Dengê aşitiyê û parêzvanên Jinan: Hakkamayî
Li Sûdanê jinên Hakkamayî ên ku bi helwest û stranên xwe pirgirêkên civakê çareser dikin, şeran bi dawî dikin, di eynê wextê de dibin dengê jinan.
MERFAT ABDÛLKADÎR
Sûdan- Li Sûdanê ji jinên ku der barê şer û aşitiyê de helbest dinivîsînin û stran dibêjin re ‘Hakkamayî’ tê gotin. Ev çand piranî di heremên Darfur û Kordofan de di kabîleyan de belav e. Hakkamayî di aşitiya civakê de rolek girîng dileyîzin, ev çanda ku xwedî kevneşopiyeke kevnar e û ji aliyê jinan ve tê hilgirtin, piştî Ereban Sûdanê dagir kir ev kevneşopiyek zêdetir xuya kir.
Hakkama wek hevok tê wateya “Biryar dayîn” , stran û axaftinên ku Hakkamayî dibêjin ji aliyê civaka wan ve wek biryar tê dest girtin.
Hakkamayî cilên ku di rojên taybet de li xwe dikin ji jinên dîtir cûda dibin. Cilên wan hem taybetmendiyê çandî, hem jî erkê wan ên civakî nîşan dide. Dema ku Hakkamayî bûne beşek ji pergala rêveberiya kevneşopî ya di eşîrên Sûdana Rojavayî de, ew di heman demê de bi gotinên ku dibêjin bandorek civakî ya girîng diafirînin. Bi şexsî yan jî wek saziyeke civakî, ew ligel serokên din ên eşîr, di karên civakî de roleke girîng dilîzin û serok eşîr ji wan piştgirî digre.
Jinên Hakkamayî xwedî gotin in
Jin li Sûdana Rojavayî piranî bê azadî ne û di bin zagonên qanûnên eşîrî de dijîn, lê jinên Hakkamayî ji van qedexeyan serbixwe tevdigere. Dema ku bi endamên eşîra din re têkilî daynin, fedî nake û ne şermokî nêz nabe.
Hakkamayî di mijara mafên jinan, têkoşîna li dijî nexweşiyên zarokan, şerê eşîran û pirsgirêkên din ên civakî de alîkarên herî girîng ên rêveberiyê kirine. Di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên wekî sinetkirina jinan û zewaca di temenê biçûk de jî dibin alîkar.
Mafên jinan diparêzin
Li Sûdanê jin, ji ber şerên di navbera eşiran de rastî tundî û binpêkirina mafê mirovan tên. Dema ku mêrên ji eşîrên Darfûr demek dirêj malen xwe derdikevin şivantiyê dikin, jin neçar diminin ku xwedî li zarokên xwe derkevin û kare malê bikin. Lê dema mêr venegerin û disa dinavbera eşiran de şer derkeve, jin rastî tundiyê tên, tên revandin, malen wan tên şewitandin, bi vî awayî Hakkamayî parastina mafê wan dike.
‘Hakkamayî di astiyê de rolekî giring dileyîze’
Lêkolîner Suad Al-Sadik diyar kir ku denge Hakkamayî ji bo ragihandina şer û tundî ya di navbera eşiran de û vegotîna trajediya jinan a ji bo civakê amurekî giring e û wiha got: “Hakkamayî, bi stran û helbestên xwe ji şerên eşîran, divê jin zarok were parastin, şerên eşiran ne tenê zererê dide jin dide tevayî civakê. Ji ber vê sedemê Hakkamayî di sazkirina aştiyê û bi dawîkirina şeran de rolekî mezin dileyîze.”
Hakkamayî ji bo şerê navxweyî bi dawî bibe li ber xwe da
Di dema şerê navxweyî yê li Sûdanê, navên weke Hakkama, Saden Muhammed Ali, bi stranên xwe banga aştiyê kirin û parastina mafê jin û zarokan kirin.
Li aliyê din Darfur Hakkama Meryem ma’la jî li dijî rawestandina şer û aştiyê kir û bi yekkirina gele xwe hewl daye pêşiya parçebûna Sûdanê bigre.
Di encam de Hakkamayî ne tênê helbestvanek an stranbêjek e, di heman deme de sembolek e ku guherina civakî çêdike, aştiyê misoger dike û pirsgirêkên civakê çareser dike ye. Li Sûdanê gelek pevçunên eşirî, bi bangên aşitiyê û stranên Hakkamayî bi dawî bû.