Ji Koma Amara strana 8’ê Adarê

Koma Amara ya jinên dengxweş bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê stranek amadekirine û dê sibê diyarî jinan bikin.

Navenda Nûçeyan - Koma Amara ya dibiniya Kevana Zêrîn de hatiye avakirin û li ser şanazî, kêfxweşî, şahî, xemgînî û hemû bûyerên ku jinê û civakê bandor dike stran çêdike û dibêje li ser 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê stranek çêkirine û dê sibê diyarî jinan bikin. 
Koma Amara girêdayî strana ku ji bo 8’ê Adarê derxistine û diyarî hemû jinan kirine wiha dibêjin: “Jin xemla jiyanê ye weke axê di her biharekî de şax vedide şitlên nû li ser singa xwe vejîn dike. Di her sadsalekê de diherike pêl dide, di her sadsalekî de nû dibe, di sedsala 21 yekan de di bihara gelan de bi reng û dengê xwe bi şer û tekoşina xwe bi hebun û xwebuna xwe ne rojek hemu rojên sale dike 8’ê adarê. Em jî wek jinên gerila û Koma Amara di serdemeki ewqasî berxwedaniyek bê hempa tê kirin de buyina zimanê vê berxwedaniyê bi hûner û pêşengtiya azadiyê misoger dikin. Wek Koma Amara em vê stranê diyarî hemu dayik û jinan dikin. Careke din 8’ê adarê di serî de diyarî Rêber Apo û hemu jinên têkoşer û azadixwaz dikin. Cejna me piroz bê”