Di mihrîcana Hinaran de jin berhemên xwe didin nasîn

10’emîn Mihrîcana Hinar û Peyîzê ya Helebce her sal di werza gihandina hinarên Helebce de tê li darxistin. Mihricana ku berhemên bi hinaran hatine çêkirin tê de cih digirin ji bo bazarkirina berhemên jinan derfetek baş ava dike.

Helebce – 10’emîn Mihrîcana Hinar û Payîzê ya Helebce di 31’ê Cotmehê de destpêkir. Îro roja dawî ya mihrîcanê ye ku her sal di werza gihana Hinarên Helebce de tê li darxistin û berhemên hinar û xwarinên kurdewarî, berhemên navxweyî, karê destê jinan û gelek berhemên din tê de tên pêşandan.

Her sal bi deh hezaran kes serdana mihrîcanê dikin. Ev 10 sal e ev mihrîcan berdewam dike û derfetek baş ji bo jinan ava dike ku jin bikarin berhem û karên xwe bidin nasin û bazar û firotina karê xwe bikin.

Ji bo jinan derfetê bazarê ava kir

Pirşeng Xefûr ku bi sîrkeya sêvên çiya beşdarî mihrîcan bûye wiha got: “Ev şeş sal e ez ji bajarê Silêmanî têm beşdarî mihrîcanê dibim û berhemên xwe pêşan didim. Berhemên min ji sîrkeya sêvan û sîrkeya hingiv pêk tê. Em Helebce weke bajarê xwe dibînin û her sal beşdarî mihrîcanê dibin. Berhemên min berhemên kurdewarîne û mihrîcan ji bo nasandina berheman girîng e. Her sal geştiyar tên û tevahî berheman lê vê derê dibînin.”

Çiya Ezîzî ku ji bo nasandina marqeya Çaya Sedaldîn beşdarî mihrîcanê bûye wiha got: “Ji bo reklam û nasandina çayê em beşdarî festîfalê bûne û nasandina ji bo berhemên me yên din. Çaya me baş tê firotin di mihrîcanê de.”

Bala geştiyaran dikşîne

Mihrîcana Hinar û Peyîzê ya Helebce ya di 31’ê Cotmehê de destpê kir û sê rojan berdewam kir 700 xwedî berheman beşdar bûn. Her sal bi deh hezaran geştiyar serdana mihrîcanê dikin û li gora daneyên rêveberiya geşt û guzarên Helebce parvekirî, tenê di roja yekem de 80 hezar geştiyar û di rêjê dûyem de 110 hezar û geştiyar berê xwe dan bajarê Helebce û beşdarî 10’emîn Mihrîcana Hinar û Peyîzê ya Helebce bûne.