Bi xebatên xwe çanda civaka Ermen diparêzin

Endama Komîteya Çandê ya Meclisa Civaka Ermenî Êma Êma Mîkaîliyan behsa xebatên xwe yê ji bo parastina çanda civaka Ermen kir û anî ziman ku di xebatên wan de ligel komên stran şano û govendê xebatên kurtefîlman jî hene.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Ermen yek ji wan gelên li ser erda Mezopotamiyayê dijî, xwedî ziman çand û dîrok e. Ermen jî wekî cêwiyên xwe yê Kurd rastî komkujî û qirkirinan ji hêla Osmanî û dewleta Tirk a dagirker de hatine û tên jî, lê ruxmî vê yekê jî hewldanên neviyên wan û nifşên nû hene ku dîrok çand û zimanê xwe ji windabûn û êrîşan biparêzin.

Endam û şanoger Êma Êma Mîkaîliyan ku di Komîteya Çandê ya Meclisa Civaka Ermenî de cih digre, behsa dewlemendiya xebatên xwe yê çandî, hûnerî û şanogeriyê kir.

Nameya ji stran heta şano û govendê jî der tê yek e

Êma Êma Mîkaîliyan di destpêkê de wiha erkê komên stran govend û şanoyan da nasîn û got: "Ji stranan bigre heta govend û şanoyan armanc û name yek e, ku bi awayekî nûjen qirkirina ku berî sedsalekê çêbûye biteyisînin. Koma Ararat a şanoyê, koma Artsax a govendê û koma sêyem jî koma Sayatnova a stranan e. Stran û awazên dapîrên me îro bi dengê neviyên wan ango nifşên nû yê şoreşê tê gotin, bê guman reseniya wê diparêzin.

Gelek govendên me hene, lê her govendek bûyerekê îfade dike. Govendên me hezkirina bi axê, hêz, mayina Ermeniyan ruxmî qirkirin û komkujiyan, govned û stranên bedewbûna jina Ermen diteyisîne. Hemû şanoyên me teyisandina roja qirkirinê ye ku çawa ew qirkirin û careke din Ermeniyan xwe kom kirin. Gelek şanoyên me çêkirî hene ku di her mihricanekê de jî em şopa xwe lê dihêlin."

Bi 18 şanoyan derketine ser dikê û di 4 kurtefilman de rol lîstine

Êma Êma Mîkaîliyan berhemên xwe yê 4 salan bibîrxist û wiha pêl da gotina xwe: "4 sal ji berhemdariyê û didome jî. 18 şano me çêkir û li ser dikeya şahî, mihrican û festîvalan pêşkêş kir. Her wiha me di 4 kurtefilmên sînema de jî cih girt. Niha jî em amadekariyê şanoyeke gelekî xweş dikin ku em ê di mihricana Şehîd Ronahî Bawer de pêşkêş bikin, wê dilê hemû mêvanan şabike. Bê guman şano jî li ser jina Ermen e, naxwazim hûrguliyên wê bînim ziman lê çav li rê bin, em ê şanoyek ku wê şopa xwe heta heta bihêle pêşkêş bikin. Şanoyên me rastî elaqeyeke gelekî xweş ji tamaşevanan tê û ev dihêle ku hîn bêtir şanoyên me cûda bin. Li benda me bin, em ê gelek xebatên cûda çêbikin û bibin wêneyek ji çanda gelê Ermen."

Di kur de derbas dibin şopa xwe dihêlin

Êma Êma Mîkaîliyan da xuyakirin ku ew hêz, zanebûn û enerjiya xwe dixin xizmeta zindîkirin çand û hûnera Ermenî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ermenên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn xwe birêxistin dikin dixebitin û hewl didin ku dengê xwe bilind bikin, da ku cûdabûna xwe ji gelê din re nîşan bidin. Çawa gelên din çanda xwe bi awayên cûda nîşan dide, em jî hez dikin şopa xwe li her rawestgehê bihêlin. Ji lewra niha di komên me de jin û ciwanên nûgihayî hene û em bêtir girîngiyê didin vê kategoriyê."

Di paşila wan de gelek govend, kurtefilm û şanoyên jinan hene

Êma Êma Mîkaîliyan behsa xebatên xwe yê demê pêş kir û wiha rêz kir: "Em xwedî gelek pilansazî ne, di roj û meşên pêş de. Niha em li ser kurtefilmekê bi navê 'Extemar' dixebitin. Em ê govendên ku me tu carî pêşkêş nekiriye yekem car pêşkêş bikin û di nav de govendên taybet bi jina Ermen heye. Ji lewra ez bi hêvî me ku her kes xwedî bawerî be, bi ekîba ku pêre xebat dike bawer be ku dê berhemekî taybet û cûda derbixin ku bi awayekî komî li ser hizrî bûn û pilana wê dikirin. Ji lewra pêwîste her kes li pey xewn û xeyalên xwe bin heta ku pêk bînin, pêk neyîne wê tu serkeftinê di jiyana xwe de pêk neyîne jî."