“Heya bijîm ez ê her dem karê teşîrêsiyê bikim”
Zeyneb Silêman xwediya projeya ristina teşiyê li gundê Jinwar, der barê karê xwe de dibêje: “Me mîrasa ristina teşiyê ji nav pêvajoya helandina çandî bi xwe re aniye heya roja îro û em dixwazin ji nû ve zindî bikin. Bi rastî sebra min pir bi karê min tê, hezkirina min her dem min dikşîne nava ristina teşiyê. Heya ez bijîm ez ê karê teşîrêsiyê bikim.”
ROJ HOZAN
Hesekê - Yek ji alavên kevnar di çanda dapîr û dayikên Kurd de ristina hiriyê bi teşiyê ye. Mirov dema li çanda xwe xwedî derdikeve hebûna xwe jî mayînde dike. Herî zêde jin xwe di ber parastina çandê de berpirsyar dibînin û didin jiyîn. Li hemberî ambargoyên ku li ser civakê tên meşandin jinan alavên alternatîf afirandine û xistine xizmeta civakê lê bi pêşketina teknîkê re ev amûr bê bandor mane û rastî êrîşa helandinê hatine. Ristina hiriyê bi teşiyê di çanda jinên Kurd e pir bi nirx e. Dayikan bi hiriya teşiyê zarok û malbatên xwe xwedî dikirin û jê hemû pêwîstiyên jiyanê ava dikirin. Her wiha ji aliyên wê yên erênî ve jî berhemên jê çêdibin pir bi tendurist in û kombûna jinan li derdora xwe çêdike ev kar. Jina bi navê Zeyneb Silêman bi temen 45 salî ji navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Zeyneb li Gundê Jinwar bi dayikeke din re projeya ristina teşiyê bi pêş xistiye. Berhemên destên xwe li gund difroşin û pir bi daldarî xebatên xwe didomînin. Têkildarî mijarê Zeyneb Silêman behsa vê projeya xwe kir.
Teşî pênaseya çanda jinên Kurd e
Zeyneb çanda bikaranîna teşiyê pênase kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Teşî yek ji alavên kevnar e ku herî zêde di çanda jinên Kurd de pênaseya wê tê kirin. Di demên berê de dayikên me kar bi teşiyê dikirin, îro em jî parastina vê mîrasê dikin. Temenê min li derdora 15 salan bû dema min dest bi ristina teşiyê kir, wê demê em li derdora dayik û dapîrên xwe kom dibûn û ji wan hîn dibûn. Me ev mîras ji nav pêvajoya helandina çandî bi xwe re aniye roja îro û em dixwazin ji nû ve zindî bikin. Projeya teşiyê li gundê Jinwarê min pêk anî ez û dayikeke din me bi hev re dest bi xebata wê kir û heya niha em didomînin. Bi rastî derfetek bû di gundê jinan de em projeya xwe vekin ji ber ku em rehet dixebitin û hem tecrubeyên xwe jî bi jinan re parve dikin. Nifşên vê demê pir ji wan, van alavên resen nas nakin ji bo wê em dixwazin civaka xwe jî vegerînin rastiya wê. Dayikên Kurd parêzvanên çanda resen in bi saya wan heya niha em dikarin bi riya van xebatên xwe kêliyên xweş ji jiyanê vegerînin bîra xwe.”
“Alav û berhemên me xwezayî ne”
Zeyneb bal kişand ser çêkirin û bikaranîna teşiyê û wiha domand: “Teşî alaveke pê hirî tê ristin. Berê dayikan li ser destê xwe teşî amade dikirin wisa tepê baş ji bo wê hildibjartin û jê teşî çêdikirin. Jixwe hiriya bez a herî sereke ye di bikaranîna teşiyê de. Di dema biharê de piştî em hiriya bezê xwe qut dikin, em baş dişon û çend rojan li ber rojê radixin. Paşê em wê hiriyê bi şehê mûyan ji hev diveçirînin heya wisa bibe wekî pembû nazik bibe. Paşê bi teşiya xwe em dikin tayê ristinê. Ji tayê ristinê em cil û bergên hirî ji bo zivistanê, buxçik, lûfik û pir tiştan çêdikin. Berê dayikên me ji hiriyê tevin, tûrik, nivînên malê û kon çêdikirin. Hirî dem jê re nîn e xera nabe kîjan demê mirov bixwaze dikare bi kar bîne. Berhemên xwe jî em li gund difroşin pir mêvan hene dema serdana gundê Jinwar dikin karê me diecibînin û dibin. Ev çanda me ye ji bo wê dema mirov dibîne xwezayî jê hez dike. Piranî rengê hiriya xwe dema em dikin berhem xwezayî dihêlin lê carna jî li gorî daxwazan em rengereng dikin.”
“Sebra min pir bi ristina hiriya bi teşiyê tê”
Zeyneb hestên xwe bi ristina teşiyê re anî ziman û wiha bi dawî kir: “Helbet zehmetiyên her karî hene lê ya girîng encama wan a bi nirx e. Bi rastî sebra min pir bi ristina hiriya teşiyê tê, ji bo wê dibe ku ez wê weke westandin ji xwe re nabînim. Pir caran bi şev û roj ez teşiya xwe dirêsim, destê min nasekine. Pir caran ji min re tê gotin ev karê jinên berê ye çima tu ewqas xwe diwestînî lê hezkirina min, her dem min dikşîne nava ristina teşiyê. Heya ez bijîm ez e karê teşîrêsiyê bikim.”