Bi weneyên xwe dengê jinan dide bihîstin

Wênekêş Hatîce Merkmal ku ji bo li dijî zîhniyeta mêr dengê jinan bide bihîstin û ji bo avakirina hişyariyê di qada dîtbarî û bihîstinê de serkeftinên girîng bi dest xistine, jin û zarokan jî di van qadan de perwerde dike.

NECWA RAHÎM

Cezayîr – Hatîce Markmal a ji Cezayirê, ji bo bi awayekê profesyonel dengê jinan ragihîne û bigihîne beşek mezin a civakê, di qada avakirina naverokên dîtbarî-bihîstinê de ji bo perwerdekirin û bihêzkirina jinan dixebite.

Hatîce Markmal diyar kir ku ceribandina xwe ya yekem a wênegiriyê di sala 2014’an de bi havkariya Saziya Mafên Miorvan ya Navneteweyî dest pê kiriye û wiha got: “Cezayîr wê salê li bajarê Blîda bû şahidê herîkandinek mezin a koçberên Sahrawî û ji ber vê min gelek wêneyên koçberên di rewşên cuda de kişand. Piştî 10 salan tevî şert û mercên zehmet ên ku rû bi rû mam jî min biryar da bikevim qadên perwerdekirina jinan û berhemdana naverokên dîtbarî û bihîstinê bihêz bikim. Li zanîngehê dema min perwerdeya akademîk didît, qet destê xwe neda kamerayê. Lê belê bi awayekî amator, min li gel profesyonelan ceribandinên wêne û montajê kir û ez beşdarî pêkanînê bûm. Di demek kurt de ez di gelek mijaran de bûm xwedî ezmûn.”

‘Ez dixwazim jinan bihêz bikim’

Hatîce Markmal der barê perwerdeyên mijara dîtbarî û bihîstinê ku fêrbûna bingehên montaj, deng, wênekêşan dide zarokên keç de wiha got: “Di çarçoveya projeyekê de bi hevkariya rojnameya Femînîstên Cezayîrê, min bi komek jinan re dest bi xebatê kir. Ez dixwazim jinan di aliyê firehkirina derdora agahiyan, bihîstina dengê wan, îfadekirina cîhana wan a hundirîn, ji bo rêbazên nû berhemdana mekanîzmayên nû, naverokên bi wate yên femînîst û di qadên cûda de zêdekirina hişyariya jinan bi hêz bikim. Encamên hatiye bi destxistin ji bo jin do qadên cûda de hişyariyê zêde bikin di platformên medyaya dijîtal de parve dikim.”

‘Parvekirina ezmûnan kêfxweşiyê dide min’

Hatîce Markmal da zanîn ku perwerdeya jinan a di qada wêne, deng, montaj û ceribandinên bihêzkirinê de bi rojekê re nayên sînordarkirin û wiha domand: “Min dema perwerdeyê bi giştî dirêj girt û ji ber vê min zehmetiyên cuda dît. Sedema dirêjkirina demê di mijara berhemdana naverok û avakirinê de pisporên cuda û komên bi temen digirt nava xwe bû. Parvekirina ceribandinên xwe yên teorîk û bi pratîk bi jinên eleqe nîşan didin re ji bo min kêfxweşîye. Ev demek e ez di qada wênekêşiyê de dixebitim. Bi taybetî di nava 5 salên dawî de ji bo ez kêrhatiyên xwe di qada wênekêşiyê de bi hêz bikim dixebitim. Di demên nêz de li gel xwediyên projeyên produksiyonê ji bo di aliyê naverokê de di projeyên cuda de hevkariyê bikim daxwazek zêde ji min hat kirin. Di vê wateyê de ez li ser du projeyan xebitîm û vê yekê jî li ser min zext û westandinê da avakirin. Ez neçar mam hinek karên hatine redkirin bikim.”

‘Divê nêzîkatiyên mêr werin şikandin’

Hatîce Markmal bal kişand ku kêmaniya xebatên jinan di qada teknîkê de têkiliya xwe bi nêzikatiyên lênêrîna jinan heye û wiha got: “Qadên teknîkê weke ‘karên mêran’ tên dîtin û divê ev nêzîkatiya mêr were şikandin. Di heman demê de em dibînin ku di her pîşe û hunerê de jin hostatir û profesyoneltir dixebitin. Ji ber ku berpirsyariya karê ku dikin digrin, jin xwedî wê hêzê ne di her qadê de bixebitin.”

‘Projeya herî dawî jiyana bi hev re ye’

Hatîce Markmal destnîşan kir ku di meha Gulana borî de di çarçoveya amadekariyên bi awayê roja jiyan bi hev re ya navneteweyî de bi hevkariya Sefaretxaneya Hollandayê li ser projeyekê dest bi xebatê kirine û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Li vê derê di tememên cuda de min portreyên 15 jin û mêrên cuda pêşan dan. Ji Rmeileh heta Zagharayê, taxên ku derdora Dêrê min keşf kir. Di vê demê  de ji welatiyên herêmê têkiliya ruhê bi hev re jiyanê bi kurtasî bîne zîman der barê qonaxên wê yên dîrokî de şahidên ku tabloyek zindî xêz kir min komand. Çêkerek dînî û sembola çandê ya têkiliya nêz a bi xelkê herêmê re heta min wêneyên rûyê jinan ku Dêra Dayika Meryem tîne ziman kişand. Çîroka protreyan bi awayê podcast a 10 kêlî min pêşkêş kir. Ji ber bandorek mezin a dîmenên bi deng di kişandina temaşevanan de heye.”