Jinên Idlibê yên koçber bi keda destan kevneşopiya xwe diparêzin
Gelê Sûriyeyê ji ber rewşa şer ku gelek karesatan çêkiriye êşên giran dikşîne. Bi taybetî di warê aborî û civakî de jinên Idlibê yên koçber bi armanca vejandina kevneşopiya xwe û sûdwergirtina darayî, xwe fêrî pîşeyên kevneşopî kirine.
SUHÊR EL-Idlibî
Idlib- Di van salên şer de niştecihên Idlibê, bi taybetî jinên koçber ji ber xizanî û tunebûna derfetên kar êşên mezin kişandin. Hejmarek mezin ji jinên Idlibê yên koçber xwe fêrî pîşeyên kevneşopî kirine da ku çanda xwe biparêzin û debara jiyana xwe bikin. Gelek amûr hene ku jinên koçber bi ked û îmkanên xwe yên hêsan firaq û tasên bi şekl û rengên cuda çêdikin.
Bi keda destan debara jiyana xwe dike
Menar El-Kurdî 24 salî ye. Ew bê dudilî tevli navendeke bihêzkirina jinan li nêzî cihê rûniştina xwe li Salqînê bû da ku fêrî hunera çêkirina alavên darî bibe û der barê vê tecrubeya xwe de wiha dibêje: "Di destpêkê de hinekî ez şaş mam, kîjan pîşeyê hilbijêrim, piştre jî min dest bi fêrbûna çêkirina alavên darî kir da ku ez xwe ji xizanî û bêkariyê xilas bikim ku piştî koçberbûna min û hevjîn û kurê min ji gundê Kensefre ji beriya du salan ve, me ji xizanî û bêkariyê êşên mezin kişandin."
Menar El-Kurdî rastî zextên derûnî dihat û gelek caran bi tena xwe dima diket depresyonê, nikaribû xwe ji wê rewşa xirab derxe û tevli nava civakê bibe lê piştî ku biryar da fêrî pîşeyekê bibe, hilbijartina wê ji fêrbûna pîşeya çêkirina alavên bi zel hişt ku ew kêfxweş bibe.
Menar El-Kurdî di karê xwe de pir bi pêş ket û hilberîna cur be cur û berhemên hunerî bi dest xist ku bi firotina wan debara jiyana xwe dike. Menar El-Kurdî der barê xebatên xwe de wiha dibêje: "Di destpêkê de min hîs kir ku ev huner mîrasek e. Amûrên wê tenê ji bo xemilandinê tên bikaranîn. Piştre jî ez matmayî mam dema min dît ku alavên ez bi dest çêdikim dikirin wekî amûrên malê bi kar tînin ku vê yekê bedewî û xemlê li malên wan û konên wan zêde dikir."
hêjayê gotinê ye ku çêkirina alavên darî yek ji wan pîşesaziyên mîrateya kevnar e ku di van demên dawî de di şahî û festîvalan de wekî celebek folklorê dihat bikaranîn. Her wiha gelek malbat wekî amûrên malê bi kar tînin.
"Ji darik û pûşên xwezayî yên ceh û genim alavên kevneşopî çêdikin"
Der barê cureyên darên ku di vê pîşesaziyê de tên bikaranîn de, Arwa El-Xanî ya 30 salî ku ji bajarê Seraqib koçber bûye û li kampên Kefer Celis li Bakurê Idlibê bi cih bûye, dibêje ku ew darikên pûş ên xwezayî çi yê ceh be çi yê genim be ji çolan kom dike da ku bi wan daran amûrên cihêreng çêbike.
"Pîşeya çêkirina alavên darê pûş gelek jêhatîbûnên hostayî û hunerî dixwaze"
Arwa El-Xanî diyar kir ku pîşeya çêkirina alavên ji zel gelek jêhatîbûnên, hostayî, duristî û hunerî dixwaze û ev pîşesazî di çend qonaxan re derbas dibe. Destpêkê ew darên pûş kom dikin dûre dabeşkirina wê û wan bi avê şil dikin û nêzî 8 saetan şil di nava avê de dihêlin da ku nerm bibin û di dema çêkirina alavan de neşikên. Her wiha Arwa El-Xanî rengên ku dixwaze bi rengên cuda boyax dike û li gorî qalika ku ew dixwaze çêbike, wan bi dirêjkî yan jî pankî li hev kom dike û wêne û xemlên curbecur ên geometrîk hildibijêre da ku her perçeyek rengê xwe bide û lihevhatî bide. Ji ber vê yekê bala her kesê dikşîne, ji ber ku her kes dixwaze tiştên cuda bi dest bixe.
"Ez ji dapîra xwe fêrî vê pîşeyê bûme"
Arwa El-Xanî der barê çawaniya fêrbûna pîşeya xwe de diyar kir ku wê pîşeya xwe ji dapîra xwe girtiye û wiha got: "Dapîra min rêbazên wê hînî min kir, ka meriv çawa vî karî dike û çi amûr hewce dike bi min da famkirin. Amûrên ku hewce dike ji bo bikaranîna vê yekê balkêş in û li gelek deveran peyda dibin ji ber ku Idlib bi çandiniya xwe navdar e."
"Alavên ku ji zel çêdibin di jiyana dayika min û dapîra min de pir bi wate bûn"
Fatima El-Hamidî 40 salî ye ji bajarê Mara Misrînê ye, dide diyarkirin ku di jiyana dayik û dapîra wê de pîşeya çêkirina alavan bi zel pir girîng bû vê yekê hişt ku ew jî van alavan bikire û li malê bi kar bîne û mala xwe pê bixemilîne.
Fatima El-Hamidî diyar kir ku ew pir ji alavên ku bi zel bi destan hatine çêkirin hez dike û wiha got: "Min çend perçeyên ku ji zel hatine çêkirin ji jinên pispor ên bajêr kirî û min qafa hilbijart ku taseke mezin e bi qapax e, em nan dixinê. Ji ber ku tasek nan ji mêş, kêzik û tozê diparêze, nemaze ji destpêka şerê Sûriyeyê ve ji ber nebûna kehrebe û sarincokê li Îdlib û kampên koçberiyê em vê bi kar tînin."
Tevî pêşketina pîşesazî, hewcedariyên cihêreng ên civakê, cihêrengiya baldariya wê û peydabûna kelûpelên cam, plastîk û metal ên ku pîşeya çêkirina alavên ji zel dixe xeteriya windahiyê jî; ev çand hê li ber xwe dide û ji nû ve bi destên jinên koçber ên Idlibê tê afrandin.