Jin bi hunera mozaîkê balê dikişînin ser pirsgirêkên civakî

Jinên li Şerîda Xezayê bi hunera mozaîkê hewl didin mîrasa çandî biparêzin, bi mijarên dagirkerî, jin û zarok jî balê dikişînin ser pirsgirêkên civakî.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Hunera mozaîka ku ji malzemeyên curbecur ên wekî kevir, cam, kerpîç, metal an qalikên deryayê tê çêkirin yek ji wan huneran e ku ji demên kevnar ve heye. Hunermendên Fîlîstînî yên ku ji bo pêşangeha mezin a ku tê plankirin di Çileya 2024’an de were li dar xistin amade dikin, qala ku mozaîk çawa vediguhere hunerê kirin.

Amal El-Mexrabî diyar kir ku hunera mozaîkê mîrateyek girîng e û got, "Gelek wateyên wê hene ku di naveroka xwe de pirsgirêkên civakî radixe ber çavan."

'Ji bo çêkirina tabloya mozaîkê mehek û nîv lazim e'

Emel El-Mexrabî teqez kir ku çêkirina paneleke mozaîka nêzîkî meh û nîvekê digire û got, “Dema ku ji bo temamkirina panelan hatiye lihevkirin di dawiya Tîrmehê de bi dawî dibe. Em rojê 6 saetan dixebitin, ji ber ku dirêjahiya panelek herî kêm 3 metre ye. Em dixwazin amadekariyên pêşangeha mezin a ku dê di meha Çile ya sala bê de were lidarxistin, temam bikin."

'Em li ser mijarên azadî, jin û zarokan dixebitin'

Lama El-Ekkad diyar kir ku ew bi bermahiyên seramîkên şikestî dixebitin û wiha got: “Em ji bo wan bikin perçeyên biçûk dixebitin. Bi karanîna amûrek birrîn, em perçeyên seramîkê di kub de qut dikin, dûv re bi karanîna zeliqok re  tînîn cem hev. Em li ser tabloyeke ku mijareke taybet wek pirskirêka azadî, jin û zarokan vedihewîne dixebitîn. Li Şerîda Gazzeyê cara ewil mozaîk li ser panelên mezin tên xemilandin.”

'Cûreyên kevirên ku nayê şikandin zehmetî dide avakirin'

Lama El-Ekkad diyar kir ku cureyên kevirên ku nayên birîn û dema amadekirina tabloyê ji bo şikandina wan gelek dem û hewldan lazim e û got, “Bikaranîna çîmentoyê jî dibe pirsgirêk. Ev  alternatîfên kut ê bikaranîn dibe sedema zirara çavan. Divê  dirêjî û firehî bi perçeyên din re wekhev be.”

‘Pêdivî bi baldariya hûnera mozaîqê heye'

Samîha El-Nafar a ku bi hunera mozaîkê re eleqedar e, diyar kir ku cara ewil bû xwediyê serpêhatiyeke wiha û got: "Ez ji hunerên plastîk hez dikim û pir wêne kêşand. Min xwest ez li ser hunera mozaîkê bisekinim. Ez di derbarê wê karî de pir tiştek nizanim û min dît ku ew hewceyê baldarî û dîtina dîtbarî ya rastîn mîna me berê hewce dike." Samîha El-Nefer got ku ji bo balkişandina li ser rola jinan di parastina mîrate û çandê de, tabloyeke mezin a jineke bi cil û bergên filistînî li xwe kiriye, bi xeyalên azadî û jiyaneke ewledar, çelengek gul li serê xwe daniye çêkirine û destnîşan kir ku pirsgirêkên civakî bi taybetî pirsgirêkên jinan bi hunera plastîk û bi taybetî jî bi hunera mozaîkê derdikevin pêş.

'Em bi perwerdehiya hunera mozaîkê li ser pirsgirêkên civakî disekinin'

Rêvebera Navenda Avakerên Siberojê Amal Xudêr diyar kir ku ew hewl didin li vê navendê huner û ezmûnên nû pêşkêşî jinan bikin. Emel Xudêr anî ziman ku kesên tên navendê dikarin bi bikaranîna dema xwe projeyên biçûk ên têkildarî hunera mozaîkê çêbikin û wiha got:

“Hûnera mozaîkê sed sal berê li welatê me hatiye dîtin. Bi perwerdekirina temaşevanên xwe yên di warê hunerên plastîk û sazkirinê de, em hewl didin ku mîrasa xwe ya çandî biparêzin û îspat bikin ku ev huner koka xwe li vir e. Em bi perwerdeyan li ser gelek pirsgirêkên civakî disekinin. Em ji destpêka dagirkeriyê, desteserkirina ax û jiyanê heta niha piştgiriyê didin têkoşînê û bi vê têkoşînê di nifşên pêşerojê de em balê dikişînin ser rola jinê.”