Ji bermahiyên şer ‘Dara Jiyanê’: Dîroka gelê Kurd vedibêje

Endama Komeleya Art’Situ ya hunerî Alizee Guy ku ji Fransayê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê ji bo pêkanîna projeya “Dara Jiyanê” ku bal dikşîne ser fedakarî û berxwedana jin û xortên Rojava ya li hemberî dagirkeriyê, ji ajansa me re axivî.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Dara Jiyanê projeyeke hunerî ye bi hevkariya Komeleya Art’Situ ya Fransî, Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê û Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî du sal berê amadekarî jê re dihat kirin. Hefteyeke berê bi hatina şandeya Fransî ya ku ji sê kesan ji komeleya Art’Situ pêk tê, ev proje hat pêkanîn. Dara Jiyanê dareke ku ji bermahiyên şer hatiye çêkirin e, bi taybetî şerê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her çekek û bermahiyek ku di vê darê de bi cih bû ya şehîd an jî gaziyeke şer e. Ev proje wekî bîrdarî ji bo fedakariyên şervanên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Di heman wextê de semboleke dostaniya navbera herdu gelan nîşan dide. Peykersaz Pascal Bejeannin ê ku vê darê çêdike, dixwaze piştgiriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bike û di heman demê de nerazîbûna xwe li hemberî qirkirina darên zeytûnan li Efrînê nîşan bide.

Yek ji endamên projeya Dara Jiyanê ku ew jî di nav şandeya hatiye Rojavayê Kurdistanê de ye; Alizee Guy ye. Alizee ji Jura ya girêdayî Fransayê ye, bi koçberan re kar dike, ji bo ku bikaribin fêrî jiyana Fransayê bibin û her wiha ji sala 2018’an de di saziya Art Situ de karê ragihandin û lojîstîkê dike. Ji bo ku em bêtir agahî li ser projeya Dara Jiyanê werbigirin, nêrîna wan a ji bo gelê Kurd bi taybetî Rojavayê Kurdistanê û wateya şoreşa jinê ji bo wê, ajansa me bi Alizee Guy re hevdîtinek çêkir.

*We cara yekem çawa Şoreşa Rojava nas kir? Hûn dikarin behsa vê serdanê bikin armanca wê çi ye?

Wêneyên şervanên jin ên Kurd pir zêde derdiketin li Fransayê. Em fêr nebûbûn ku em şervanên jin bibînin, ji ber vê yekê pir bala me kişand û wiha dest pê kir. Loma min û hevalên xwe li saziya Art’Situ pir wêne, dîmenên li ser înternet û nivîskarên ku li ser rewşa vir disekinin nirxand û nivîsand. Şansê me hebû me Partice Francheschi nas kir ku gelê Kurd baş nas dike û li ser rewşa jinên Kurd pirtûk û nivîsên ji bo rojnameyê nivîsandine. Naskirina min wisa çêbû bi xwendina pirtûkan û di nav wan de pirtûka Partice jî.

Di riya xwendina pirtûkan de û ji ragihandinê me tiştên pir neyênî bihîst. Lê me xwest ku em baştir nas bikin, baştir Kurdan û çanda wan nas bikin. Ji bo vê yekê me dest bi projeya “Dara Jiyanê” kir bi saziya Art’Situ re. Pascal peykerên ajalên ku tune bûne çêdike û paşê wan peykeran di cihê ku wan ajalan berê lê dijiyan de bi cih dike. Ji bo ku balê bikşîne ser rewşa ekolojîk (jîngehê), ango li ser rewşa siyasî û erdnigariyê. Bi Dara Jiyanê me xwest em gaveke mezintir bavêjin û deng vedin ser mijarên jîngeh, siyaset, ol û  wekheviya di navbera jin û mêr de. Me xwest em li wan kesên ku dixwazin tiştekî bibêjin; guhdarî bikin bêyî hikum em dengê wan belav bikin.

Li Fransayê tenê ragihandina dewletê heye û ew herî zêde balê dikşîne ser şer û pevçûnan. Armanca me ew bû ku em tiştên xweş û erênî nîşan bidin. Jiyan û pêşniyarên gelê Kurd. Me dît ku di ragihandinê de carna gelê Kurd wekî gelekî terorîst nîşan dide. Em dixwazin nîşan bidin ku qet ne wiha ye, girîng e ku mirovahî xwedî dekeve li nirxên gelê Kurd biparêze.

*We qada şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdistanê çawa dît? Li gorî we wateya şoreşa jinan çi ye?

Ji bo min jinên Kurd, azad in, jinên ku ger bixwaze tiştekî bike, dike. Her wiha jina ku şerm nake ku jin e. Ev jî pir girîng e ji bo min. Ez bawer im ku şoreşa jinan, weke ku te bi nav kir pir girîng e. Ji ber ku di vê dinyayê de jinên bindest pir in, di dewletên li derdora Kurdistanê û di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî  piranî caran jin biçûk tên dîtin li gorî mêran. Li dewletên Rojavayê dinyayê jî wisa ye.

Jin her dem tên tecawizkirin û qetilkirin ji ber ku biçûk û lawaz tên dîtin. Ji lewre pir girîng e ku em bi hev re bimeşin di riya têkoşînê de ji bo mafên xwe yên rewa. Girîng e em nîşan bidin ku mafên mêran ji mafên me ne zêdetir in. Em bi hev re bi pêş bixin, ne ku jin li hemberî mêran lê belê bi hev re.

*We dest bi projeya bi navê ‘Dara Jiyanê’ kiriye. Hûn dikarin behsa vê bîrdariyê bikin, ev birdariya ku li ser hîn motîfên bi wate hene penaseya çi dike?

Dara Jiyanê di 22’yê Tebaxa 2023’an de hat bicihkirin li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Peykersaz û di heman demê de serokê Komeleya Art’Situ ya hunerî Pascal Bejeannin ê ku bi destên xwe ev dar çêkiriye ji çerxerêya li Qamişloya ku Dara Jiyanê lê hatiye bicihkirin bal kişand ser çend xal û hevokan. Bawer im ku Dara Jiyanê der barê peyama wê de şik û guman nîn e. Çima çekên şer li ser peykerê ku azadî û aştiyê îfade dike hene? Çek mixabin beşek ji dîroka gelê Kurd e. Ger em bînin bîra xwe çima ew bi çîroka li dora xwe li wir in, ew ê êdî neyên bikaranîn.

‘Tevî her tiştî dara jiyanê şîn tê’

Jibîrkirina rabirdûya xwe ev e ku meriv rîska ku ew ê dîsa biqewime bigre. Mixabin tu çare tune ye. Ger ji bo azadiya xwe bi dest bixin bi çekan êrîşê we bê kirin, hûn nikarin wekî din bersivê bidin. Li hemberî tundiya kor muzakere ne pêkan e. Dara Jiyanê nîşanî me dide ku tevî her tiştî divê jiyan bi çekan bi ser bikeve. Ji bo mezinkirina jiyan û darên zeytûnan, sembolên azadî û hêzê ne. Heval û hevkarên me Keziyên Kesk biryardariya xwe nîşanî me didin ku em jiyanê li cihê ku hin kes naxwazin êdî tiştek bijîn mezin bikin.

‘Ev dar nîşaneya têgihîştin û hevkariya gelê Fransa û Kurdan e’

Spas ji bo Zîwer, Lolav, Gulistan, Sîpan û hemû hevalên me ji bo wêrekiya wan. Ev dar nîşaneya têgihîştin û hevkariya gelê Fransa û Kurdan e. Dara Jiyanê dê bi riya belgefîlmekê nîşanî ciwanên Fransî bide ku çawa gelê wêrek tevî êrîşên hemû otokratên ku dora wan digrin û kê bêzar dikin jî bi azadî û serbilindî jiyana xwe didomînin. Spas ji bo Keziyên Kesk, Şaredariya Qamişlo û Navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo. Spas ji Azad, Banos Fîlm re ku derhêneriya belgefîlmê kir. Spas ji bo Îsmaîlê ku bi min re hilkişiya ser darê û ji bo hemû hevalên me yên li vir.