Ji şoreşa jinan newayek ji dilê dayê Gulê

Gulbahar Elî Evdo ji wan dayikan e ku bi kilam û dengbêjiyên dibêje serpêhatiya doza ku ewê jî pêşengiya wê kiriye dibêje. Kilamên ku dibêje lorînên ku hesreta xwe ya bi salan dibêke weke newayek ji şoreşa jinan diherike...

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Dêrik – Her kilam ji dilê kesê ku kilamê dibêje serpêhatiyek vedibêje. Serpêhatiyên ku li ser rêwîtiya xwe tijî bîrnînan hilgirtiye û janên xwe bi wan bîranînan kewandiye. Li Rojavaya ku ket 13’emîn sala xwe ya şoreşê gengaz e ku mirov ji kilam û lorînên ji dilê jinan diherike, rastiya têkoşîna salên dûrûdirêj bibîne. Dayê Gulbahar Elî Evdo ya ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye ji wan dayikan e ku bi kilam û dengbêjiyên dibêje serpêhatiya doza ku ewê jî pêşengiya wê kiriye dibêje.

Keça wê Sozda Dêrîk a gerîlayek YJA-Starê ye di sala 2012’an de li Şemzînanê di şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest daye. Gulistan Elî Evdo ya ku dixwaze em bi navê Dayê Gulê bangî wê bikin li ser daxwaza me ya dîtin û guhdarkirina kilamên wê li mala xwe pêşwaziya me dike. Piştî pêşwaziyekê germ a mîna her malekê Kurdistanî Dayê Gulê kilaman ji me re dibêje. Ew kilaman dibêje û em jî bi guhdarkirina wê dikevin nav rêwitiyekê li ser vê erdnigariyê:

“Ma ezê ji kê re bêjim ji kê re nebêjim

Ma ezê ji keç û xortên serê çiya re bêjim

Ez ê bêjim ciwanên me ciwan in

Mala minê ezê gula biçînim tevî wî gihayî...”

Dayê Gulê kilama xwe didomîne. Kilam diherike û em jê fêm dikin ku di nav kilama wê de bêrîkirina bi salan heye. Bêrîkirinên bi salan di nav gotinên wê de veşartî ne. Mina çanda xwe kilam, dengbêjî û lorînan jî jin digihînin nifşên pêşerojê. Dayê Gulê jî bi vê awayê yekemîn dengbêjiya xwe ji dayika xwe bihîstiye. Dema ku dayika wê striye ew jî ji wê fêr bûye. Dayê Gulê dibêje “Li gundê me yê beriya bizewicim min lê jiyan dikir erdê me hebû, me karê çandiniyê dikir. Carekî li gundê me kesekî mir banî dayika min kirin û dayika min çû li ser got. Wê demê min tiştên ku ji dayika xwe bihîst jiber kir û got.”

Di xebatên cebhewî de cihê xwe digire

Bi demê re gotin û awazên ku Dayê Gulê fêr dibe li her derê distrire. Dayê Gulê ku niha 55 salî ye di 15 saliya xwe de dizewice û ji gundê ku lê jiyan dikir berê xwe dide Dêrikê. Êdî mîrateya ku ji dayika xwe fêr bûye ew bi xwe li şînan û li şahiyan vedibêje.

Dayê Gulê bi rihekî niştiman perwerî tevdigere û xwe dide ber hemu karê ku ji bo azadiyê jê te xwestin. Ji bo pêşerojekî azad li ser xaka ku lê dijî saz bibe dikeve bin bar û di nav damezrandina Yekîtiya Star de cih digre. Berê bi komê biçûk û veşartî xebatê birêxistinkirina jinan dikin, lê dibejê “Îro bi saya şoreşê em bi eşkere, bi serbilindî kar dikin û em bûn tevgerî mezin a bi navê Kongra Star.”

Şopên şêweyê jiyan û komînaltiyê

Di çand û folklora Kurdî de mirov dikare bibêje ku her tiştên hatine jiyankirin bi gotinên sade hatine vegotin. Karê ku bi taybetî di jiyana gundan de hatine meşandin û bi kolektîf pêk hatine, newayên ku bi van kilaman re diherike ji me re vê yekê dibêje. Di karên çandiniyê yê li ser erd de ji bo bi rêk û pêk meşandina vê komînaltiyê strîne. Dayê Gulê jî qala wan dike û dibêje: “Dema ku em demên kevn de diçûn ser erd an jî me destar bikar di anî me bi hev re distrî. Di wê karê me de me bi piranî ev kilam digot:

‘Xezalam lê delalam lê hey bihêre bihêre bihêre

Xezalam lê delalam lê koçer çûne zozanan

Xezalam lê delalam lê konê reş lê vedane..’

Ev wiha diçe û dirêj dibe. Yanî tiştên ku hatine jiyankirin tê de tê gotin. Ango dem ew dem e ku koçer biçin zozanan, bêrîvan biçin bêriyê. Ev tişt di van stranên kevin de tên gotin.”

Li pêy çûyînek

Mîna karên rojane yên di jiyana gundan de zewac ango ji mal an jî gund derketina jinekî jî bûye mijara kilaman. Dayê Gulê jî dibêje ku ev yek di jiyana wan de bi qasî bûye sedema xemgîniyê teyisa xwe li ser kilaman jî kiriye û wiha didomîne:

“Dema em ciwan bûn ger yek ji gundê me zewicîba me li pêy wê vê digot:

‘Her hevalê her hevalê gewrê bozê çav xezalê

Te xira kir aliyê malê

Yadê hevala min birin

Tu kes nizane bi ku ve birin

Ji ava mezin derbas kirin..’”

Dayê Gulê dibê ku ji bo şêweyê jiyana berê neyê jibîrkirin dengbêjî ango kilamên ku heya roja me ya îro hatine dibe bîrekê kûr. Ango dibe bîrekê ku serpêhatiyan bide nasîn û kilama xwe ya din a dema ku jinek ji bo zewacê ji gund derdikeve tê gotin û êşê ku li pêy wê tê jiyankirin bi vê kilamê qal dike:

‘De rakin bejna ha bilindo hey narê rakin

Te xirakir tara gundo wey narê te xirakir

De li pêşiyê çira findo hey narê

Lêkin çavbelekê hey narê lêkin’”

Mîna kilaman bîranînên veşartî

Dayê Gulê ya di xebatên cûda yê şoreşê de cihê xwe girtiye niha jî di xebatên çandê de cihê xwe digire. Bê guman mîna gelek dayikên ku bi destê xwe Şoreşa Jinan xwedî kirine û niha jî bi parastina çanda xwe xwedî lê derdikevin xwedî serpêhatiyek dirêj e. Kilama ku destpêkê bi wê pêşwaziya me jî kiribû ew kilam bû ku piştî keça wê Sozdar Dêrik di refên têkoşînê de jiyana xwe ji dest daye li ser striye. Li ser kesayeta Sozdar Dêrik Dayê Gulê wiha dibêje:

“Sozdar keçekî jîr û zîrek bû. Min navê Sozda lêkiribû. Dema ku diçe çiya bi vê navê têkoşîna xwe didomîne. Hê zarok jî bû gelek bi aqil bû. Ew li xûşk û birayên xwe dinihêrî. Şer kiriban wan aş dikir. Li dibistanê pir serkeftî bû. Hê di zarokatî de karekî dikir bi hemû ziraviyên xwe dikir û dema wê karê jî dikir xwe gelek diwestand. Bi şehîdbûna wê jî em serbilind in.”

Dayê Gulê mîna kilamên di dilê xwe de veşartiye ji bo keça xwe, hemû bîranînên wê jî yek bi yek kom kiriye û rakiriye. Wêneyên wê, lîstokê wê yê zarokatiyê, toqên porê wê û nameyên ku bi hesreta salan jê re nivisiye. Dayê Gulê ji bo keça xwe Sozdar Dêrik dibêje “Bi hevalên xwe re gelek girêdayî bû.” Di wan salên ku keça wê di nav refên têkoşînê de cihê xwe digire ji Dayê Gulê re gelek pêyaman dişîne. Dibe ku Dayê Gulê xwendin û nivîsandinê nizane, lê belê em hemu jî dizanin ku carna ji bo famkirinê xwendin jî hewce nake. Ew li xetên pêyamên wê dinihêre, bêhna wan rûpelên ku li ser nivisandiye dikşîne hindûrê xwe û wiha dibe ku ji hestên wê fam dike.

‘Ji min re got li pêy min negrî lê helbesta xwe bêje’

Dayê Gulê dibêje ku Sozdar Dêrîk di yek nameya xwe de jê re wiha gotiye: “Dema ez şehîd bûm li ser min negirî lê helbesta xwe bêje.” Dema di nav bîranînên Sozdar Dêrik de birîna hesreta salan jî dikewîne ji me re jî wê helbesta ku piştî dibihîse keça wê jiyana xwe ji dest daye bilêv dike, dibêje:    

“Dest namînin ser hev

Çav namîne girtî

Guh namîne kerr

Dil namîne birîndar

Hey Dêrika şêrîn

Xwediya wê dehla şîn

Min ji te re anî mizgîn

Sozdar kete jîn

Sozdar kete jîn..”

Sozdarên hemû dayikan

Dayê Gulê ya ku dibêje “Sozdar ne keça min tenê ye keça vê miletê hemû ye” bi kilam û helbesta xwe hestên ku mirov nikare bîne ser ziman ji me re dihêle. Ji qada şoreşa jinan em dizanin ku gelek Sozdar hene û hemû Sozdar ya hemû dayikan e.