“Ez jineke bi hêz im û destûr nadim bi çavên dilşewat li min binêrin”
Najat dibêje ku ew tu carî têgehên wekî "feqîr, lawaz, ne gengaz, dijwar" di wêneyên xwe de naxwaze û ji bo cih nede wan çi ji destê wê hatiye kiriye wiha got: "Tevî zehmetiyên ku ez dibînim jî ez difikirim ku karê min ew e ez wan derbas bikim. Ez hewl didim bi hunera xwe cîhana erênî di serê xwe de bi wêneyan xêz bikim. Ez hez nakim çavên dilşewat li derdora xwe de bibînim.”
ZIHUR EL MEŞRIQÎ
Tûnis - Wênesaza Tûnisê Najat Bamrî, bi destên xwe yên ku ji dema zayînê ve astengdar bûn nikaribû firçe bigirta. Ji ber wê yekê firçeyê bi devê xwe girt û dest bi ‘xêzkirina’ li ser dîwarên mala xwe kir. Li vê cîhana ku astengdar hatiyê, xeyalên xwe derbasî tuwalê dike. Najat Bamrî di dema jidayikbûna xwe de ji ber atrofiyê nikaribû masûlkeyên milê xwe bilivîne lê ew dijwariya li hemberî hemû astengiyan pir baş dizanibû. Wêneyên wê li gelek welatên Rojhilata Navîn hatin pêşandan û bi madalyaya rûmetê vegeriya welatê xwe. Em ê niha lê guhdarî bikin, bila ew bi xwe ji me re çîroka xwe vebêje:
“Roja ku min yekem car firçeya xwe girt, ez keçek piçûk a çarsalî bûm, dema ku min bi devê xwe pênûsê girt, li ser dîwarê mala me nivîsîm, xeyala min dest pê kir. Bi rengên xwe min kirin evîndara xwe. Wêne ji bo min xeyalek e. Ew jiyana xeyalî bû min xwe tê de dît."
"Bû çeka ku ez xwe pê îsbat bikim..."
Najat Bamrî dibêje ku malbata wê bêyî wê ji xwişk û birayên wê yên din cuda bike mezin nêzî wê bûne û wiha didomîne:
“Bê westandin û bê astengî serkeftin çênabe. Ji zaroktiya xwe ve, li mala me malbata min çawa nêzî xwişk û birayên min bûn, wiha nêzi min bûn. Min nêzikatiyêk taybet nedît. Min qet cudahî di navbera xwe û xwişk û birayên xwe de hîs nekir. Bêguman ez cuda bûm. Lê astengiyên li derveyî malê hemû astengiyên ku ez pê re rû bi rû dimam dihatin derbaskirin. Her jinek astengdar a ku di civakek baviksalarî ya zordar de dijî, zoriyan dikşîne lê ez dikaribûm bi devê xwe firçeya xwe ya hevala min a jiyanê ye bigrim, rengan tevlihev bikim. Wêneyên ku bi hunerê dagirtîne xêz bikim û cîhana ku ez xwe tê de dibînim min dibîne... Ew bûn çekên ku rê dan min, astengiyên min derbas kirin û min karibû xwe îsbat bikim.”
“Min xeyalên xwe hembêz kirin"
Najat Bamrî jî xeyalên xwe bawer kiriye lê herî girîng, malbata wê ji jê bawer kiriye.
"Malbata min jî alîkariya min kir, piştgirî da min û bi qabiliyeta min bawer kirin. Çawa ku min xeyalên xwe hembêz kir wan jî ez hembêz kirim. Bi gelemperî hewcedariya min ew e ku amûrên xêzkirinê û materyalên pêwîstiyên min nêzî min bin. Carna dema ku ez li malê bi tenê dimînim hewl didim wêne çebikim, dema ku wêneyê min çêkiriye li erdê dikeve, ez neçar dimînim ku ji nû ve çebikim, ez dibêjim qey ne hewce ye ku ez bibêjim derdorê tevlihev dikim. Bi rastî, dibe ku ew wekî hûrguliyên piçûk xuya bikin lê dema ku hûn neçar in her dem wisa bijîn, ev tiştên piçûk wekî astengiyan derdikevin pêş. Li welatê xwe, ez carna tenêtiya xwe ya li malê dijîm. Kolan û mercên jiyanê ji bo astengdaran pir dijwar in. Her çend carna ramana koçberiyê were bîra min jî piştre dibêjim, 'Jinên Tûnisê çi zehmetiyên jiyanî û darayî dijîn divê ez derbasî jiyanê bikim' û dev ji fikra koçeberiya ji welatê xwe berdidim.”
Hukmê têgehên wekî xizan, lawaz, ne gengaz, dijwar tune ye!
Najat dibêje ku ew tu carî têgehên wekî "feqîr, lawaz, ne gengaz, dijwar" di wêneyên xwe de naxwaze û ji bo cih nede wan çi ji destê wê hatiye kiriye wiha got: "Tevî zehmetiyên ku ez dibînim jî ez difikirim ku karê min ew e ez wan derbas bikim. Ez hewl didim bi hunera xwe cîhana erênî di serê xwe de bi wêneyan xêz bikim. Ez hez nakim çavên dilşewat li derdora xwe de bibînim. Ez jineke bi hêz im û qet hewcedariya min bi dilşewitandinê nîn e.”
Girîngiya xêzkirina wêneyan
“Xêzkirina wêneyan jiyan e, hebûna min e, raman û sedema kêfxweşiya min e. Dema ku ez piçûk bûm, wêneyên min ji tiştên ku min jê fam nedikir û nizanibû yanî hilberinên min bi xeyal pêk dihat. Gava ku ez mezin bûm, ew bû çavkaniyek vegotina daxwaz û fikarên min û bi vê minasebetê, min hewl da ku bi wêneyên xwe rastiya astengdarî ne asteng e û ne jî kêmasî ye nîşan bidim. Astengî dikare bibe rêgezek ji bo afirîneriyê û xweîfadekirina di warê herêmî, cîhan û jinan de û ez vê yekê ji dilê xwe hîs dikim û dibejîm. "
Heya mecbûr nemîne naxwaze wêneyên xwe bifroşe
Najat dibêje ku ew bi dilovaniya dayikî nêzî hemû wêneyên xwe dibe û wiha destnîşan dike; “Wêneyên min mîna zarokên min in. Di hundirê xwe de çîroka min dihewînin. Ez li hemî wêneyên ku çedikim wekî çavên xwe dinêrim. Hinek wêneyên min hebûn, ez neçar mam ku bifroşim û min ew bi poşmanî kir” û got ew rast nabîne ger hewcedariya wê ya aborî tunebe naxwaze wêneyên xwe bifroşe.
Bi wêneyên xwe li Rojhilata Navîn geriya, li Misrê doktora girt
Najat dibejê ew bi wêneyên xwe beşdarî gelek pêşangehên li welatên Rojhilata Navîn bûye û diyar dike ku dema tê Cezayîr, Misir û Tirkiyeyê tuwalên xwe dide ser milên xwe û heta Fransayê jî diçe. Najat dibêje ku ew bi vê yekê serbilind e wêneyên wê bi piranî ji hêla welatên Rojhilata Navîn ve hatine ecibandin, di 2018’an de ji Weqfa Afirînerên Ereban a (Creators Foundation The Arabs) li Misrê doktoraya rûmetê stend û di sala 2019’an de bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji Serokomariya Tûnisê belgeya rûmetê girtiye.
Ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê peyam
Najat di serî de bang li jinên Tûnisê, welatên Rojhilata Navîn û cîhanê kir û got; “Destpêkê xwe ji bo xwe îsbat bikin. Ji ber ku jineke serkeftî divê pêşî xwe nas bike û bizanibe ku çawa sînorên xwe derbas dike. Jixwe hez bikin, ji karê ku hûn dikin hez bikin, têbikoşin û sebir bikin. Tu hêz nikare li pêşiya vîna we bisekine. Hûn dikarin serfiraziyek ecêb bi dest bixin, pêşî hewce ye hûn bi xwe bawer bin.”