Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê çand û huner bi jinan rengîntir dibe

Piştî Şoreşa Rojava li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan di warê çandî û hunerî de pêşketinên mezin çêbûn. Jin êdî bi riya hunerê di gelek çalakiyan de aktor in û bi hestên xwe hunereke cewherî pêşkêş dikin.

NÛR-EL EHMED

Reqa – Ji 12’ê Tîrmeha 2012’an heta niha, li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, di warê çandî û hunerî de xebat berfireh bûn. Bi beşdariya jinan, endamên nû tevlî komên hunerê bûn û jinên ku di warê wêne, muzîk û helbestê de xwedî behremendî ne, piştgirî dîtin.

‘Jin azad in û xwedî cewher in’

Helbestvana ji herêma Firatê Fatma Eş-Şamî, bal kişand ser girîngiya desteka ku Rêveberiya Xweser li herêmê ji bo xebatên çand û hunerê dide. Li Reqayê ku di pêvajoya rejîma Baasê de hatibû îhmalkirin, DAIŞ’ê di dema kontrola xwe da hewl da cihên çandî tune bike lê ew der îro bi têkoşîna jinan tên parastin û zindî dibin.

Dayîka wê û xalê wê jî bi helbestê re eleqedar dibûn

Fatma Eş-Şamî ya 57 salî, li ser salên xwe yên zarokatiyê anî ziman got ku perwerdeya wê ji aliyê malbat û civakê ve hatiye astengkirin û wiha got: "Civakê digot ku şerm e zarokên keç herin dibistanê. Em neçar bûn li malê û di nava zeviyan de bixebitin. Di wan pêvajoyan de min di dawetan de çend riste dinivîsand û dixwend, bi wê yekê min behremendiya xwe keşf kir." Fatma Eş-Şamî, bi wesîleya Roja Jinan a Cîhanê, li ser têkoşîn û fedakariya jinan helbestek nivîsand. Dayîk û xalê Fatma Eş-Şamî jî bala xwe didan helbestê. Tevî ku xwendin û nivîsandinê nizanibû jî, bi çanda ku ji malbatê girtibû helbestan nivîsand.

DAIŞ bû sedema dûrketina wê ya ji helbestê

Fatma Eş-Şamî wiha dibêje: "Destpêkê min li ser xwezayê û hevalên xwe dinvîsand, lê piştî ku zewicîm, demeke min dest ji nivîsandina helbestan berda û bi çandiniyê re mijûl bûm. Wê demê ji ber ku rejîma Baasê destek nedida gel, nivîsên min bala kesî nekişandin. Piştî ku DAIŞ ket herêmê, çand û huner bi temamî hat qedexekirin. Ji ber vê yekê ez bi temamî ji helbestê dûr ketim."

‘Bextiyarî jî xemgînî jî deriyê dilê helbestvan vedike’

Fatma, diyar dike ku piştî di şer de birayê wê tê kuştin, careke din dest bi nivîsandinê dike û wiha didomîne: "Bextewarî jî xemgînî jî deriyê dilê helbestvan vedike û dibe sedem ku hestên xwe li ser kaxiz binvîsînin. Bi zêmarên ku min ji bo birayê xwe û şehîdan nivîsandin, careke din min dest bi nivîsandinê kir. Piştre min li ser Çemê Firatê, hezkirina welat, zextên li ser jinan û bi şoreşê re şikandina zincîran nivîsand."

‘Maf û azadiya me ya heyî, bi saya jinên şehîd hatin bidestxistin’

Helbestvan Fatma diyar kir ku jin di bin banê Rêveberiya Xweser de azad bûne, loma şoreş bi navê şoreşa jinan hatiye pênasekirin û wiha domand: "Der barê jinan de em çi bibêjin kêm e. Jinên me li Sûriyeyê mînak in lê li welatên weke Efganistan û Îranê jin hê jî di bin zoriyan de ne. Maf û azadiya me ya heyî, bi saya jinên şehîd hatin bidestxistin. Ji ber vê divê mirov têkoşîna wan ji bîr neke."

Fatma Eş-Şamî diyar kir ku helbestên wê li herêma Firatê eleqeyek mezin dîtine û di dema xwendinê de pir hatine ecibandin.

‘Piştgiriya ji bo hunerê yek ji destkeftiyên herî mezin e’

Rêvebera Navenda Çanda Hîlal El-Zehbî, Semer El-Cuma, da zanîn ku yek ji destkeftiyên herî mezin ên jinan bi şoreşê re bi dest xistine pêşketina çandî ye û wiha got: "Jin fêkiyên ku bi şoreşê gihîştin berhev dikin. Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, em serkeftinên xwe yên di warê çand û hunerê de pîroz dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di warê çand û hunerê de pir bi pêş ketine. Jin li vê derê rola serokatî û pêşengiyê dilîzin. Bi rêxistinbûnê dengê xwe kirin yek û li herêmê ji bo jinan meclisên taybet û ofîsan ava kirin, hêza xwe mezin kirin. Vekirina navendên çandê ji bo jinan, yek ji destkeftiyên herî mezin ên şoreşê ne. Ya herî girîng Navenda Çanda Hîlal El-Zehbî ye. Ev navend behremendiyên jinan ên hunerî bi pêş dixin. Bi taybetî jinên ciwan, bi gotina stranan, şano, lêdana enstrumanan û reqsên gel, hestên xwe bi awayekî azad îfade dikin.

‘Ev xebat bûne yek ji destkeftiyên herî girîng ên têkoşîna jinan’

Semer El-Cuma, diyar kir ku ev xebatên hunerî bûne sedem ku jin astengiyên civakî derbas bikin û wiha domand: "Jinan sînorên ku bi paşverûtiyên civakî û zextan hatibûn çêkirin derbas kirin û êdî behremendiyên xwe li ser dika hunerê pêşkêş dikin. Berê ji bo jinan xebatên hunerê ‘şerm’ dihatin dîtin lê ji ber ku niha jin di warê çand û hunerê de dixebitin û xwedî roleke çalak in, ev xebat bûne yek ji destkeftiyên herî girîng ên têkoşîna jinan.”

‘Pêşketina çand û hunerê bû yek ji sembolên herî girîng ên şoreşa jinan’

Semer El-Cuma, destnîşan kir ku jinan bi riya hunerê, dikaribûne guherîna li herêmê û destkeftiyên şoreşê ji cîhanê re vebêjin û wiha domand: "Huner ji bo jin dengê xwe bilind bikin û tiştên dijîn vebêjin bû rêbaz. Şoreşa jinan bi hunerê rengîntir û bi hêztir bû. Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bû cihê zêdebûna xebatên hunerî û bilindbûna asta hunermendên jin. Jin êdî ne tenê fîgurên şoreşê, di heman demê de aktor in û bi riya hunerê civakê diguherînin û vediguherînin. Ji ber vê yekê jinên li herêmê, Roja Jinan a Cîhanê bi çalakiyên çandî û hunerî pîroz dikin.”