KASED a dibêje "Huner ji bo her kesî ye" bi dîlanê despêkir

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan duh parlementer û aktîvîstên TJA yê jî di navê de bi beşdariya gelek kesan despêkir.

Amed - Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ku bi şiyara "Huner ji bo her kesî ye" derket rê, bi konserekê avahiya xwe vekir. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, Ebrû Gunay, Pero Dundar, rêveberên Şaxa SES’ê, rêveberên Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û gelek kes beşdar bûn.
Li ber stranên Jin Ma yê govend gerandin
Seroka Komeleyê Devrîm Demîr axaftina vekirinê kir û bal kişand ser sedemên vekirinê û got: "Nivîsên jinan di her serdemê de hatin paşguhkirin. Hunerên jinan qet nehatine qebûlkirin. Bila tu carî neyê jibîrkirin, hunera jinan nayê paşguhkirin. Niha dema parastina hunera jinan e.”
Piştî axaftina vekirinê, grûpa Jin Ma derket ser dikê û strî. Beşdaran bi tîlîlî û çepikan vekirina komeleyê pîroz kirin û li ber stranan govend gerandin.