"Divê em bi her şêweyî çanda xwe biparêzin"

Jinên ji gundê Xerbîsanê jêrîn der barê cil û bergên neteweyî de wiha dibêjin: "Çanda me nasname, hebûn û danesîna me ye, her netew an jî pêkhate bi çanda xwe tê nasîn, ji bo em ziman, hebûn û welatê xwe biparêzin divê em bi çanda xwe ve girêdayî bin."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Cil û bergên neteweyî an jî folklora Kurdî ji demên kevin de heye, her çiqas dijmin xwestibe van cil û bergan bide guhertin jî lê gel ew kevneşopiya xwe parastiye heya roja îro jî tê parastin. Cilên jinan ji şeira kêserewanî, kofî, îçqor, sixme, meles, bervanek, kiras, xeftan, taximê sitil giros, xerc, qedîfe, mixmer û sehra pêk tê. Yê mêran jî ji qutik, şal û piştan e. Li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê pêkhate bi rengên cil û bergên xwe tên nasîn û xwe îfade dikin. Di şahî yan jî minasebetan de bi taybetî di cejna Newrozê de renge reng ji hemû pêkhateyan tê xemilandin, ev jî wê dide diyarkirin ku bi çanda hevpar her kes xwe pênase dike û xwe dide der. Ji lewre her tim Kurd di hemû waran de tên hedefgirtin çi bi rêka ziman, çand, dîrok û hebûn tên îşkencekirin, kuştin û wêrankirin. Her çiqas êrîşên dijmin li ser Kurdan hebin jî wê li beramberî hemû cure desthilatariyan gel çanda xwe biparêze.
Têkildarî mijarê jinên ji gundê Xerbîsanê jêrîn ji ajansa me re axivîn. 
"Zarokên me mîrasê me diparêzin"
Jina bi navê Îslim Xelîl Îbrahîm 60 salî ye der barê cilên neteweyî de wiha dibêje: "Ev cilên min dema ku ez hê ciwan bûm, taximê min muxmer e, ji bo ku çanda min neyê jibîrkirin min hemû taximên xwe li malê veşartin, yêb din jî min li keçikên xwe belav kirin. Ji ber ku li gel me dema ku dayik temenê wê mezin dibe, hin ji taximên xwe yên neteweyî li zarokên xwe belav dike, ev jî wek çand e. Gelek dayik hene û heya roja îro jî cilên xwe diparêzin paşê didin zarokan heya hin ji wan îçqorên eslî li gel xwe veşartine dema kes bixwaze didin wan paşê vedigerînin. Ev xeftanê min li derdora 30 salan e li gel min e. Li şahiyan û miriyan em van cilan li xwe dikin, ev desmala min hibriye min wê demê bi 2 L.S kirî û li gel min e. Ji bo ev çand neyê windakirin divê zarokên me çanda xwe biparêzin, Her keçeke xwe min taximek daye wan. Min bi destên xwe gelek tiştên bi destan çêkirin, tevin min çêdikirin, kulav, hical, carcim, qenewîç. Di dema me de ku keçikan tevin çênedikirin digotin şerm e divê hemû keç bizanibin tevnan çêbikin."
"Cil û bergên me nîşaneya Kurdayetiyê ne"
Jina bi navê Zelîxa Salih Elî jî axivî û da zanîn ku wan ev çand ji dapîr û bapîrên xwe girtine û diparêzin û got: "Ez rabûm ranebûm min ev çand ji dayika xwe girt, paşê me jî li xwe kir. Herî zêde keçikan kum, qontaz, kitan û îçqor didan serê xwe. Gelek kevneşopiyên Kurdan hene lê em negihîştin wan deman dayik û dapîrên me digotin. Di şahî yan jî dawetekê de dema jinekê cilên neteweyî û içqor girê dida wê demê her kesê bi heyranî lê tameşe dikir, her kes bi cilên xemilandî tevli dawetan dibû. Cilên neteweyî her dem xweş in û wateya wan heye. Îçqorê resen jî hene û yên sexte jî hene, gelek jinan di malên xwe de ev îçqor veşartine û hîna jî parastine. Lê divê em çanda Kurdî winda nekin."
"Bi cilên Kurdî em bedew dibin"
Zelîxe Xelîl ji gundê Qeremux e û temenê wê 64 salî ye di nava axaftina xwe de behsa girîngiya cil û bergan kir û wiha pêde çû: "Cilên min ên çanda Kurdî ne, ev cil jê re tê gotin sitil giruz, herî zêde keçikan ev li xwe dikirin lê niha jin û keçik li xwe dikin. Sed sal berê jinan bi van cilan karê malê û yê çolê dikirin lê niha tenê ev cil bûne yên dawet, şahî, meş, civîn û hwd. Gelek kes demên berê diecibînin lê ez bi xwe van deman diecibînim, ji ber ku me xwe û hebûna xwe nas kir, her çiqas êş û elem hebin jî lê ya girîng me rastiya xwe nas kir. Ez bi xwe bi van cilan diçim meş, civîn, şahî û şînan. Cudahiya cilên çanda Kurdî ji yên din kiras û xeftan, meles e. Ji ber ku em bi van cilan tên nasîn, bi salan e dijmin dixwaze bi riya cilan me xilas bike, bi hemû şêweyan êrîşî me dike lê divê ev çand bê parastin. Em bi cilên çanda Kurdî bedew dibin, hêviya min ji hemû keç û xortan heye ku xwedî li çanda xwe derkevin û li beramberî şerê heyî çanda xwe biparêzin."
"Em kevneşopiyên xwe diparêzin"
Herî dawî Gulistan Osman a 33 salî jî axivî û got; “Ez mîrasê dayika xwe diparêzim. Cilên neteweyî çand û dîroka me ye, li gorî min dema ku çand hat windakirin wê demê dîrok jî tê windakirin. Li gel me çandek heye ku dema keçik mezin dibe, dayik cilên xwe dide keça xwe ev hemû cilên min ji îçqor bigre heye kiras û xeftan ên dayika min in, ji ber ez biçûka dayika xwe me lewre wê ev dan min. Îro ez jî wek wê van cilan diparêzim. Van cilan ez di hemû dawet û şahiyan de li xwe dikim. Gelek kesan ev cil ji min xwestin lê min neda. Îçqorê min ê zîv jî hebû lê di dema koçberiya Kobanê de li şûna min ma. Temenê vê kofiyê 60 salî ye. Çand, hebûn û nasnameya Kurdîtiyê pênase dike. Em ê mîrasê dayikên xwe biparêzin û xwedî li wan derkevin."