Jinên Mexrîbî bi pêşangeha Kîfaş Nişof mîrateya xwe ya çandî diteyisînin
Pêşangeha ‘Dayikên Jêhatî’ ya bi dirûşma “Kîfaş Nişof - Em çawa dibînin” a ji aliyê hunermendên jin ên Mexrîbî ve hat organîzekirin, çand û mîrateya jinên Mexrîbî û diteyisîne.
RECA XÊRAT
Mexrib - Dar Balarg saziyek bi kar û barên çandî û keleporî re li bajarê Marakişê radibe. Saziya Dar Balarg bi navê ‘Dayikên Jêhatî’ bi dirûşma “Kîfaş Nişof - Em çawa dibînin” organîze kir ku di pêşangehê de jin çand û mîrateya xwe ya kevnar a Mexrîbê diteyisînin.
Rêvebera Dar Balarg Maha Al-Madî ya li ser armanca pêşangehê axivî, gotina endezyara dekorê ya Swîsreyê û damezrînera Dar Balarg Suzzane Bîderman a “Bila em fêr bibin temaşe bikin” bibîr anî û wiha got: “Ez dixwazim naveroka her tiştên pêşkêş dikim bigihîje armanca xwe. Endezyar bi xwe jêdera îlhamê bû ku ji bo jinên şareza tên saziyê pêşangehê amade bikin. Bi riya vê pêşangehê me xwest em dîroka mal û bûyerên tê de bibînin ku bi riya wan em çîrok û mîrateya çandî bizanibin. Hunermend werşeyên hunerî li saziya Dar Balarge vedikin weke hunermenda Leyla Hada û hunermend Nada Al-Khadrî her yek ji wan berpirsa aliyeke mîrata çandî ku jin li ser kar dikin bi riya werşeyan jinan tabloyên xwe afirand.”
Hawirdorên ku îlham ji wan tê girtin
Maha Al-Madî wiha axaftina xwe domand: “Di her maleke Mexribê de cihekî taybet ji bo mêvanan heye û rê nadin endamên malê tê de rûnên, dema xwe derbas bikin. Ev çand li gelek malên Marakeşê maye. Em fikirîn werşeyek hunerî ji bo jinên şareza li daer bixin. Cihên derdora me gelek in û cuda ne, bi taybetî hola malê, dibe ku cihên giştî bi kolanan û avahiyan û naforeyan û perestgehan bin lê ew cih tijî dîmînin. Ew cihên em dîsa lê vedigerin, gelek cih hene em bawer dikin ku di mejiyê me de cih girtine û weke nedîtî em derbas dibin lê nêrîneke ji nişkê ve kêmdîtina me ji cihê tijî nepenî diyar dike.”
Rêvebera Dar Balarge nîşan dide ku di her holeke malê de cihê taybet bi vexwarina çayê heye, hinek kes xizîneke camî datînin fîncan û tiştên malê herî baş û ciwan dixin navê Werşe li ser pêşxistina têkiliya van cihên ciwan ji bo jinan bi pêş xist û di qalibekî hunerî bi nirîneke din derxistin piştî ku di quncikek bîra mirov de ji bîr çûbû.
‘Pêdiviyên jinan bi asoyên berfireh heye’
Maha Al-Madî balê kişand ser kolanên Marakeşê ku rojane piraniya gel tê de dimeşin bêyî guh bidin hûrguliyan di dergehên neqişandî, pencereyan û seqfên wan nîşanî şaristaniyek kûr û dirêj didin û wiha pêde çû: “Me xwest ev dîmen û wêne bi awayekî hunerî bên vegerandin ji bo nirxê estetîkî ji derveyî sînorên bîran derkeve. Hilbijartina navê “Dayikên Şareza” ji bo her dayikeke şareza ye ku ew dayik jêdera çand, welat, met û xaltîk û dapîr hemû dayikên şareza ne. Pêdiviya wan tenê bi asoyek hêviyê heye ji bo şarezahiyên xwe derxin, ji malzaroka van werşeyan jinên wênekêş, lîstikvan, çêker û şareza derketin pêşengehên xwe li dar xistin.”
‘Wêneyên neqşan û arkolojîk vediguhezîne tabloyên hunerî’
Zhour Rabouh a beşdarî pêşangehê bûye der barê pêşangehê de wiha nêrînê xwe anî ziman: “Jin di kolanên bajarê kevin de digerin wêneyên neqşan û arkeolojîk vediguhezînin tabloyên hunerî di karên neqişandinê û dirûtinê de bi kar tînin. Teknîkên kar jî gelek alavan pêwîst nake, van werşeyan kêfxweşiyê ji jinan re diafrînin bi şanazî li mîrateya xwe ya çandî vedigerin û rola xwe di derbirandinê de nîşan didin.
Estetîka jinan di tabloyan de diteyîse
Her wiha Malîka Al-Idrîsî jî yek ji beşdarên pêşangehê ye dibêje ku girîng bû ew tevli werşeyên Dar Balarge bûye ji bo jinên şareza sûdê bigrin, ew bi dilxweşî cihên girîng û çîrokên dîrokî pêşkêş dikin.
Malika Bi Nasir yek ji jinên sûd ji werşê girtiye dibêje ku di dema gera xwe ya nava bajarê kevin de wêne dikişandin, piştre kopî dikir û rengan di ser re derbas dikir dixisx ser kirasekî yan kaxezekê ji bo estetîka wê xuya bike. Ev teknîk dihêle ku bi riya tabloyên hunerî jin bi girîngiya keleporî bihesin estetîka wê xuya bikin.