Jinên Helebê ji 8’ê Adarê re amadene

Li hemû deverên cîhanê jin amadekariyên pêşwaziya Roja Jinan a Cîhanê dikin. Bi vê munasebetê navenda çand û hunera Helebê jî amadekariyên pêşwaziya cejna jinan dike û perwerdeyên xwe yên hunerî didomîne.

 
Heleb- Bi boneya 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanê li seranserî welatên cîhanê jin ketin tevgera pîrozbahiyê. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe her sal vê rojê bi çalakiyên girseyî pîroz dikin. Amadekariyên 8’ê Adarê di aliyê hunerê de bêtir dikeve ser milê Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê, ji bo wê berî roja cejnê bi demekê dest bi amadekariyên xwe dikin.  Navenda çand û Hûnera Cemîl Horo ya bajarê Helebê ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê amadekariyên xwe ji bo pêşwaziya vê rojê dike. Her wiha komên wan ên stranan, govend û şanoyê perwerdeyên xwe dibînin. 
Rêxistinên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya daxuyaniyeke çepemeniyê dest bi rêzeçalakiyên xwe kirin.  Ev rêzeçalakî di roja 23’ê Sibatê de dest pê kir û heta roja 8’ê Adarê wê berdewam bike. Çalakiyên jinan wê di çarçoveya  meş, semîner,şevbêrk, serdana gorên şehîdan, pêşangeha wêneyan, ziyaretkirina malbetên şehîdan û dê panel werin lidarxistin. Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Navenda Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê Hediyet Mihemed axivî.
Li Helebê amadekariyên 8’ê Adarê
Hediyet Mihemed amadekariyên navenda çand û hunera Helebê ji bo pêşwaziya 8’ê Adarê anî ziman û ev tişt got: “Di serî de em vê Roja Jinan a Cîhanê li Rêberê ku em hînî jiyana azad kirine, Rêber Apo pîroz dikin. Her sal ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê em amadekariyên xwe dikin. Ez bi xwe cihê xwe di koma stranan de digrim, em perwerdeyên xwe bi rengekî rojana dibînin. Bernameya me ya îsal wê di çarçoveya stran, helbest, govend û şanoyê de be. Şanoya me jî wê der barê rola jinan a di nav civakê de be. Asta jinan a îro jin îro bûne xwedî stato, hebûn û mîrasekî têkoşînê. Em dixwazin jin di hemû reng û bernameyên xwe de bigirin dest, li ser vî esasî hêviya me ew e di roja 8’ê Adarê de hemû jin li qadan bin.”  
Girîngiya parastina çandê 
Hediyet Mihemed girîngiya parastina çand û hunerê bi bîr xist ku ew mîras û dîroka civakê ye û wiha pêde çû: “Çand mîrasekî girîng e der barê mirov de dîroka xwe nas dike û diparêze. Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedîderketineke pir mezin li çandê heye û pêşengiya wê jin dikin. Bi riya çandê mirov mijarên girîng pêşkêşî civakê dike, bi rêbazên cuda û têgihiştî reseniya wê ji helandinê diparêzin. Her civakek xwedî çandeke dewlemend e, gihandina van çandan jî erke me ye. Ez dixwazim di pîrozbahiya 8’ê Adarê de hemû jin bi cil û bergên folklorî dakevin qadên cejnê û govenda azadiyê bigirin.”