Di bin konê koçberiyê de jinên penaber li dora destarê Zibêda yê dicivin

Destarê Zibêda Oso ji bo hemû şert û mercên zehmet ên koçberiyê dibe bersiv. Zibêda di bin konê koçberiyê de destarê dapîra xwe bi cîrana xwe re digerîne.

RONÎDA HACΠ
Hesekê - Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi çekên giran û qedexekirî êrîşê Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin, di encamê de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Ji wan yek jî Zibêda Yûnis e ku ji xelkê Serêkaniyê ye, 57 salî ye û dayika 4 zarokan e. Ji ber êrîşên dewleta tirk li ser Serêkaniyê neçarî koçberiyê dibe. Dema koçber dibe destarê dapîr û bapîrê xwe bi xwe re derdixe û heya roja îro jî di bin konê koçberiyê de bi kar tîne û parastina çanda resen a dayika xwe dike. Destara ku bi kar tîne temenê wê 100 salî ye û  di bin konê de bi cîranên xwe re destarê digerîne.
"Destara dayik û dapîra xwe li pey xwe nehişt"
Zibêda êrîşên dewleta tirk li ser Serêkaniyê şermezar kir û da zanîn ku dê heya dawî jî di kampa Waşûkanî de li ber xwe bidin û wiha pêl da axaftina xwe: "Me li Serêkaniyê bi keda xwe mala xwe ava kir û jiyana aram dijiyan. Lê dewleta tirk bi çekên giran, balafirên şer, maşok û çekên kîmyewî yên fosfora spî êrîşî ked, zarok û çanda me kir. Piştî berxwedaniyek mezin Serêkaniyê hat dagirkirin û em jî neçar man koçber bibin. Li Serêkaniyê gelek pêkhate dijiyan lê bi êrîşkirina dewleta tirk re hemû mafên gelan hatin binpêkirin. Dema ez koçber bûm min berê xwe careke din zivirand malê û destara dayik û dapîra xwe ku bi salan e dihat bikaranîn bi xwe re derxist. Min bi derxistina destarê çanda dayik û dapîra xwe ji dijmin rizgar kir. Ji ber min dizanî ger destara min li wir bima wê dijmin tune bikira lewre jixwe armanca êrîşê qirkirina dîroka me bû."
"Destara temenê wî 100 salî xizmeta koçberan dike"
Zibêda destnîşan kir ku ew bikaranîna destarê xwedî li çanda dayika xwe derdikeve û wiha domand: "Ev destar a dapîr û bapîra min e. Piştî dayika xwe êdî ez bi kar tînim ew yek jî tê wateya ku em çanda xwe ji nifşekî derbasî nifşên din dikin. Niha ez hem parastina alavên dîrokî dikim hem jî dabara mala xwe bi rêve dibim. Ji ber jiyana koçberiyê zehmet e û pêwîstî bi alavên wiha heye, niha ez bi destarê genim, nîsk û gelek tiştên cuda yên din dihêrim. Îro destara dayik û dapîra min xizmeta tevahî koçberên kampa Waşûkanî dike. Her wiha temenê destara min 100 salî ye."
"Destar diparêze"
Zibêda bal kişand ser girîngiya parastina alavên dîrokî ku li gorî wê dibin bersiv ji hemû pirsgirêkan re û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di roja îro de teknolojî pir bi pêş ketiye lê pêwîst e em alavên xwe yên dîrokî biparêzin. Niha alavên dîrokî gelek alîkariya me dikin û pirsgirêkên ku em dijîn bi wan alavên dîrokî çareser dibin. Her wiha alavên wiha mirovan ji aloziyên aborî jî xilas dikin. Ji ber ku bi van alavan mirov bi keda destên xwe ava dike. Îro em koçber in, derfetên me yên zêde nîn in loma ev destar heya asteke bilind alîkariya me dike. Jin bi dîrok û çanda xwe ve girêdayî ne loma erka hemû jinan ew e ku dîrok û çanda xwe biparêzin."
"Jiyan bi kedê xweş e"
Jiyan Hisên a 48 salî û dayika 2 zarokan jî ji koçberên Serêkaniyê ye û niha li kampa Waşûkanî dijî. Jiyan da zanîn ku parastina alavên kevnar erka wan tevan e û got: "Destar alaveke bi nirx e û di dema kevin de dayik û dapîrên me bi kar dianîn. Destar gelek alîkariya mirovan dike, nîsk û ard dihêrîne. Îro em di bin konê koçberiyê de hemû jin kom dibin û destarê digerînin. Mirov dema ku bi keda xwe debara jiyana xwe dike wateya wê û westandina wê pir xweş dibe. Di roja îro de ciwanên me hînî tiştên amade bûne, ev yek jî mirovan ji kedê dûr dixe. Loma fêrbûna rehetiyê nebaş e, dema dikevin tengaviyê nikarin xwe xilas bikin. Ji bo wê divê em giranî bidin kedê, ji ber ku tişta bi ked tama wê xweştir e."