Kerîman Zêdan bi çêkirina fanosan çanda kevn a Misrê diparêze

Li Misirê demên berê meha rojiyê bi ronahiya fanosan dihat pêşwazîkirin. Kerîman Zêdan ji bo ku ev çand zindî bimîne, odeya xwe veguherandiye cihê çêkirina fanosan.

NÊRMÎN TARIQ
Qahîre – Meha Remezanê bi hebûna fanosan a li her maleke Misrê tê nasîn. Ji bo nûjenkirin û jiyandina çand û mîrata Misrê, kesên ku xwedî hunera çêkirina fanosan e biryar dan ku bi şêweyeke nû fanosan çêbikin.
Çîroka fanosê bingeha xwe ji Misirê girtiye. Ev yek ji serdema Fatimî ve derketiye holê. Dema karwanek mezin a mêr, jin û zarok bi rê diketin ji bo pêşwaziya Xelîfe, El-Meiz EL- Dîn Allah di dema gihîştina wî ya meha Remezanê fanos û meşaleyên rengîn pê dixistin û hildigirtin da ku rê ronî bikin. Ji wê rojê ve fanos li Misrê bi meha Remezanê tê zanîn. Xwediya vê hunerê Kerîman Zêdana ku odeya xwe veguherandiye cihê çêkirina fanosan dibêje ku; wê biryar daye fanosên Remezanê bi şêwaza çanda Îslamiyetê çêbike da ku ev mîmariya wê çandê neyê jibîrkirin.
“Tiştên ku ji bo çêkirinê pêwîst in beriya meha Remezanê kom dikim”
Kerîman Zêdan a 25 salî piştî zanîngeh qedand, du salan ji ber bêkariyê êş kişand lê belê ew teslîmî bêkariyê nebû, di sala 2013’an de odeya xwe veguherand cihê çêkirina fanosan. Der barê destpêkirina vî karê xwe de wiha dibêje: “Di destpêka sala 2018’an de min biryar da ku fanosan çêbikim. Piştî gelek hewldanên min, ez di çêkirina fanosên bi şeklê qubeya mizgeftên dîrokî yên li Misrê bi ser ketim. Di çêkirina fanosan de ez têlên sifir ango nihas bi kar tînim ji ber ku gelek salan dimîne û tiştek pê nayê. Tişta ku ji fanosê re pêwîst e ez beriya meha Remezanê kom dikim û çêdikim.”
“Serdana min a mizgeftên dîrokî hişt ku ez fanosan di forma wan de çêbikim”
Kerîman bi bîr dixe ku ew destpêkê li ser kaxezê wêneyê fanosan xêz dike û wiha domand: “Di destpêkê de ez li ser kaxezê teşeyên fanosan xêz dikim û piştî çêkirina şeklekî ez sifir dibirim û ji kargehên lîkadanê re dişînim û piştî wê ez dest bi çêkirina fanosê û sazkirina beşên wê dikim. Serdana min a mizgeftên dîrokî hişt ku ez bikaribim forma wan wekî qubeyên mizgeftê çêbikim. Divê mîmariya Îslamî ji ber bedewbûn û cêwaziya xemilandina wê ji nû ve were zindîkirin.”
“Çêkirina her yekê ji wan deh rojan didome”
Kerîman Zêdan diyar dike ku yek ji pirsgirêkên ku lê rast tê, zêdebûna bihayê madeyên xam e û dibêje: “Ez hêvî dikim ku bazirgan fam bikin, berhemên destan piştî ked û xebata rojane ya bi demên dirêj tên çêkirin. Çêkirina her fanosê deh rojan didome. Her wiha ji bo dilê zarokan şa bibe navê wan li ser fanosan dinivîsînim.”
“Di meha Remezanê de em hewl didin bêhtir çêbikin”
Herî dawî Kerîman dide zanîn ku ew fanosên çêdike li ser medyaya civakî parve dike û wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Ez li ser hesabê xwe yê Facebookê hemû perçeyên ku çêdikim belav bikim. Ji hêla hejmarek mezin ve tên şopandin. Xeyala min ew e ku kargehek mezin ji bo xwe ava bikim û tîmeke min a xebatê hebe ku alîkariya min bike, ji bo di meha Remezanê de hîn bêhtir em fanosan çêbikin.  Ez hêvî dikim ku ev berhemên min wekî marqeyek navdar bin û xwedî nûjenbûna huner û mîrata Misrê ya kevn bin.”