Di hejmara nû ya Pêveka Jinan a Rojnameya Yenî Yaşamê de bal kişandin ser daraza mêr

Hejmara 42'an a Pêveka Jinan a Rojnameya Yenî Yaşamê, bi sernavê “Piştgiriya darazê ya ji bo mêran; Daxistina tehrîka neheq!” derket.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 42'an a Pêveka Jinan a Rojnameya Yenî Yaşamê ku 15 rojan carekê tê weşandin, derket. Hejmara ku bi sernavê “Piştgiriya darazê ya ji bo mêran; Daxistina tehrîka neheq!” hat weşandin, bal hat kişandin ser biryarên darazê. Li Tirkiyeyê ku qetlîamên jinan gihîştine astek cidî, desthilatdarî tu gavan navêje, Ekîn Baltaş bi sernavê "Biryara Pinar Gultekîn û rastiya daraza mêran", "Daxistina tehrîk a neheq” ê ji bo Cemal Metîn Avci hat dayîn, nivîsand. Ayşe Duzkan jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Em bibêjin wisa be jî” de bal kişand ser hiqûq û civakê ku çawa jinan bi çi şêwazê didarizîne.

Hemû sernavên di hejmara herî dawî de cih digrin wiha ne:

Biryara Pinar Gultekîn û "rastiya" daraza mêran / Ekîn Baltaş

Daxistina tehrîk a neheq ji bo hewldanên mafdayîna mêran tê bikaranîn / Mehtap Sert

Ji mafekî wêdetir mafê xweparastinê / Cemîle Turhalli

Em bibêjin wisa ye / Ayşe Duzkan

'Plana hilweşandinê' ya Srî Lankayê hilweşiya û lêgerîna jinek Tamîlî ya edaletê  Hîcran Urun

Di sala xwe ya 10’an de Şoreşa Rojava; Ne bi tesadufî, bi keda hezaran jinan / Heval Arslan

Avtîvîzma reqsê çi ye? / Ashley Domingo Hendricks