'Jin bi stranan êş û kêfxweşiyên xwe îfade dikin'
Jinên Tûnisî diyar kirin ku jin di dîrokê de ji bo pênasekirina hest û êşên xwe serî li stranan didan û gotin ku di serdemên berê de stran îfadekirina jinan a şahî û êşê bû, heya niha jî ev yek didome.

ÎXLAS EL-HAMRONÎ
Tûnis – Mîrateya stranan ji bo jinan xwedî cihekî taybet e, ji ber ku stran bûn "Qadeke bi ewle" ku tê de ew dikarin hestên xwe dûrî sînorên civakî û bêyî tirsa ji desthilatdariya mêr an civakê derxin holê.
'Stran îfadekirina jinan bû'
Sewsan El-Retîbî ku bi guhdarîkirina stranên kevnar mezin bûye, wê stranên xwe ji dê û bavê xwe girtiye. Ev stran mîraseke çandî ya ku ji aliyê jinên gund ve hatine parastin temsîl dikin. Heya niha Sewsen stranên ku hezkirin, êş, şahî û jiyanê vedibêjin, distire. Sewsan El-Ratîbî dibêje ku di demên berê de stran riya jinan a xweîfadekirinê bûn. Jin di bikaranîna wan de afrîner bûn. Stranên kevneşopî ne tenê şahî bûn, êş û azarên jinan di civaka ku astengî li ser wan ferz dikirin de, diyar dikirin. Jin di pejirandina şêwazên jiyana xwe de bi sînor bûn û mêr xwedî biryardayînê bûn. Ji ber vê wan berê xwe dida hunerê û bi gotina stranan êşên xwe bi lêv dikirin. Her wiha nameya xwe digihandin civakê."
'Çand û çîroka dayîkên xwe zindî bihêlin'
Sewsen El-Ratîbî diyar kir ku ji biçûkahiya xwe de guh dida stranên ku jinan di nava kar de digotin û ezber dikirin. Wateya wan jî fam dikir ku bikaribe baştir bîne ziman û got: “Îro wan stranên gelêrî di festîval û şahiyan de dibêjim. Stran dengê jinan e. Ji bo parastina çand û çîrokên dayîkên xwe divê em stranên gelêrî zindî bihêlin."
'Ji biçûkahiyê de parastina stranên gelêrî dikim'
Teber Hûsnî ku stranên gelêrî bi gotina wê heya niha diparêze hestên xwe wiha anî ziman: "Dema biçûk bûm, em koçber bûn, me her dem cihê xwe diguherand. Ez bi dayîkê xwe re diçûm nava zeviyan û me bi jinan re hevdîtin dikir. Jinan jî bi hev re stranên gelêrî digotin. Min bi baldarî li wan guhdarî dikir û ezber dikir. Niha jî wan stranên gelêrî ku bi dengê jinan dihatin gotin li dawet û şahiyên malbatê ji nifşên nû re distirêm ji bo ku ev çand neyê windakirin.
'Ji bo pênasekirina hestên xwe stranan digotin'
Sewar Qahêrî jî eşqa xwe ya ji bo stranên gelêrî û vegotina wan wiha bi lêv kir: "Meraqa min gelek li ser stranên gelêrî heye û heya niha wan lêkolîn dikim. Jinan di dîrokê de şêwaza herî guncav ji bo pênasekirina hestên xwe dîtin ew jî gotina stranan e. Jinan dengê xwe ji bo derxistina êşên xwe bilind kirin, berê dengê wan dihat xeniqandin. Hestên wan jî bi stranên xemgînî dihatin gotin. Wan stranan fêrî nifşên din jî dikirin ku bibin şahidên êşên di jiyanê de kişandine."