Hayat Al-Qasima Tûnisî bi jinan re hunerê mezin dike

Hunermenda plastîkê ya Tûnisê û helbestvan Hayat Al- Qasimî pirsgirêkên jinan di tabloyên xwe de diteyîsîne, di mala xwe de bi qada ku ava kiriye, armanc dike ku jinên bêkar hunerên destên xwe bidin nasandin.

NAZIHA BOUSSÎDÎ

Tûnis – Hunermenda plastîkê û helbestvan Hayat Al- Qasimî di xebatên xwe yên hunerê de pirsgirêkên jinan diteyîsine, der barê destpêkirina xebatên xwe yên hunerî û rewşa xebatên xwe de axivî.

Hayat Al- Qasimî da zanîn ku di avakirina kesayaeta wê de pêvajoya jiyana li nava xwezayê gelek bandor lê kiriye û wiha got: “Bavê min bajarekî Bakur û Rojavayê Tûnisê, Bejayê di çiftlikeke mezin de dixebitî. Bavê min di zaroktiya min de ez teşwîqî xebatên çandiniyê dikirim, weke karkerên din dixebitim. Min pez xwedî dikir û di heman demê de jî dersê dixebitîm. Ên ku li wêneyên min dinêrîn, xweza, berhemên kevin û teyîsîna mîrasan dibînin.” 

Bi 40 tabloyên ku pirsgirêkên jinan nîşan didin beşdarî pêşangehê bûye

Hayat Al- Qasimî da zanîn ku dema kesek ji malbata xwe winda kiriye li gel zeviya xwe malek kirî ye û malê weke navendeke komeleya pira afrîneriyê bi nav kir û got: “Bi saya vê min gelek wênê çêkirin. Heta niha xebatên min ên helbest û wêneyan bi vî awayî ne 5 koleksiyonên min ên helbestan ên bi navê “Barana eşqê”, “Pîşeya min”, “Senfoniya jiyanê” û “Nostaljî” hene. Piraniya wêneyên min ji nîşaneyên li Sîdî Ben Aissa, Kasbah û bajarê Beja pêk tên. Di Enstîtuyê de di bin navê “Ey Filistîn ronî bibe” de 30 wêneyan min pêşan da û min yek ji wan wêneyan bexş kir. Di heman demê de min 30 wêneyên ku lîstokên gelerî nîşan didin çêkir. Ez bi 40 tabloyên ku pirgirêkên jinan vedibêjin beşdarî pêşangeha bi navê “Ji jinên Afrîkayê nalîn” bûm.”

Ji bo jinan li mala xwe qadek vekir

Hayat Al- Qasimî destnîşan kir ku ji bo bihêzkirina jinên bêkar û berhemên destên di mala xwe ya xwedî 20 ode û şopên dîrokî de qadek ava kiriye û li Tûnisê di meha Nîsanê de di Fuara Navneteweyî ya pirtûkan de di pêşangeha 39’an beşdariya gelek jinan bal kişandiye.