Her tabloyek hest û çîrokeke veşartî ya jinekê vedibêje

Yara Hesko ya ji bajarê Efrîna dagirkirî ye, yekemîn pêşangeha xwe ya her tabloyek hest û çîrokeke veşartî ya jinekê vedibêje li Amûdê vekir. Yara Hesko bi wêneyên xwe cih dide jiyana jinan a bandora dagirkerî, şer û êriş lê heye.

EBÎR MUHEMED

Qamilşlo – Yara Hesko şêwekar û koçbera ji bajarê Efrîna ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin e. Niha li bajarê Qamişloyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Yara bi piştgiriya dost û hevalên xwe di 1’ê Mijdarê de li navçeya Amûdê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekemîn pêşangeha xwe vekir. Yara çîrok, hûrguliyên li ser pêşangehê û pêvajoya jiyana xwe ya hunerî bi me re parve kir.

Yara Hesko da zanîn ku salek li ser pêşangeha xwe xebitiye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Min pêşangeha xwe bi 26 tabloyên rengîn vekir. Nêzî salek e amadekariyên vê pêşangeha xwe ya taybet dikim. Min xwest beriya çend rojan vekim lê ji ber ku êriş li ser Rojavayê Kurdistanê hebûn, ez mecbûr mam çend rojan dereng bixim. Di 1’ê Mijdarê de pêşangeha min hat vekirin û dê hefteyek berdewam bike.”

Beşdarî gelek pêşangehên herêmî û navnetewî bûye

Yara Hesko ji sala 2018’an ve beşdarî gelek pêşangehên li Bakur û Rojhjilatê Sûriyeyê bûye ji bilî xebatên li derve. Yara di vê der barê de got: “Li Şam û Helebê beşdariya min a pêşangehan çêbûye. Salek berê 10 tabloyên min li pêşangeha Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê hatin pêşkêşkirin. Di heman demê de çi pêşangehên navneteweyî hebin beşdarî wan jî dibim.”

Bandora koçberiyê li ser jiyan û hunera Yara

Yara Hesko di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya zarokatî û dagirkirina bajarê wê Efrînê, ber bi koçberiyê ve bandora li ser jiyana wê û wiha pê de çû: “Ji zarokatiyê ve min ji wênexêziyê hez dikir. Piştî sala 2018’an serpêhatiyên min girantir bûn. Ez ji şêwaza vegotinê hez dikim, dibe ku zarokatiyê bandorê li min kiribe. Ez xwe di wênexêziyê de dibînim, dema ku tabloyan xêz dikim xwe bi eşq hîs dikim. Şêwekarî bûye sîstema jiyana min, nikarim bê çêkirina tabloyan rehet bibim. Piştî dagirkirina Efrînê, bêtir bi hunerê ve hatim girêdan. Ji min re bû bêhnvedanek ku tê de hestên xwe bînim ser ziman. Bi awayekî zindî êşa xwe naynim ziman, tenê bi vegotina bi riya tabloyan hestên xwe der dikim.”

Di tabloyan de forma jinan

Şêwazê Yara Hesko ya xêzkirinê bi forma jinan diyar û balkêş e. Her tabloyek hest û çîrokeke veşartî ya jinekê vedibêje, ew di vê der barê de wiha nêrîna xwe tîne ziman: “Rast e di tabloyên min de forma jinan heye, êşa xwe û derdorê parve dikim. A girîng ew e ku her kes dikare xwe di van tabloyan de bibîne û pê hîs bike.”

Yara Hesko destnîşan kir ku ew amadekariyên bi hêztir dike ji bo pêşeroja xwe û wiha bi dawî kir: “Piştî vê pêşangehê, ez amadekariya tabloyên nû dikim. Di pêşerojê de ez ê wan jî pêşkêş bikim û bi hêvî me ku tabloyê min tenê li vir nemînin, derfet hebe her kes wan bibîne.”