‘Divê em girêdayî hêvî û xewnên xwe bin’

Huriya El-Şêxî di hunera seramîkê de hewl dide wêneyên jinên Mexribî yên têkoşer derbirîne. Ligel hezkirina ji vê pîşeyê armanca wê ew e ku çanda Mexribê biparêze.

HENAN HARITE

Mexrib – Huriya El-Şêxî karê seramîkê dike ku niha bihabûna madeyan armancên wê yên ji deh salan ve asteng dike û nahêle hunera seramîk biparêze ku ew weke kelepor û hunera Mexribê tê naskirin.

Huriya El-Şêxî ji bo fêrî hunera seramîk bibe, perwerde dît û hînê vê hunera xweşik bû. Roj bi roj hêviyên wê mezin dibin li bendê ye ku ji bo xewna xwe pêk bîne piştgirî jê re were dayîn. Tevî hemû astengiyan jî bêhêvî nema û her dem hunera seramîkê li ser caman, qumaş, axê çêkir, dikaribû projeya xwe ya taybet biafrîne bi hezkirinek mezin dest pê kir.

‘Min dest ji karê hemşîretiyê berda û li malê dest bi seramîkê kir’

Huriya El-Şêxî der barê hezkirina xwe ya ji pîşeya xwe re dibêje: “Ez hemşîre bûm, min li nexweşxaneyek kar dikir lê piştî ez zewicîm û min zarok anîn, biryar da zarokên xwe xwedî bikim û bi wan re têkildar bim. Piştî gelek şêwr û lêkolînan ez rastî pîşeya seramîk hatim û tevli perwerdeya li dibistanek ji bo wî karî bûm. Min li ser ve hunerê û hemû cureyên wê xwendin, piştre min li malê dest bi karê xwe yê taybet kir, destpêk baş bû, min bi kêfxweşî dest pê kir.”

Mala Huriya El-Şêxî cihê karê wê ye, niha tabloyek jinên Mexribî yên li bakur çêdike û dibêje: “Xêzkirina li ser caman hunerek xweş e, caman diguherîne tabloyek hunerî xweş çêdibe, ez bi kêfxweşî vî karî dikim bêyî ku di warê madî de lê binêrim karê xwe dikim.”

Li ser caman xêz dike

Der barê qonaxên xêzkirina ser caman de jî wiha dibêje: “Beriya xêzkirinê divê cam paqij be û rengên taybet, pênûs û firçe jî amade bin. Ez şeklê wan ji înternetê digrim an wêneyên hazir dikirim, tenê bi paş parçeya cam ve dikim, piştre li ser xetên xêzkirî bi pênûsê diçim, tevî herdu rengên zêrîn an zîvîn ku rengekî cuda didin caman dema ronî bi ser tê, di vê qonaxê de divê tevgera dest li gorî hêza zextê li ser camê be. Di dawiyê de jî qonaxa rengkirinê tê ku bi baldariyek mezin pêk tê da ku reng zêde neçin û kar baş bibe.”

Tenê çend deqe têra xêzkirinê dike

Der barê dema pêwîst a ji bo xêzkirinê de jî dibêje: “Xêzkirina li ser parçeyek biçûk li derdora 15-30 deqeyan pêwîst dike lê qonaxa rengkirinê demek zêdetir digre. Ji ber ku em tabloyê bi giştî rengîn nakin tenê nîvê wê dikin. Piştre li bendê dimînin heta zuha bibe da ku nîvê din reng bikin û wê jî bihêlin heta zuha bibe ji bo zemîna tabloyê rengîn bikim û careke din li bendê dimînim ji bo hemû reng tevlihev nebin.”        

Li ser rengên ku bi kar tîne jî dibêje: “Ez hewl didim rengan li gorî hev bi kar bînim. Ez ji rengên vekirî yên ku jiyanê didin tabloyê hez dikim û rengekî dide cihê ku tê de datînin.”

Mala wê bi tabloyên ku çêkirine xemilandî ye

Li mala Huriya El-Şêxî gelek tabloyên cuda ku bi armanca xemilandina malê çêkirine hene, gelek şêweyên hunerî hene li gel xêzkirina xwezayê bi hemû pêkhateyan ji dar û gulan.

Kêrhatiya Huriya El-Şêxî di asta xêzkirina ser caman tenê sînordar nîn e lê tabloyên bi madeya tanyo jî bi kar tîne ew jî kaxizên meden in ji bo xemilandinê bi kar tînin. Stanyo hunerekî payebilind e, pêdivî bi dîqet û sebrê heye, kaxezê meden, baqir û bronz bi kar tîne.

Bi pênûsên taybet xêz dike

Huriya Ell-Şêxî didomîne û dibêje: “Em bi alav û pênûsên taybet dest bi kar dikin, bi rûyê biriqî yê stanyo dibin diqulibînin li ser aliyê din kar dikin. Piştre qonaxa waksê taybet tê ku li ser agir tê helandin piştre ji paş ve dixin cihên vala ji bo werimandinek hişk çêbibe. Ew di cih de hişk dibe, piştre em rûyê tabloyê dibin aliyê din û aliyan bi xêzan dixemilînin weke dekor û boyaxa taybet seramîkê bi kar tînin. Kaxezên zêvîn herî zêde bi kartên weke Huriya El-Şêxî diyar kir, ji ber ku kar kevnar xuya dibe ji bo bikaranînê jî hêsan e lê kaxezên zêrîn û baqir di kar de dijwar in pêdivî bi kedeke mezin heye lewma piraniya me rengê zîv bi kar tînin.”

Li ser qumaş û kozan jî hunera seramîkê çêdike

Li gel hunera seramîk li ser caman û stanyo, ew seramîkê li ser qumaş û kozan jî baş bi kar tîne lê ji ber gelek sedeman jê re dijwar bûye li ser wê jî dibêje: “Destpêkê tu astengî tunebûn, mijar hêsan bû, projeyê serkeftinek mezin pêk anî û mişterî jî zêde bûn lê di salên dawî de bi taybetî piştî koronayê madeyên xam gelekî kêm bûn û bihayê alavên ku em bi kar tînin jî zêde bûne. Weke qumaş, dar, reng û boyax jî. Gelek daxwaz li ser tabloyan hene lê ji ber nebûna madeyan li bazar û dikanan ez nikarim kar bikim.”

Di dawiya axaftina xwe de Huriya El-Şêxî got: “Divê her jin di çi temenê de dibe bila bibe fêrî pîşeyek bibe, ji ber ku ew fêrî çi dibe ji wê re baş dibe, tevî hemû astengiyan divê em girêdayî hêvî û xewnên xwe bin.”