Jinên Ehrezê çand û zimanê xwe diparêzin

Tevî hemû êrişên li dijî Ehrezê yê kantona Şehba li Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê û hewldanên têkbirina nasname û hebûna gel, jinên Ehrezê çand, nasname û mîrateya xwe ya çandî diparêzin.

RAPERÎN BEKIR

Şehba- Niştecihên gundên Kurd ên li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê weke Bab, Carablûs, Ezaz û Minbicê bi taybetî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê ku bi xwe niştecihên resen ên wan gundan in ziman û çanda xwe diparêzin. Gundê Ehrezê jî yek ji gundên kantona Şehba, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku ji destpêka krîza Sûriyeyê ve rastî gelek êrîşan tê, lê jin di hemu qadan de ji bo parastina çand û mîtayetên xwe têdikoşin.

‘Tevî hemû êrîşan jî me çanda xwe parast’

Sebah Receb Rustem a 59 salî ya şêniyê Ehrezê ye bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a li dijî wan tê kirin û ambargoya ku hikumeta Şamê li dijî heremê pêk tîne û wiha got: “Gund rastî gelek binpêkirin û êrîşên çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk û hêzên hikumeta Şamê hat. Beriya krîza Sûriyeyê hikumetê zimanê Erebî li ser me ferz kiribû, qedexe bû ji bo me em bi zimanê xwe Kurdî biaxivin. Vê siyasetê ne tenê li Ehrezê meşandibûn li hemû gundên kantonê ji bo ziman û çanda me ya Kurdî asmîle bikin.”

Sebah Rustem axaftina xwe wiha domand: “Tevî hemû siyasetên li dijî me dimeşandin jî vîna me ya ji bo parastina dîroka me xurtir bû. Beriya rizgarkirina gund ji çeteyên DAIŞ’ê, wan hemû binpêkirinên mirovî bi mafên li ser gel û jinan dikirin. Em nabin qurbaniyên wan û siyasetên wan, em di bin serweriya tu hêzeke ku hewl dide me ji çanda me dûr bixe de najîn. Hikumeta Şamê hê jî hewl dide zimanê me têk bibe ku zimanê Erebî tenê di dibistanan de zimanê perwerdeyê ye. Gelê Kurd xwedî prensîb e, doz û çanda xwe di dîrokê de parastiye bi riya prensîbên Netewa Demokratîk. Ji ber ku doza me demokratîk e tu cudahiyan naxe navbera pêkhateyên cîhanê, lewre ew herî zêde tê armancgirtin û rastî siyasetên dewletan tê.”

 ‘Jinên Ehrezê her dem çanda xwe parastine’

Fatma Nassan a 80 salî jî bal kişand rola jin a di parastina çandê de û wiha pêl da axaftina xwe: “Jinên Ehrezê her dem statu û çanda xwe parastine, dayik û dapîrên me em fêr kirin ku kesên parastina çand û nasnameya xwe dikin hebûna xwe diparêzin. Em bi ax û çandiniyê ve girêdayî ne lewre gundê me bi çandiniya kartol û genim hatiye naskirin û em pê debara malbatên xwe dikin. Ruhê hevgirtin û hevkariyê di navbera wan de didome. Her dem bi hev re kar dikin, di şahî û şînan de li gel hev in. Jin alîkariya hev dikin, sibehan kom dibin û diçin nava zeviyên çandiniyê bi hev re kar dikin.”

Ayûş Berekat jî got: “Dema em ji dayikên xwe dibin, pîr û kalên me ruhê têkoşînê di dilê me de diçînin. Me bi çand û dîroka me dane naskirin ji bo em parastina wan bikin û ji zarok û neviyên xwe re bihêlin. Me sedema vê yekê jî baş fêm kir. Gelê me niha rastî hewldanên têkbirina çand, dîrok û hebûna Kurdewar tê. Girîng e rêz ji bo hemû zimanan bê girtin û bên parastin.”