“Huner cîhaneke cuda û berfireh e”

Jina ciwan Fatima Oso ya şêwekara tabloyan e, dibêje ku huner cîhaneke cuda ye bi riya tabloyan ew armancên xwe bi cih tîne û xeyalên xwe parve dike.

 
SARA ŞÊŞ HESEN
HELEB- Fatime Oso ya 15 salî ji gundê Heftêr ê navçeya Bilbilê ya Herêma Efrîna dagirkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi dagirkirina Efrînê re Fatima tevî malbata xwe koçî bajarê Helebê dibe û niha li taxa Şêx Meqsûd dijîn. Fatima ji zaroktiyê de ji hunerê bi taybetî ji karê şêwakariyê hez dike û gelek tablo xêz kirine. Bi tabloyên xwe beşdarî gelek pêşangehan bûye, herî dawî di pêşangeha ku ji aliyê navneda çand û hunerê a Helebê ve ji bo salvegera dagirkirina Efrînê hatibû lidarxistin tabloya wê yek ji tabloyên herî balkêş bû, wê tabloya Kela Seman xêz kiribû. Têkildarî mijarê Fatima ji me re axivî û behsa xebata xwe kir. 
Girêdan û hezkirina ji hunerê re
Fatima bal kişand ser girêdan û hezkirina xwe ya ji hunerê re û wiha got: “Beriya ku em ji Efrînê koçber bibin jiyana me gelekî xweş bû, erê ez bi temen biçûk im lê ez bi axa xwe ve girêdayî me û heta niha jî em jê hez dikin û em dixwazin vegerin ser axa xwe. Dagirkeran em neçarî koçberiyê kirin û em niha li Helebê dijîn. Di temenê 10 salî de min dest bi xebatên wênexêziyê kir, dema min dest pê kir em li Efrînê bûn. Ji bo zêdetir di xebatên wênexêziyê de xwe bi pêş bixim, min li navenda çand û hunera Efrînê navê xwe tomar kir û perwerdeya xwe dît. Wextê şer derket, ez demekê nikaribûm wêneyan xêz bikim lê min dîsa li Helebê berdewam kir. Bi riya xêzkirina wêneyan hemû xeyalên xwe nîşan didim, huner bi xwe cîhaneke cuda û berfireh e. Heya niha min 5 ast ji astên xêzkirina wêneyan bi dawî kir. Bi komirê ez wêneyan xêz dikim. Piraniya wêneyên ku ez xêz dikim li ser xwezaya Efrîn û şûnwarên wê ne. Her cihek ji Efrînê tê bîra min ez taployekê tînim û wê xêz dikim, tabloyên min ên li ser Efrînê gelek in her wiha ez pir girîngiyê didim wan. Li aliyê din jî li ser keda jiyanê û têkoşînê jî xêz dikim û li kêleka wênexêziyê ez li hunera xwe jî xwedî derdikevim.” 
 ‘Bi riye rîşa xwe Efrînê didim jiyîn’
Di dawiyê de Fatime daxwaz û hêviyên xwe wiha anî ziman: “Daxwaza min a sereke ew e ku Efrîn rizgar bibe û dîsa em vegerin warê xwe. Dixwazim aram bijîm û di nava xwezaya Efrînê de tabloyên xweşik çêbikim. Bi riya tabloyan armancên xwe  bi cih tînim û xeyalên xwe parve dikim.