser fîlmekî kin bi navê "Kulîçe" kar dikin. Fîlm behsa cureyên şêraniyê yên di cejnan de li cem Efrîniyan tê amadekirin dike. Rêzefîlmek bi navê "Çirûskek" jî tê amadekirin ji 10 xelekan pêk tê. Ji hemû aliyan ve rêzefîlm tê amadekirin.”

Zîlan Silêman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mîna mihrîcana Kobanê û Filistînê fîlmên me di gelek mihrîcanan de hatin pêşkêşkirin. Fîlmê "Karwan" li mihrîcana Filistînê xelata baştirîn fîlmê vegerê wergirt.”

'Di sînemayê de jin xwedî roleke mezin in'

Derbarê rola jinan di warê sînemayê de jî Zîlan Silêman wiha got: "Jin bi serkeftinên xwe, bi beşdarbûna xwe di hemû kar û fîlmên sînemayê de û heta festîvalan jî roleke mezin di warê sînemayê de digirin. Li Şehbayê hatina me ya gel hev dihêle ku em çanda xwe biparêzidin, zêdetir xwedî li xebatên xwe derkevinû em êşa xwe zêdetir bikaribin bi raya giştî re parvebikin. Heta em vegerin Efrînê em ê li ber xwe bidin."