Ji kofiya serî ya jinên Ereb Hebarî
Ji cil û bergên jinên Ereb ên bi nermî û bedewiya xwe tên nasîn û xwezaya xwemalî ya jinan radixe ber çavan hebarî bi destê jinan hatiye parastin û xwe gihandiye van deman. Cemîla Hatim a 65 salî li kêleka parastina çanda hebarî dengbêjiyê jî dide jiyîn. Ji xwe bê ku kofiya hebarî girêbide li dîwanan narune û dest bi dengbêjiyê nake. Ew çavên wê yên bi kilê siphanî kildayî û deqên ser ruyê wê bi nexşê li ser hebariyê re dibe yek û rengek bedew derdikeve û bi dengbêjiyê re diherkike û diçe heya nava demboriyê.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Tevî pêşketina şaristaniyê û cil û bergên herêmî jî jinên Ereb bi taybetî yên temenê wan mezin, dikaribûn çanda xwe ya cil û bergên gelêrî biparêzin û ji tunebûnê biparêzin. Ji berê ve jinê Ereb di çêbûna bûyereke bi êş de ango xemgîniyek de, cilên reş ku ji kiras û hebarî pêk dihat, li xwe dikirin. Hinek dayik jî gorî pozîsyona kes di dilê xwe de, sond dixwarin ku heya dawiya emrê xwe li xwe bikin. Kincên Ereban jî ji kiras ango zibûn û hebarî pêk tên. Cemîla Hatim a ku ji navçeya Til Temir a girêdayî Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, temenê wê 65 salî ye û heya vê kêliyê jî xwedî li cil û bergên xwe yên gelerî derdikeve û diparêze. Di heman wextê de jî Cemîla jineke dengbêj e û dengê wê yê zelal ku ji nava dilê wê derdikeve û wekî zingil e ji aliyê jinên taxê ve tê bihîstin, hesteke cuda dertîne holê. Ji bo ku em bêtir rêwîtiya Cemîlayê bizanibin, me berê xwe da mala wê ya ku li taxa Hemra ya navçeya Til Temirê dikeve û nêrînên wê girtin.
“Di nava qermiçokên rûyê Cemîlayê de serpêhatiyên veşartî mayî”
Cemîla bi hesret û bêrîkirina rojên berê, çend kêliyên keda ku dida bi bîr xist û wiha got: "Me ji çinîn û berhevkirina pembo û dagirtina bendekan dest pê kiriye, heya palehiya genim bi dasan, xwedîkirina pez, çêlek û mirîşk û gelek karên gundan û li nava erdan me dikir û em bi westandinê jî nedihesiyan. Berê û niha jî ez barê xwe navêjim ser kesê, her ez barê xwe hildigrim û xwedî li xwe derdikevim û tu carî hêza xwe ji zilam nagrim. Ji ber ku niha jin di hemû waran de pêşengî ji civakê re dikin. Jin hemû nifşan perwerde dikin û aboriya civakê bi pergalî dabeş dikin her wiha pergala parastinê jî ava dikin. Hûn van qermiçokên rûyê min dibînin? Ev keda dehan salan e ku bi şev û roj, di zivistan û havînê de dixebitîm. Ev qermiçok şahidiya gelek êş, azar, ked û têkoşîna min daye dikin û wê yekê vedibêjin. Her qermiçokek, bi dehan serpêhatiyên veşartî, di serî de yên xizaniyê û şerê ku em pê re rû bi rû mane, vedibêjin."
“Ev tiştên jin çêdikin zanebûn û enerjiyek zêde dixwaze”
Cemîla da zanîn ku mêr jî kedê didin lê jin deh qatê wan dixebitin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Mêr jî kedê dide lê jin deh qatê mêr di hundirê mal û li derve û li her deverê, kedê didin bêyî ku westîna xwe diyar bikin. Ji ber enerjî û zanîna jinan zêde ye û bi kûrahî li ser mijaran dihizire, riyên çareseriyê dibîne."
Ji cilên kevneşopî yên jinên Ereb hebarî
Cemîla di gotinên xwe de behsa cil û bergên gelerî yên jinên Ereb kir û ev yek anî ziman: "Her neteweyek bi cil û bergên xwe yên gelerî, di cîhanê de tê nasîn. Jinên Ereb jî bi kiras ango zibûn û hibriya ku li dora serê xwe dipêçin, tên nasîn. Ev çand heya niha heye, lê nifşên nû, kêm xwedî li vê çandê derdikevin û ji modeya ku kapîtalîzm bi pêş dixe bi bandor dibin. Berê şermeke pir mezin bû ku jin bêyî zibûn li bejna xwe bikin û hibriyê bidin serê xwe, derkevin derve û derdor wan bibîne. Ne tenê çanda me ye, ev çanda jinên Kurd e jî em bi hev re xwedî li vê çandê derdikevin û diparêzin. Ji ber ku em ji demên berê ve li herêmê bi hev re dijîn, vê yekê bandorê li ser cil û bergên me jî kiriye. Çandeke me ya hevpar heye di cil û bergan de û di hemû amûr û tiştên din de. Dîrok û çandeke hevpar li herêmê heye. Ji bo dirûtina van cil û bergên gelerî, hinek jinên ku hê vî karî dikin hene. Ew jinên dirûnkar jî bêyî ku bizanibin, ew jî di parastina vê çandê de roleke dilîzin. Ez hibriyê ji bajêr dikrim lê ji bo kiras jî ez caw tînim. Hibriyê nerm herîr û yê corsên hene lê ya herîr êdî li herêmê nayê peydakirin û ev a ku min li dora serê xwe gerandiye û girê daye jî temenê wê 10 salî ye."
“Tu biçî kîjan aliyê cîhanê tu bi ziman û çanda xwe têy naskirin”
Cemîla nifşên nû yên ku radibin û mezin dibin hişyar kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ya herî xeter li ser vê civakê ew e ku nifşên wê ber bi cihên nediyar ve biçin. Bi taybetî ew nifşên ku ji çanda xwe dûr dikevin û ji kapîtalîmê bi bandor dibin. Mînak niha tu biçî dawiya cîhanê jî û li welatên Ewropayê bigerî, ger ku te cil û bergên xwe yên gelerî li xwe nekiribe û bi zimanê xwe yê dayikê neaxivî kes te nas nake û ev bi xwe jî şermek e."
Rêwîtiya ji Sûriyeyê ya ber bi Lubnan, Humis û Tertûsê ve…
Cemîla behsa çûyîna xwe ya ji Lubnan, Humis û Tertûsê re kir û wiha got: "Mînak ez berî niha çûm Lubnanê, zêdetirî 10 salan li wir mam û em li wir dixebitîn. Li wir min cilên xwe neguherî, ji ber ku her herêmek bi cil û berg û çanda xwe tê nasîn. Çawa ez rêzgirtinê ji cilên wan re digrim divê ku ew jî heman tiştî nîşanî çanda min bidin. Dixwestin ev çebonekî dirêj û kenzeyekî bi ser de li xwe bikim û wiha derkevim lê min ev yek qebûl nedikir. Ji lewre ez rastî gotinên ji rêzê dihatim, her dem ji min re digotin ‘Vaye ya şawî hat.’ Şawî jî bi wateya ku ya ji dunyayê tiştekî fêm nake û di hişmendiya berê de difikire û dijî. Tevî ku ez li Humis û Tertûsê jî mam, min cil û bergên xwe yên gelerî neguherand û rojek jî ji wan dûr neketim. Li gorî wan yên ku biçin bajaran divê xwe boyax bikin û cilên rût li xwe bikin lê ev ne rast e her mirovek li ser çand, ziman û dîroka xwe dikare cewherê xwe biparêze û rêzgirtinê li hember wan nîşan dide."
“Dengê bilûra min, bi çiyayê Kizwanan ê bilind re dibû yek”
Cemîla ne tenê jineke ku xwedî li çanda xwe derdikeve, di heman wextê jî jineke dengbêj e der barê vê rêwîtiya xwe de jî ev yek anî ziman: "Di civaka Ereb de, dengbêjî li pêş e, bi taybetî ji zarokan bigre heya kesên temenê wan mezin. Hemû xwedî dengê zêrîn in. Dema ku ez di 20 saliya xwe de bûm, her li ser çiya û li newalan bûm, min pezê mala dayika xwe diçêrand û şivantî dikir. Di wê demê de û ji bedewbûna çiyayan û xwezayê min îlham digirt û min li bilûrê dixist. Dengê bilûrê bi bilindbûna çiyayan re dibû yek û hesteke pir xweş dida min. Bi taybetî di biharê de, di nava xwezaya bedew de û dengê bilûrê, tiştekî pir cuda derdiket holê."
“Xeyala min ew bû ku ez ji şivanek wekî xwe hez bikim”
Cemîlayê xeyalên xwe yên di dema şivantiyê de bi bîr xist û wiha pêl da gotinên xwe: "Dema ku min şivantî dikir, xeyalên min ew bûn ku ez ji xortekî hez bikim ew jî şivan be wekî min, da ku ez bêjim min jî ji şivanekî hez kir. Şivantî karekî pîroz e li cem me. Ji bo wê bêtir dengbêjiya min li ser vê bû. Ne tenê ev, di dema ku dawetek çêdibe de jî em beriya wê şeva henê çêdikin her wiha stranên gelerî jî dibêjin. Ev çandeke mayinde ye, qet divê neyê wendakirin. Ji ber ku dengbêjî, çîrokên kevnare vedijenîne."
“Ruhê me bi axê re bûye yek”
Cemîlayê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Her çiqasî şer li ser me were meşandin jî, em ê li ber xwe bidin. Lê çiqas kapîtalîzm hewl bide me bide guhertin jî wê nikaribe çimkî em xwedî ruh in û ruhê me bi axa me re bûye yek û kes nikare koka me hilîne. Em ê xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û mayinde bihêlin."