Fîlma ‘Berfîn’ bi keda jinan derket pêşberî temaşevanan

Sînemager Dîcle Arjîn fîlma Berfîn ku di 2016’an de hatiye kişandin nirxand û diyar kir ku fîlm qala salên 1990’an dike û bang li gelê Qamişloyê kir ku di rojên 20-21 û 22’yê Gulanê de werin li fîlm temaşe bikin.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Fîlma ‘Berfîn’ ji aliyê Sîne Çiya ve di sala 2016’an de li herêmên parastina medyayê û Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatiye kişandin. Fîlm qala salên 1990’an bûyerên li Bakurê Kurdistanê li herêma Botanê qewimîne dike. Fîlma Berfîn serpêhatiya jineke ciwan ku ji aliyê dewletê ve malbata wê ji hev perçe bûye, bavê wê hatiye qetilkirin, dayika wê ketiye girtîgehê û ji dibistana seretayî ve ji aliyê dewletê ve hatiye şopandin û rêwîtiya wê ya gerîlatiyê vedibêje. Fîlma Berfîn çîrokên Kurdî yên rasteqîn vedibêje, berxwedan û têkoşîna gelê Kurd a li hemberî zilma dewleta Tirk tîne ser ekranê.

Derhênera fîlm Ozlem Arzêba ye. Her wiha fîlm li gelek cihan hatiye pêşandan û tevli mîhrîcanan jî bûye.

Cara yekem, wê fîlma ‘Berfîn’ li Rojavayê Kurdistan, li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê were pêşandan. Girêdayî fîlm û wê kengî were pêşandan, sînemager Dîcle Arjîn ku di fîlmê de rola dayikê dilîze, ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Fîlma Berfîn di sala 2016’an de hatiye kişandan’

Dîcle Arjîn wiha behsa sal û cihê ku fîlma Berfîn lê hatiye kişandin kir: “Fîlma Berfîn di sala 2016’an de hatiye kişandin. Di pêvajoya kişandinê de zor û zehmetiyên wê hebûn, ji ber ku qadên em lê bûn, şert û mercên ku em cihê fîlmê tam nîşan bidin tunebûn. Cihê kişandinê Mexmûr bû, em derbasî wê derê bûn. Piştî me kişandina fîlmê li Mexmûrê di nava sê mehan de temam kir, em derbasî qadên parastina medyayê bûn û wir jî kişandina fîlm çend mehan berdewam kir û paşê em derbasî beşa montajê bûn. Piştî montaj jî bi dawî bû, ji bo fîlm bigihîje temaşevanan, derbasî pêşandanê bû.

‘Berfîn qala lêgerîna xwe û têkoşîna dayika xwe dike’

Dîcle Arjîn çîroka fîlma Berfîn wiha anî ziman: “Fîlma Berfîn behsa salên 1990’an dike. Di wê salê de zexta dewleta Tirk li ser gelê Kurd pir zêde bû. Di wan salan de şer pir dijwar bû, windahî di nava gel de çêdibû. Her wiha hinek mirovên welatparêz ji aliyê dewleta Tirk ve dihatin windakirin. Çîroka me jî malbatek ku di bin zexta dewleta Tirk de hatiye perçiqandin e. Bavê Berfîn ji aliyê dewleta Tirk ve tê qetilkirin, dayika wê jî tê girtin. Fîlma Berfîn, qala lêgerîna Berfîn  dike. Berfîn keça dayikê bi xwe ye, dayik jî piştî ji zindanê derdikeve lêgerîna wê dest pê dike û tevli refên azadiyê dibe. Berfîn behsa lêgerîna dayika xwe û têkoşîna xwe dike.”

‘Fîlma Berfîn bi çavên jinan hat nivîsandin’

Dîcle Arjîn anî ziman ku fîlma Berfîn ji aliyê, derhêner û lîstikvanên jin ve hatiye çêkirin û wiha domand: “Fîlma Berfîn piştî kişandina wê bi dawî bû, li Ewropayê hat pêşandan. Di heman demê de fîlm beşdarî çend mîhrîcanan jî bûye. Piştî wê gelek hewldanên me çêbûn ji bo ku em li gelek cihan bidin pêşandan lê derfet çênebû. Fîlma Berfîn naveroka wê bi taybetî jin in û çîrok li ser jinan e. Dema me dest bi vî karî jî kir, seneryo bi destên jinan hat çêkirin. Di nava refên azadiyê de gelek çîrokên bi vê rengî hene. Bi taybetî keçên ku pê dayika xwe diçin, dayikên ku li pey keçên xwe diçin. Ev yek bi çavên jinan bûye senaryo. Ev çîrok taybetmendiya wê ji bo jinên ciwan avakirin û hewldana dayikan e ji bo pêşeroja keçên xwe. Mînaka Meryem Çolak hebû, ji bo keça xwe şer dikir da ku pêşerojek azad ji keça xwe re bihêle. Berfîn jî mînakek ji Meryem Çolak e. gelek çîrok û nirxên veşartî hene, dema tu xwe digihîjînî, nirxek pir bi wate derdikeve ku mirov tomar bike. Ev fîlm bi destên jinan, bi çîroka jinan, derhêneriya jinan û lîstikvaniya jinan derket pêşberî temaşevanan. Ev xebat me xwest bigihîje jinan û jinên ciwan. Li aliyê Rojavayê Kurdistanê hê nehatiye pêşandan. Niha em amadekarî dikin ku li Rojavayê Kurdistanê jî pêşandana wê çêkin.”

‘Hinek berhem hene ne ji bo demekê ji bo her demê ne’

Dîcle Arjîn Sînemaya Kurd û sînemaya jinê wiha anî ziman: “Em şopdarên Xelîl Dag in, em hêz û moralê xwe jê digirin. Hevalê Xelîl ji bo me mînakek sereke ye. Dema me dest bi fîlma Berfîn kir, me bi wî ruhê dikaribû çêkin. Hevalê Xelîl di nava bêderfetiyan de gelek xebatên hunerî derxist ku ev pir girîng e. Dikaribû cîhana jinan jî derxe pêşberî gel. Em weke jin jî şopdarên wî ne ku heta niha jî em li berhemên hevalê Xelîl temaşe dikin. Hinek berhem hene ne ji bo demekê ne, ji bo her demê ne. Fîlma Berfîn, Kobanê û Şengal bi pêşengiya jinan hatin çêkirin, derhênerên wan jin bûn. Li gelek cihên Kurdistanê jî em dizanin şopdarên hevalê Xelîl  Dag hene ku dixwazin fîlm çêbikin. Em serbilind in ku em dikarin rengê jinan bidin fîlman. Destgirtina jinan ji aliyê pergalê ve cihê rexneyê ye, em jî dixwazin rengê jinan, îradeya jinan, felsefeya jinan û çavderiya wan di sînemaya jinan de bi pêş bixin ku gelek gav jî hatine avêtin.”

Di fîlma Kobanê û Berfîn de rol girt

Dîcle Arjîn ku di fîlma Berfîn de rol giriye, hestên xwe wiha anî ziman: “Dema min senaryoya Berfîn xwend, ez gelek pê bi bandor bûm. Hinek dem derdikevin pêşberî me û em dibêjin divê ew dem bên tomarkirin û derbasî fîlmê bibin ku yek ji wan fîlman fîlma Berfîn bû. Di fîlma Berfîn de min rola dayikê girtiye. Di dema kişandinê de min her dem dixwest dayika ku wê hestê jiyaye, bibînim da ku empatiya bikim û rola xwe baş bilîzim. Her çiqas mirov rola wê bilîze, ne weke ku tu bibînî û hîs bikî ye. Di wî fîlmê de gelek heval hebûn ku cara yekem lîstikvanî dikirin. Di fîlmê de hevalek hebû keça xwe hiştibû û tevli nava refên azadiyê bûbû tevlî fîlmê bû. Dema ku dayikê wê çîrokî bihîst, weke çîroka wê tê tomarkirin ewqas bi bandor bû. Dema min vê fîlmê de rol girt yekser Meryem Çolak hat bîra min ji ber bûyerek wiha ew jiya bû. Min hewl da wî ruh, derûnî û karekterî baş nîşan bidim. Ji bo min serfirazî bû ku em vê çîrokî bi tevahî jinan re parve bikin.”

Dîcle Arjîn di fîlma Kobanê de jî rol girtibû wan kêliyan jî wiha anî ziman: “Di fîlma Kobanê de min rola Zehra girtibû. Muzeyek li Kobanê heye ku di dema kişandina fîlmê de em her di nava wan xirabeyan de bûn. Beriya ez rol di fîlma Kobanê de bigrim, ew şerê mezin, şerê azadî û şerê ku dijmin dixwaze qirêjahiya xwe li cîhanê belav bike, tu weke mîlîtanên Kurd şer dikî. Ew bermahiyên ku mane, me li wir jiya. Her dem ruhê hevalan bi me re bû ku, em hestek wiha giran dijiyan. Dema rola hevala Zehra zelal bû ku ez ê bilîzim, ez pir bi bandor bûm ji ber hestek giran e. Ez gelek difikiriyam gelo ez ê bikaribim wê hevalê di rastî de bînim ziman. Ez çûm ser gora hevala Zehra, min diyalog pê re çêkir ku alîkariya min bike da ku ez wê baş bilzim. Min kevirek li ser gora hevala Zehra hilgirt û min kir berîka xwe. Mîrateyek pir girîng ji me re hiştin. Derfetên ku em dikarin bi wan fîlm bikişînin, pakrewanên me ji me re vekirin. Niha em li ser wê ax û keda ku dane fîlmên xwe dikşînin. Hestên wê giran bûn lê divê em wê barî rakin. Me xwest wê nirx û ruhê wê baş bînin ziman. Jixwe bi pêşengiya jinan şerê Rojava di pêş ket û serkeftina jinan bû. Diviyabû wê serkeftinê em di fîlmê de jî bînin ziman. Hestên wê giran bûn, min hewl da rola xwe baş bilîzim. Bi giştî di nava gel de jî dema gel dît min rola hevala Zehra di fîlma Kobanê de lîstiye, bandoreke mezin li ser civakê çêbû. Ev yek me kêfxweş dike ji ber ku me ruhekî teyisandiye. Dema em hestên gel dibînin, kêfxweş dibin ku fîlm bi serkeftî hatiye çêkirin.”

‘Piştgiriya gelê Mexmûrê ji bo fîlma Berfîn tu carî nayê jibîrkirin’

Dîcle Arjîn alîkariya gelê Mexmûrê ji bo fîlma Berfîn wiha anî ziman: “Ji bo fîlma Berfîn dema em çûn aliyê Mexmûrê ku ew gel ji Botanê koçber bûye, me xwest vê fîlmê li wir û bi wan re bikişînin, hemû gelek bi bandor bûn. Fîlma Berfîn bi gel re hat çêkirin û ruhê kolektîf derket holê. Gelê Mexmûrê ji bo fîlmê gelek ked da, em tu carî ji bîr nakin. Di aliyê cil û berg, seyare, pêwistî bi çi hebûya alîkariya me dikirin. Di kişandina sehneyekê ku dema bavê Berfîn û du kes tên qetilkirin tînin gund, me gelê Mexmûrê kom kiribû, dema gel wê sehneyê dît, gelek hestiyar bû. Di wê kêliyê de bûyer zindî dibû, ew di salên 1990’î de jiyabûn.”

‘Werin em bi hev re li fîlma xwe temaşe bikin’

Dîcle Arjîn herî dawî bang li gelê Qamişloyê kir ku di 20 Gulanê de werin Navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê li fîlma Berfîn temaşe bikin û wiha bi dawî kir: “Dê fîlma Berfîn li Rojavayê Kurdistanê cara yekem derkeve pêşberî gel. Em kêfxweş in ku xebatên wê didin meşandin. Em dixwazin çandek ava bikin, çawa? Pergala kapîtalîst di her alî de êrîşî zihniyeta civakê dike û li gorî xwe însanan ava dike. Em jî li hemberî vê rastiyê têkoşîna çand û hunerê didomînin. Em girîng dibînin ku sînemaya Kurd û sînemaya jinan li ser sehneyê pêşkêşî gel bikin. Em dixwazin berê gel bidin sînemaya Kurdî. Em dixwazin gelê me dema xwe ji bo fîlma xwe veqetîne û tevli fîlma xwe bibe. Bila were û fîlma xwe binirxîne û pişgirî bide. Em bang li gelê xwe dikin ku di rojên 21-22 û 23’yê Gulanê de werin Navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê, em bi hev re li fîlm temaşe bikin.”