Derhênera Sûdanî: Dixwazim aştî pêk bê vegerim welatê xwe û fîlman çêkim
Li Sûdanê sînema û fîlm, di demên şer û koça bi zorê de êşên ku gel jiyane, nîşan dide û sûd dide guherîna civakê. Derhêner Rawia Al-Haj e bi fîlmên xwe dengê gelê Sûdanê bi dinyayê dide bihîstin.

MAYSA EL-QADÎ
Sûdan – Derhênera sînemya Sûdanê Rawia Al-Haj bi fîlmên xwe mohra xwe li binê gelek serkeftinên hunerî xist. Bi saya hewldanên bûyîna dengê yên ku ji bê edaletiyê êş kişandine, di navbera gelê Sûdanê de cîhek girîng qezenc kiriye. Yek ji fîlmên herî bal kişandî, fîlmê belgesel ê bi navê ‘Hartum’ ku di asta dinyayê de di mîhrîcanan de hatiye nîşandan e.
Di tîma Rawia Al-Haj de di nava derhêneran de mîna jina yekem cîh digre û derhêner û çêkera filmê ‘Hartum’ e. Ev belgesel ji ber ku yekem fîlmê Sûdanê yê di mîhrîcana fîlman a Sûdanê de li Emrîkayê hatiye nîşandan, xwedî taybetmendiyek e. Fîlm, serpêhatiyên balkêş ên bandorên şerên ku li Sûdanê ev dû sal e dom dike pêşkêş dike. Di pêvajoya kêşanê ya ku sê salan dom kir de, fîlm mijara têkoşîna jiyana pênc Sûdaniyan a li Hartumê digre dest. Du ji karekteran, zarokên ku şûşeyên plastîk ji sergoyê kom dikin û difroşin, hewl didin cilan bikirin. Ya din jî jinek ku li paytextê çay difroşe ye. Rawia Al-Haj û tîma wê, salek beriya destpêkirina şer, dest bi kişandina fîlm kiribû. Lê belê dema li paytextê şer rû da, neçar ma li gel tîma xwe biçe Kenyayê. Qonaxa dûyem a projeya fîlmê ku li vir dom kir û dest bi belgekirina bandora ku şer li ser karekteran dike û bandorên şer ên li ser kesên rizgar bûne kir.
Fîlmê ‘Hartum’, ne tenê berhemek girîng e. Filmê bi navê ‘Ji derveyî qada digre nava xwe’ di meha Kanûna borî de di Mîhrîcana Fîlman a Juba de xelata fîlmê herî baş girt.
Azweriya sînema û destpêka pîşeyê
Derhêner Rawia Al-Haj diyar kir ku azweriya wê ya sînema û vegotina çîrokan, di temenê biçûk de destpê kiriye û wiha got: “Di salên dibîstanê de min ji xwendin û vegotina çîrokan hez dikir. Min çîroka xwe ya yekem di sala destpêkê ya zanîngehê de nivîsand û ev çîrok di mîhrîcana avakariya wendekaran de xelat girt. Ji bo pêşxistina xwe min ji înternet û You Tube sûd girt û bi demê re ji bo derdorên cûda beşdarî atolyeyan bûm. Piştre jî di Enstituyê de min perwerdeya online stend û piştre di bernameya Screen ya navenda çanda Ingilîz de min perwerdeya xwe domand. Piştî vê xalê min gav avêt pîşeya xwe ya sînemayê.”
Zoriyên ku di sînemayê de lê rastî hatiye
Rawia Al- Haj da zanîn ku ketina dinyaya sînemayê ne asan bûye û wiha got: “Yek ji zoriyên ku min kişand, min nekarî ji bo projeya xwe fînansmanan bibînim. Bi taybetî fîlmê ‘Ji derveyî qada digre nava xwe’ min bi hewldanên xwe kişand û hemû kesên di tîmê de, bi dilxwazî xebitîn. Fîlmê ‘Hartum’ jî zoriyên hê mezintir dihilgirt. Ji ber ku belgesel bû û diviyabû bi zarokan re were xebitîn, hesasiyetek zêdetir dixwest. Ez neçar mam ku li ser pirsên weke ezê zarokan çawa bi awayek xwezayî beşdarî fîlm bikim? Ez ê bi wan bidim hîskirin ku ew li ber kamerayan rihet bin? bifikirim. Ji derveyî vê kişandina li Hertumê bi serê xwe xeteriyek mezin ava dike. Di dema kişandina fîlm de li bajar rewşa ewlehiyê bê aramî bû.”
Bandora şer û koçê ya li ser hunerê
Rawia Al- Haj destnîşan kir ku ji bo hunermendan şer û koç rêçên kûr dihêle, mîna kesek ku êşa koçê jiyan kiriye hewl dide rastiya Sûdanê bi riya sînemayê ji dinyayê re ragihîne û wiha dom kir: “Li Sûdanê dema şer rû da, weke gelek Sûdaniyan ez jî jê bandor bûm. Min malbata xwe, havalên xwe û hemû tiştên xwe wenda kir. Ji bo ku di ewlehiyê de bimînim, neçar mam ku xwe bispêrim welatek din. Ev pêvajo mijara belgesela ‘Hartum’ê guhert. Di destpêkê de me bala xwe da ser jiyana rojane ya gel û bajaran. Lê belê dema şer destpê kir, em neçar man ku vegotina fîlm biguherînin.”
Hêza sînema û sûda Sûdanê
Rawia Al-Haj bawer dike ku sînema û fîlm jiyana mirovan û qedera wan diguherîne. Li gor wê hatiye halê zimanê kûrewî û weke Sûdaniyan ew jî vî zimanî bikar tînin û dengê xwe radighînin dinyayê. Rawia wiha got: “Fîlmê Hartum wê di mîhrîcanên li çar aliyên dinyayê de were pêşandan û wê di gelê Sûdanê de hişyariyê bide avakirin. Ev jî sînemagerên Sûdanî wê di berhemdayîna hê zêdetir fîlm de derî veke. Fîlm aliyê aborî, çandî û civakî yê Hartumê radixe ber çavan, kêliyên dawî yên bajar belge kiriye.”
Hêviyên derbarê aştiyê û pêşerojê de
Rawia Al-Haj di dawiya axaftina xwe de daxwazên xwe yên pêşeroja welat anî ziman û wiha got: “Ez dixwazim bi aştî vegerim Sûdanê û li gel malbata xwe em vegerin mala xwe. Ez dixwazim vegerim bajarê xwe, çêkirina fîlman bidomînin. Di heman demê de divê salonên sînemayê cardin zindî bibin. Ji bo gel çîrokên xwe bike perdeya spî, divê hê zêdetir fersend were dayîn.