Ji Brezîlya ber bi Rojava ve rêwîtiya Rojda Dendara

Balerîn û şanoger Rojda Dendara ya ji Brezîlyayê beriya salekê berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê, ji bo ku di nava şoreşa jinan de xwe nas bike û zanista xwe ya hunerî bi wan re parve bike, danseke cuda ku dikeve xizmeta warê hunerê dilîze.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku îlhama xwe ji ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girt, ne tenê bandorê li gelê wê herêmê kir, belê pergala netewa demokratîk bandora xwe li her mirovek azadîxwaz li her aliyên cîhanê kir. Bi sedan çepgirên biyanî tevli Tabûra Azadiyê ya Navneteweyî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Rojavayê Kurdistan-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne, di nava dijberiya li dijî DAIŞ’ê û daxwaza parastina Şoreşa Rojava de rolên girîng lîstine. Bêguman ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve heta roja me ya îro gelek mirovên antî-kapîtalîst ên navneteweyî yên ji neteweyên cuda berê xwe dan Rojava kar û xebat di warên cur be cur de dan meşandin. Rojda Dendara ya balerîn û şanoger ji bajarê SanPawlo (são paulo) ji Brezîlyayê ye, ji ber hezkirina ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û rêwîtiya lêgerînê dest pê kir. Rojda li ser rêwîtî û hezkirina xwe ya xizmetkariya Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinan bi ser ketiye, nêrîna xwe parve kir.

Lêkolîna li ser şoreş û têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê!

Rojda Dendara behsa huner û naskirina xwe ya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û tiştên herî zêde bala wê kişandine kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez balerîn im û di heman demê de dansa îfadeyî û şanoyê dikim, karê min di navbera Rojava û Brezîlyayê de ye. Di sala 2017’an de min li ser jinên Rûsyayê yên ku di şerê cîhanê yê duyemîn de şer dikirin, lêkolîn dikir. Hevaleke min a şanoger li ser vê meraqa min  a naskirina jinên Rûs pirsyarî kir her wiha got “çima tu li ser jinên Kurd lêkolîn nakî?” Wê demê min tiştek li ser Şoreşa Rojava nizanibû. Di kovarekê de min li ser Şoreşa Jinan li Rojava û şerê hêzên YPJ’ê yên li hemberî DAIŞ’ê xwend. Ya ku herî zêde bala min kişand demokrasî û federalîzma li Rojava bî. Li ser vê bingehê min dest bi lêkolîna li ser Kurdistanê bi giştî û têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê kir.”

Biryara hatina Rojava û ji nêz ve naskirin...

Rojda Dendara da zanîn ku ji bo ji nêz ve naskirina pergala netewa demokratîk û têkoşîna jinan li Rojavayê Kurdistanê biryara hatina Rojava daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser esasê naskirina demokrasî, pergala Rêveberiya Xweser, raman û felsefeya Rêber Apo, xwenaskirin, xweperwerdekirin û xwerêxistinkirinê min lêkolînên berfireh kirin. Ji ber hezkirina mezin a ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, min û hevala xwe ya şanoger di dirêjahiya du salan de di vê der barê de lêkolîn dikir û bi hev re li ser vê mijarê me senaryoya şanoyek nivîsand û afirand. Encama wê şanoyê û rexneyên heyî jî baş bû lê ji ber rewşa Covid-19 pêwîst bû demekê bê sekinandin, belê hê jî lêkolînên me berdewam dikirin û min hêza xwe ji jinên Rojava digirt. Li ser vê bingehê min biryar da em berê xwe bidim Rojavayê Kurdistanê da ku bêtir nêzî şoreşa jinan bibim û xwe hîn zêdetir fêm bikim.”

‘Avakirina dans û şanoyeke cuda dê ku xizmeta Şoreşa Rojava bike’

Rojda Dendara bal kişand ser armancên xwe yên hatina Rojava û avakirina dans û şanoyeke ku xizmeta şoreşê dike û wiha berdewam kir: “Salek berê ez hatim Rojava, ji bo di nava Çand û Hunerê de kar û xebatê bidim meşandin. Ez li ser şano û dîlanên gelerî ji bo avakirina şanoyeke bi zimanekî cuda ku bi gelê Rojavayê Kurdistanê re hewl didim parve bikim û bidim nasîn. Bi rastî, dixwazim ku dîlanên gelerî bi ya hevdem (modern) re bikim yek. Ji bo afirandina klîbên folklorî ji bo Rojavayê Kurdistanê em dixebitin ji lewra di nava Pargînê de cih digrim. Di jiyana xwe de min çend çandên cuda nas kirin, di nava dansê de ez hewl didim miksekê di navbera wan û ya Kurdistanê de çêbikim. Bêguman ev gav baş e ji bo nêzîkbûna çandên welatan ji hev.”

 ‘Rizgarkirina çandê ji desthilatdariyê’

Rojda Dendara da diyarkirin ku çanda Brezîlyayê rastî gelek êrîşan hatiye ji aliyê desthilatdarî û sîstema kapîtalîst ve ku gere were rizgarkirin her wiha li ser xwenaskirin û xwepêşxistinê di nava şoreşa Rojava de teqez kir û wiha pê de çû: “Dema ez hatim Rojava, mêzekirina min kûrtir bû, min gelek tişt ji nêz ve nas kirin û ji bo xwenaskirinê ketim nava hewldanan. Pêwîstiyê dibînim ku hîn zêdetir fêr bibim, armanca min ew e ku kesayeta xwe nas bikim, bi pêş bixim û paşê dîsa vegerim warê xwe Abya Yala. Dixwazim Şoreşa Rojava bi gelê Abya Yala re parve bikim û bidim nasîn. Çanda me ya Brezîlyayê bandora cîhanê li ser çêbûye û gelek êrîş jî li ser hatine kirin, gelek ji cewhera xwe jî dûr dikeve. Ji lewre dixwazim tiştên ku ji çanda li Rojavayê Kurdistanê fêr bûme, rêbazên nû yên bi hev re xebatê, bi xwe re bibim welatê xwe ji bo ku bibe riyeke zindîkirina çandê. Pergala kapîtalîst û desthilatdar her dem dixwaze xirabî û talanê bike, bi taybetî li ser çandan.”

Xebat û projeyên ku Rojda Dendara li Rojava cihê xwe di wan de girtiye

Rojda Dendara xebat û projeyên ku beşdar bûye li Rojavayê Kurdistanê wiha bilêv kir: “Çend taybetmendî û rêbazên lîstika şanoyê yên nêzî şanoya Brezîlyayê hene, bi taybetî hewl didim şanoyeke alternatîf bi hev re ava bikim, ji min re pir nêzî hev dihat. Helbet xwesteka me afirandina şanoyekê dûrî sîsteman, di heman kêliyê de hin ferq û cudahî jî di navbera çanda me de heye ku ez dixwazim hemûyan nas bikim. Bêguman çanda Kurdî dewlemend e, ji vê bingehê de projeyên serkeftî jê derkeve. Min ji bo jinên ciwan ên di nava Çand û Hunerê de cihê xwe digrin perwerdeya dansê da. Her wiha di nava Klîba “Destana PKK” min cih girt ku dansên îfadeyê tê de afirand. Dibe ku hinek zehmetî hatibin kişandin ji ber ku rêbaza ez pê dans dikim li ser wan nû, cuda bû, ji lewra pêwîst bû ku ez jinên ciwan perwerde bikim. Her wiha min di nava şanoya Evdalê Zeynikê de jî cih girt tevî çend projeyên din ên klîbên muzîk, dansa modern, dansên gelerî û hwd. hebûn.”

‘Tecrubeyeke dewlemend e pêwîst e her kes nas bike’

Rojda Dendara destnîşan kir ku tecrubeya wê ya li Rojavayê Kurdistanê pir dewlemend e, pêwîst e her kes vê şoreşê nas bike, got ku ji bo pêşerojê gelek projeyên wê yên cuda hene û wiha bi dawî kir: “Her roj ez kêfxweş dibim ku li Rojavayê Kurdistanê me û ji nêz ve çanda Kurdistanê nas dikim. Jinan li Rojavayê Kurdistanê têkoşîneke mezin dane meşandin, ji bo jiholêrakirina hişmendiya zayendperest û baviksalarî gelek ked didin û ev yek ne tenê teorî ye pratîk e li ser rûyê erdê tê dîtin. Hêviya min ew e ku ne tenê gelê Brezîlyayê vê têkoşînê nas bike, her mirov pêwîst e Şoreşa Rojavayê Kurdistanê nas bike. Li Rojavayê Kurdistanê min hezkirina rast û nêzîkatiyên bi nirx hîs kir, têkoşîna jinan şopeke bi wate û nirx di hundirê min de ava kir, bi taybetî pêşketina zanista jinan Jineolojî.”