Galya Selah bi pirtûkên înteraktîf zarokan perwerde dike

Galya Selah a Filistînî ji bo rewşa zarokan baştir bike û asta wan a perwerde û tendirustiyê li dijî teknelojiya bi zirar bi pêş bixe û wan ji zirarên teknolojîk biparêze, pirtûkên perwerdeya înteraktîf amade dike.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Galiya Saleh pirtûkên înteraktîf ji bo zarokên normal û yên xwedî pêwistiyên taybet jî weke nexweşên autism amade dike, li gel zêdetirî hezar lîstikên perwerdeyê bi armanca hemû beşên zarokan amade kir.

Galiya Selah a li bajarê Tolkerem dijî, li pêş maseyek biçûk tijî kaxezên cuda û qumaşên rengereng rûdinê tevî alavên bingehîn weke meqesê kêrhatiya xwe xweşik vediguherîne afrandinê û mesrefa xwe jê derdixe.

Ger hêz hebe serkeftina her projeyê hêsan dibe’

Galiya Selah dibêje ku serkeftina di kar de û qezencên wê bi asta xwendina jinan an sermayeya wan ve nayê girêdan û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Ez derçûya koleja dermansaziyê me, çend salan min kar kir piştî zarokên min hatin dinyayê min navber dayê. Li vir min dest bi projeya ku niha ez bi pêş dixim a gelekî ji dermansaziyê dûr e kir. Ezmûna min a yekem di dîzaynkirina pirtûka interactive de bû.  Min kêrhatiya xwe dît ger vîn û daxwaz û hêz hebe serkeftina her projeyê hêsan dibe. Sedema bingehîn, piştî destpêkirina projeya min keça min Sara bû. Dema ku wê torên civakî dişopand pirtûkek interactiv û cuda dît, jê hez kir ji min xwest ez jê re çêkim. Tevî ku ez di wênexêziyê de kêrhatî nebûm jî ji bo keça xwe min hewl da. Bingeha projeyê ji hest û daxwazên dayikek pêk hat. Min xwest zarokan ji alavên dîjîtal û tîrêjên zirardar biparêzim.”

‘Armanca pirtûkên interaktîf ew e ku zarokan ji telefonê dûr bixe’

Galiya Selah behsa armanca projeya xwe û kir û wiha pê de çû: “Min li gorî nimûneya keça min dît, dîzayna pirtûkê û reng û pîvanên qumaşan danî. Di dawiyê de ew pir xweşik û baş derket. Keça min, malbat û hevalên me hemûyan pirtûk ecibandin. Ji ber ku ev proje girîngiya wê zanistî û tendirustî ye ji bo zarokan gelek baş e.”

Der barê pirtûkê de jî Galiya Saleh got: “Berî du salan min biryar da ez projeyê berfireh bikim da ku bibe veberhênan, bi awayekî pispor di hemû kêliyên wê de min xwest navaroka pirtûkê dewlemendtir bikim. Kaxiz jî nerm e ji bo zarokan baş dikarin hilgirin. Ez pirtûkan li gorû daxwaza malbatan çêdikim, navê zarok, wêneyê wî, kertona jê hez dike datînim ser, wisa zarok pê ve tê girêdan. Armanca sereke ya berhemdana van pirtûkên interactive û çîrokan ew e ku ez zarokan ji bikaranîna telefonê demek dirêjî dûr bixim, bi riya bikaranîna pênc hestên zarok di xwendinê de karînên fêrbûnê bi riya lîstikan xurt bikim. Ev pirtûk ji zarokên çend mehî heya yên mezin e. Li gorî temenê wan tê guhertin.”

‘Berhemên min digihîjin hemû welatên Ereban’

Galiya Salih di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku berî dest bi pirtûkê bike ji dayikên zarokan kesayeta zarokan nas dike û li gorî vê jî pirtûka xwe amade dike û wiha pêde çû: “Berhemên min niha digihîjin hemû dewletên Ereb û biyanî. Ne tenê bajarê min, ez tevî pêşangehên mezin ên ku piştgiriya jinan dikin dibim. Bi riya medyaya dîjîtal jî xwe bi hemû deran didim nasîn. Li gel serkeftinê, astengî jî derdikevin. Ji ber ku ez bi xwe dermansaz im rastî rexneyên nebaş têm lê li hemberî wan bêdeng dimînim. Tenê karê xwe dikim. Her wiha bihayê madeyan jî giran bûye wisa temenê pirtûkê jî giran dibe. Hêvî dikim ku ev pirtûk bigihîjin hemû Rojhilata Navîn û di dibistanên Filistînê de jî bên bikaranîn. Dixwazim cihekî kar ê mezin vekim û tê de jin kar bikin. Niha 5 jin kar dikin. Ez hewl didim perwerdeyên pêwîst bi pêşxistina vê projeyê bigrim, karên baştir bikim, berhem jî wisa li ser asta welat û cîhanê zêde bibin.”