Dengê jinên Filistînî ya bilind dibe: Selfie
Rima Mahmud, a li kampa Xezayê têkoşina jiyanê dide, bi filma xwe ya binavê “Selfie” hewl dide tekoşîn û serpêhatiyên jinên Filistînî li hember şert û mercên dijwar nişanî cihanê bide.
NAGHAM KARAJEH
Xeza – Îsraîlê ji 7’ Cotmeha 2023’an û vir ve êrişên xwe yên li ser Zîvala Xezayê bê navber didomîne. Di van êrişan de tevahiya Zîvala Xezayê hat topbarankirin jin û zarok jî di nav de hatin qetilkirin. Binesaziya bin erd tarûmar bûye, pêdiviyên herî bingehîn yên jiyanê nayê bidestxistin, li Xezayê ne gengaze av û xwarina paqij bê bidestxistin, xelkê Filistînê necar tê hiştin cih biguherin. Yên ku xwe sipartin kampan, bi tirsa ku her kêli werin topbarankirin, hewl didin di nava şert û mercên kabûsê de jiyana xwe bidominin. Jin di nav van şert û mercan de li kampan zehmetiyên herî mezin yên jiyana kolektif dijîn.
‘Peyam di şûşeyek de avêtin nav deryayê’
Jinên Filistinî di nav jiyanek bê mahremiyet û bi nebûna malzemeyên herî bingehîn dijin. Dema ku bi hezaran kes di nava êrîşan de bûn şahidê êş û azaran, fîlma 'Selfie' weke hewldanek ji bo nîşandana vê serpêhatiya bi êş û gihandina dengê jinên Filistînî ji cîhanê re derdikeve pêş. Di nava wan zehmetiyan de jiyana hezaran jinên Filistînî wêran bûye, derhênera Filistinî Rima Mahmud fikrê çêkirina filmê çawa derxistiye holê ji ajansa mere axivî û fîlmê wiha pênase dike: “Film weke peyamek e ‘hevalek ne nas’ re di şûşeyek avêtiye nav deryayê de binav dike û dibêje ku ev peyam bi ‘gotinên êşê’ hatine nivisandin, û bawer dike ku dê dem û cihekî ne diyar de were ditin.
‘Gelek jin ku hene ku hewl didin xwe di şert û mercên herî zehmet re amade bikin’
Rima Mahmud yek ji wan jinên Filistînî yên koçber e, jiyana xwe ya rojane li kampên penaberiyê didomîne, ku mahremiyeta wê tê desteserkirin û jiyana koçberiyê li ser tê ferzkirin. Rima Mahmud ani ziman ku wê di nameya mijara filmê bû mijara mahremiyetê û got: “Ji ber ku kocberî berdewam dike krîz hin zêdetir bûn. Tiştê tê jiyîn ji tiştê herî xirab derbas kir. Malzemeyên paqijiyê û cilan bi temamî hatin îmhakirin, bihayê madî zêdebûnek cidî da avakirin, ji aliyê derûnî ve pirskêrêkên pir cîdî tê jiyîn. Jin hene di nav şer de di heman demê de xwe di rola dayik û bavê de dibinin û hewl didin xwe di şert û mercên herî zehmet re amade bikin.”
Derya wek amurek bikar ani
Rima Mahmud da diyarkir ku ew deryayê ji bo gihandina peyama xwe wekî amûrekê bikar tine û diyar kir, ku ew difikire filmek çêke, Rîma Mehmûd diyar dike ku ew li ser çêkirina fîlmekê difikire, ji ber ku ew yekane rêya ragihandina dengê xwe ye li hawîrdoreke ku ne tenê azadî, înternet û ragihandin jî timî qut dibe. Rima Mehmûd diyar kir ku armanca wê ew e ku bi fîlma xwe êşa jinên Filistînî bigihîne temaşevanên cîhanê û diyar kir ku di pişt perdê çêkirina "Selfie" de gelek zehmetî hebûn. Her wiha destnîşan kir ku ev zehmetî ne tenê ji ber şer e, lê ew hewl dide bi teknîkên ne têr û derfetên kêm vî karî bi dest bixe.
Çiroka her jinekê
Rima Mahmud diyar kir ku Rîma Mehmûd diyar kir ku di nava şer û pevçûnan de xebata hunerî, heman hewldana jiyînê ye û ewlekarî bi temamî ji holê radibe û jiyana kesên beşdarî projeyê dibin di bin xetereyê de ye, Rîma Mehmûd diyar kir ku fikra ku dengê jinan bigihêje cîhanê hêz dide wê. Rîma Mehmûd amaje bi wê yekê jî kir ku “Selfie” kurtefîlmek e, belgeyek e, Rima Mehmûd tekez dike ku film ronîkirineke biçûk e ji tiştên qewimîne ye. Rîma Mehmûd bi fîlma xwe armanc dike ku jinên Filistînî her roj di nava dorpêçî û êşan de çi jiyan dikin nîşanî cîhanê bide û wiha got: “Fîlma Selfie çîroka her jinekê ye ku di nava şert û mercên nemirovane de, di navbera koçberkirin û tecrîdê de tê jiyîn. diyardeya dengek lal e di şûşê de ji bo kesên ku fersendê wan tune ku bi tevahî xwe îfade bikin," wî dibêje.
Rima Mahmud diyar kir ku dinava şer û pevçûnan de xebata hunerî, hewldana jiyanê ye û ewlekarî bi temamî ji holê radibe û jiyan kesên bejdarî pirojeyê dibin dibin xeteriyê de ye, Rima Mahmud diyar kir ku fikrê ku wê dengê jinan bigihije cihanê hêz dide wê . Rima Mahmud balkişand ser wê yekê ku ‘ Selfie’ kurtefilmeke, belgeye û teqez kir bi filma xwe armanc dike ku jinên filistînî dinava dorpêç û êşan de heroj çi jiyan dikin nişani cihanê bikin û got: “Fîlma Selfie, çîroka her jina ku dinava şert û mercên der mirovî de dijî û bi zorê mayî navbera ji cih û warbûn an jî îzolasyonê ye. Ew xuyabûna her dengekî di şûşeyekî de hatî fetisandin ku derfeta xwe îfadekirinê bi temamî ne dîtiye.”