Itîmad Weşeh bi riya fîlmên xwe rastiya jinan nîşan dide
Itîmad Weşeh kesayeteke xwedan biryar û îrade ye, piştî dîplomaya xwe girt biryar da ku fîlma wê li ser jinan be, di fîlma xwe de nêrîna civakên Ewropî li ser jinan ji aliyê hîcab, bekaret, mafên wan û mijarên din ku wê bi alîkariya çend jinên derbider ji welatên cuda, Sûriye, Iraq, Urdun û Misirê nas dike nîqaş kir.
REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Derhênerî ne pîşeyek bû ku keçek berî deh salan li Xezayê li ser wê kar bike. Ew tenê bi mêran re sînordarkirî maye ku beşdarî hilberîna çend berhemên ku rastiya Filistînê nîşan didin bûne. Lê belê ji bo van kar û dozan, bi taybetî li ser pirsgirêkên jinan û rastiya wan, dîtina Itîmad Weşeh cuda bû. Ew li pey hêviya xwe di wênekêşî û derhêneriyê de meşiya dikaribû kursa yekem bigire û tiştên ku dîtiye veguherîne fîlmên sînemayî.
Derhênera Filistînî Itîmad Weşeh di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku jin her tim xwedî nêrîneke cuda ye û hêza wê ya derxistina rastiyan ên girdayî mijara tevlihevkirina zayenda civakî heye ku bi riya fîlmeke xwe behsa wê kiriye û xwendekarên zanîngehê weke modelek girtiye dest ku wek destpêka xebata wê bû. Di dewreyên perwerdeya derhêneriyê de ku wê dîtiye, bal hatiye kişand ser hemû qonaxên xebatê, ji pêşxistina senaryoyê bigire heta kişandina fîlm, kadro û dîmenên xwestî, heya ronahî ku beşeke bingehîn a xebata wê ye.
Itîmad Weşeh diyar kir ku piştî berhemanîna çend fîlman, navê wê bilind bûye û ew ji bo kursa derhêneriyê li Swîsreyê hatiye berbijêrkirin lê ev mesele hema bêje ne mumkin bû, çawa keça kampê dikare ji destpêkê de karê derhêneriyê bike û piştre biryara rêwîtiyê bi tena xwe bide. Wê demê ew çû cem diya xwe û jê xwest ku piştgiriya wê bike da ku birayên xwe qanih bike ku wê zanînê bi dest bixe, bi rastî jî diya wê ev mijar xilas kir û destûr da wê.
"Rêwîtiya ji Xezayê"
Itîmad Weşeh bi rûkenî ji ajansa me re behsa mijara rêwîtiya sala 1999'an a ji Xezayê dike ku ne wek rojên îro zehmet bûye û wiha dibêje: "Tenê mabû ku li balafira dê min bibira balafirgeha Qahîreyê û ji wir jî bibira Cenevreya, Swîsreyê siwar bibim lê tiştê ku li benda min bû ji bo min surprîz bû. Xwendin ne bi Îngilîzî bû, bi Fransî bû ku min ew ziman nizanibû û ev yek ji min re bû astengiyek mezin ku dê ez neçar bikirama vegerim Xezayê.
Itîmad Weşeh bi bîr dixe û dibêje dema ku ew çû bi serokê zanîngehê re axivî, jê re pêşniyar kir ku peykersaziyê bixwîne lê wê hewl dida ku wî qanih bike ku ew ê bi nihêrîna li mekanîzmaya xebatê bi alîkariya hin hevkarên xwe re kar bike û debara xwe bike. Ew amade bûye ku her tiştî bike da ku bêhêvî venegere û dîplomaya derhêneriyê di nava 5 mehan de biqedîne tenê ji bo vekirina deriyekî ji bo xwe li cîhanê.
"Gelek keç di warê çêkirina fîlman de perwerde kirin"
Itîmad Weşeh kesayeteke xwedan biryar û îrade ye, piştî dîplomaya xwe girt biryar da ku fîlma wê li ser jinan be, di fîlma xwe de nêrîna civakên Ewropî li ser jinan ji aliyê hîcab, bekaret, mafên wê û mijarên din ku wê bi alîkariya çend jinên derbider ji welatên cuda, Sûriye, Iraq, Urdun û Misirê nas dike nîqaş kir. Itîmad ji çûyîna xwe ya derve sûd girt û ji bo perwerdeyê di navbera çend navendan de wek Neteweyên Yekbûyî, Reuters û BBC geriya. Di vegera li ser xebata sereke ya Itîmad Weşeh, ew amaje bi wê yekê dike ku karê wê di beşa Têkiliyên Giştî de li nexweşxaneya El-Ewda li Xezayê bû lê wê ew bi tevahî terikand dema ku jê re hat pêşniyarkirin bernameya vîdyoyê ya tevahî li navenda Karûbarên Jinan bigire û da zanîn ku wê gelek keç di warê çêkirina fîlman de perwerde kiriye û her wiha beşdarî bihêzkirina hejmarek derhênerên jin ên Filistînî yên bi navên navdar ên îroyîn de bûye.
Li gorî Itîmad Weşeh, di encama wan rahênanan de hejmareke mezin ji fîlman derketin ku wê ew berhev kirin û yekemîn festîvala fîlmên jinan dest pê kir di bin navê "Bi Çavên Jinan." Zêdebarî pêwendiya ligel derhênerên jin ji çend welatên Ereb ji bo nîşandana fîlmên xwe yên ku rastiya siyasî û civakî ya jin li wan welatan tê de dijîn nîşan dide.
Itîmad Weşeh behsa karnavala fîlman a ku wê organîze kiriye û tê de piraniya welatên Ereb û hin welatên biyanî wek Fransa, Brîtanya û Spanya tê de bûn kir û wiha got: "Yek ji van fîlmên herî diyar "Sari El-Werdî" ye ku behsa tundiya li ser jinan li Hindistanê dike û behsa lehengek dike ku rewşa lawazî veguherand hêzekê di gundê xwe de bi riya avakirina komeleyek ji bo jinan ku dê bi alîkariya qanûnê her zilamê ku îşkenceyê li jinan dike ceza bike.”
“Li hinek deverên Xezayê derstûr ji bo kişandina fîlman nedihat dayîn”
Der barê astengiyên navxweyî de, Itîmad Weşeh destnîşan dike ku dijwariya dayîna destûrên ji bo kişandina fîlman li hin deverên Xezayê, ji bilî derengiya demjimêrên kar di dîmenên şevê de, pirsgirêkek e ku civakê wê yekê diafirîne. Lê tevî wê yekê, wê gelek belgefîlm amade kirin ku behsa rastiya jinan û neheqiya ku li ser wan tê kirin, bi taybetî di mijarên mîras, zewaca di temenê biçûk de, bêparkirina keçan ji xwendinê û çawaniya bihêzkirina jinên Filistînî.
Itîmad Weşeh, amaje bi wê yekê kir ku civak hê jî cudahî dixe navbera keç û xortan û ev tişta ku wê di yek ji fîlmên xwe de behs kir û her wiha behsa rastiya jinên rojnameger ên Filistînî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pirengiya mijarên min û mijarên ku behsa wê dikim, bûye sedem ku fîlmên min di festîvalên navdewletî de wek Festîvala Fîlman a Iraqê bên nîşandan û ji bo çend zimanan bên wergerandin û gelek xelatên navdewletî jî bi dest xistin ku ji ber astengiyên rêwîtiya li Xezayê hê wernegirtine.”