Ji şanogeriyê ber bi nivîskarî û xebatên tenduristiyê ve

Emanî Silêman a 20 salin şanogeriyê dike li ser asta dewletên Ereban berhemên xwe pêşkêş kiriye, niha jî bi eşqeke mezin helbest û romanan dinivîsîne û 5 pirtûk çap kirine. Li kêleka xebatên çandê û nivîskariyê di nexweşxanê de xizmeta tenduristiyê jî dike.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê-  Heskirin û daxwaz hemû astengiyan derbas dike û mirovan digihîne serkeftinê. Jinên ku ji xweliya xwe nû pişkivîn bûn hêviyên azadiyê û di dilê jinan de şînbûn. Jinên xwediyê asoyên fereh hewildidin xeyalên xwe veguherînin rastiyê û bixin xizmeta gelê xwe. Emanî Silêman a 32 salî ya ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, li Qamişloyê dibistana seretayî, navîn û amadeyî xelas kir û li Zanîngeha Firatê ya Hesekê xwendina xwe berdewam kir. Emanî ji xwe re qebûl nekir di civakê de bê rol be, di aliyê huner, şano, helbest û romanan de xwe xurt kir û gihîşt asta ku senaryoya şanoyan jî binivisîne. Emanî kîmyager e û li Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn di beşa tehlîlan de cih digre. Ji bo em bêtir serpêhatiya Emanî Silêman bizanibin û wê nas bikin, ji me re bi xwe xebatên xwe vedibêje.
“Şano hebûna min e”
Emanî bi vegotina rêwîtiya jiyana xwe dest pê kir û wiha got: "Zaroktiya min pir cuda bû, bi taybetî di aliyê şano û hunerê de ez gelekî zîrek bûm û di asta Sûriyeyê de di dibistana seretayî de min asta yekemîn girt. Paşê ji bo lîstina di şanoyekê de, rêveberên dibistanê ez rêkirim welatê Tûnisê.  Çend salan ji ber sedema xwendinê ez dûrî şanoyê ketim lê piştî min dest bi xwendinê li zanîngehê kir êdî di navbera provayên şano û xwendinê de min dema xwe vediqetand. Me gelek mijarên di nava civakê de qawimîne hildibijartin û li zanîngehê weke şano pêşkêş dikir. Ez şanoyê wekî hebûna xwe dibînim."
Rêbazên fêmkirina şanoyê
Emanî li kêleka şanoyê di nav 10 salên dawî de dest bi nivîsandina helbest û romanan jî kiriye. Der barê vê yekê de jî Emanî ev tişt anî ziman: "Li kêleka hezkirina min ji şanoyê re, ez ji nivîsandina helbest û romanan hez dikim. Demeke pir dirêj e ez dinivîsim, ji du salan û vir de min dît hejmareke pir mezin ji nivîsan li cem min çêbûye. Wê demê ez fikirîm wan hemûyan di pirtûkekê de kom nekim. Pirtûka yekemîn a min çap kir jî bi nave (Hemesat El-Nesmat) bû. Gotin û rêbazê nivîsandina wê gelekî hêsan û normal e da dema xwendevan bixwîne jê re ne zehmet be û bikaribe jê fêm bike. Ji ber pirtûka min a destpêkê hat hezkirin û ji aliyê gelek kesan ve hat xwendin û ecibandin, hêzeke mezin da min ku ez xebatên xwe bidomînim. Piştî wê bi çend mehan min pirtûka xwe ya duyemîn a bi nave (Seda El-Efkar) ango Dengvedana Ramanan, çap kir. Tişta herî zêde bala min dikşîne, ew e ez dikarim di demeke kurt de berhemên pir baş derbixim."
Bi berhemên xwe di nava jinên nivîskar de hat nasîn 
Emanî da zanîn ku ew ne tenê helbest dinivîsîne, dikaribû du pirtûkên romanan jî çêbike û wiha pêde çû: "Berhemên min jê re dem tune ye ez çêbikim, ji ber ez gelekî li ser diwestim û dixwazim berhemên baş derkevin û bigihîjin destên xwendevanan. Ji lewre piştî salekê min du pirtûkên ji romana bi navê (Yûdemîdûha El-Emel û Erwah Teterjeh ela Kifûf El-Sihir) derxist. Ez pirtûkên xwe li ser înternetê parve dikim şopînerên min jî gelekî hene û pirtûkên min gelek tên xwendin. Piştî weşandina pirtûkên romanan û dengvedana wan, jinên nivîskar ji gelek welatên Ereb wekî Filistîn, Cezayîr û Tûnisê bi min re ketin pêwendiyê. Nivîs, helbest û romanên min ji rastiyan dest pê dikin û bi xeyal û hêviyan berdewam dikin. Mînak romana (Yûdemîdûha El-Emel) jineke pirtûk çêkiriye lê di weşandina wê de rastî gelek zehmetiyan tê, ji lewre piştî ewqas êş û bendewarî pirtûka xwe diweşîne. Ev pirtûk behsa hezkirin, daxwaz û sekreftinê dike."
“Te nejiyabe, nikarî binivîsî”
Emanî da zanîn ku pir zor e ger kesê helbest û romanger be xwe nexe cihê bûyerê, wê nikaribe tu berhemê derbixe û wiha domand: "Dema min çîroka wê jina nivîskar nivîsand, min xwe xist rewşa ew tê de dijî, zehmetiyên ku dikşîne û divê çawa tevbigere. Ya ne wiha be ez nikarim tu berhemê jî derbixim. Mirov wê kêliyê divê bijî da bikaribe bi hest binivîsîne û xwendevan jî bikeve wê rewşê û hestên wê bijî."
Piştî 10 salan yekem car e senaryoya şanoyekê dinivîsîne
10 sal piştî terikandina dika şanoyê Emanî yekem senaryoya şanoyê çêkir. Têkildarî vê mijarê wiha dibêjê: "Ji ber sedema xwendinê, min di navberan de karê şanoyê diki, lê bi giştî min 20 salan xebatên şanoyê dikir. Ev 10 sal in jî ez ji dikê dûr ketime lê ji ber hezkirin û eşqa ji şanoyê re, min senaryoya şanoyekê amade kiriye. Ji ber hîn me dest pê nekiriye, ez nikarim şanoyê vebêjim lê di demên pêş de wê diyar bibe."
Xeyalên xwe vediguherîne rastiyê
Emanî di dawiyê de dibêjê ku tu kar mirov ji nivîsandinê qut nake û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rast e ez di beşa tenduristiyê de dixebitim lê ev yek nahêle ez ji nivîsandinê qut bibim. Ruxmî karê heyî jî ez hewl didim wextekê ji xwe re vala bikim û binivisînim. Min gelek xeyalên xwe veguherandin rastî lê ez dixwazim di demên pêş de senaryoya ku min nivîsandiye bikim şano û pêşkêşî civakê bikim. Banga min ji her kesê/î re heye xeyalên xwe bikin rastî û tenê wekî xeyal nehêlin. Serkeftin gotineke pir xweş e, wê bijîn ne tenê bibihîsin."