“Bi şêwekariyê li xwe vedigerim û pêre zêdetir xwe nas dikim”

Şêwekara ciwan Jiwan Baqî da zanîn ku ew ji sala 2017’an ve bi pisporî karê şêwekariyê dike û got: “Dixwazim dema kesek ji rewşa heyî diltengbûye, li holek hunerî çav li tabloyên rengîn bikeve dilfireh bibe û têkeve nava cîhanek rengîn. Tabloyên min zêdetir li ser jiyan û xebata jinane. Ji ber jin serwerê jiyanê ne û rola wê di guherîna civakî de giringe, ji bo wê jî dixwazim zêdetir li ser jinê bisekinim.”

TERZE TAHA
Silêmanî – Ji jinên şêwekarên bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê Jiwan Baqî ya 27 salî hewil dide lêhurbûna xwe bi rêya şêwekariyê derxe derve. Şêwekara ciwan Jiwan Baqî diyar kir ku wê ji 15 ve min dest bi karê wênexêziyê kiriye û ji 2017’an ve jî zêdetir bi hostahî dixebite û di pêşbaziyên hunerî de cihê xwe digire. 
“Bi heskirin û raveya hestan dikevim nava karê hunerê”
Jiwan Baqî da zanîn ku ew bi rêya şêwekariyê dikeve nava lêgerîna cîhana xwe ya hindirîn û wiha domand: “Bi xêzkirinê xwe dibînim û hîn zêdetir xwe dinasim. Bi heskirin û raveya hestan dikevim nava karê hunerê. Hestên jiyanê di nava tabloyên hunerî de em hewil didin bidin dîtin. Dixwazim dema kesek ji rewşa heyî diltengbûye, li holek hunerî çav li tabloyên rengîn bikeve dilfireh bibe û têkeve nava cîhanek rengîn. Ji ber wê jî divê rengên li ser tabloyan li hev hatî be û bala mirovan bikêşe. Tabloyên min zêdetir li ser jiyan û xebata jinane. Ez ji dayikan ketime rê û dixwazim hêza wan a daneheva jiyanê bidim nasîn. Ji ber jin serwerê jiyanê ye û rola wê di guherîna civakî de giringe, ji bo wê jî dixwazim zêdetir li ser jinê bisekinim.” 
Jiwan Baqî daxwaz kir ku  di ragihandinê de hunermendên mezin ên welatê wan bên dîtin û wiha berdewam kir: “Em dixwazin bernameyên hunerî bên çêkirin ku em bikarin hunermendên mezinên welatê xwe binasin. Niha li ciwanek bipirsê hunermendên vî welatî na nasin, ji ber di bernameyên tv û ragihandinê de nedane nasîn. Helbestvan û kesayetên di hunerê de naskirî li vî welatî hene hewceye bên nasîn û ciwan ji jiyana wan a hunerî hayîdarbin.”