Bi pirtûkxaneya neteweyî çanda Reqayê tê parastin

Pirtûkxaneya neteweyî ya Reqayê, piştgiriya kesayetên femînîstên rewşenbîr û kesên bi wêjeyê re têkildar in dike û rola wan xurt dike. Pirtûkxane bi avahiya xwe ya dîrokî balê dikşîne û gelek jin diçin serdana wê.

YUSRA EL-EHMED

Reqa – Pirtûkxaneya neteweyî ya ji aliyê desteya çand û şûnwaran ve hatiye damezrandin, yek ji girîngtirîn cihên çandê ye û ji bo parastina çanda xwendinê navnîşaneke dewlemend e.

Pirtûkxaneya ku 3’yê Cotmeha 2023’yan ji aliyê komîteya çand û şûnwaran ve hatiye vekirin, weke cihê arşîva fikir û dîroka girîngtirîn şaristaniyan tê binavkirin. Di pirtûkxaneyê de 12 hezar pirtûkên makaleyî, yên helbestî û çîrokan hene. Her wiha beşên felsefe dîrok, beşa sînema, huner muzîk û neteweya demokratîk hene. Holeke xwendinê û nivîsandina çîrok û helbestan jî heye. Tişta balkêş ew e ku avahiya pirtûkxaneyê ji serdema Ebasiyan maye. Bi kevirên kerpîç ên di firinên “Hergla" de li rojavayê Reqayê de hatine çêkirin, avahî hatine avakirin.

‘Bajarê Reqayê weke paytexta çandê tê naskirin’

Der barê armanca vekirina pirtûkxaneya yekem a li herêmê de, rêvebera pirtûkxaneya neteweyî Senaa Ebd Ebas got: "Bajarê Reqayê, weke paytexta çandê tê naskirin. Ji ber ku piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê gelek girîngî ji aliyê çandê re hat dayîn ji bo her kes bikaribe behreyên xwe yên çandî derxe û bi pêş bixe."

‘Gelek jinên rewşenbîr ji bo me bûne îlham’

Senaa Ebd Ebas der barê xurtkirina rola jinan li herêmê de jî got: "Jinan di hemû aliyên jiyanî, siyasî, civakî, leşkerî û çandî de xwe îsbat kirin. Jin beşdarî gelek şevbuhêrkên helbestî û wêjeyî de her wiha di panelên çandî bûn. Gelek jinên rewşenbîr mîna wêjevana ji nav me barkirî Fewziye El-Meraî û Marya El-Icêlî û Mîdya Silêman ku di gelek karên wêjeyî helbestî û pirtûkan de beşdar bûn hene. Ev jinên wêjevan ji gelek jinên din re bûn mînak.”

‘Beşdariya jinan a xebatên çandî bû sedem ku baweriya wan zêde bibe’

Senaa Ebd Ebas di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Beşdariya jinan di warê çandî û panelên helbestî de hişt ku baweriya wan bi wan zêde bibe û nêrîna civakê ya ji bo wan were guhertin."

Der barê rêjeya jin û keçên ciwan ên berê xwe didin pirtûkxaneyê de jî got: "Ji dema pirtûkxane vebûye ve heta niha gelek jin û keçên ciwan berê xwe didin vê derê. Di pirtûkxaneyê de holeke taybet ji bo jinan heye. Ew dikarin zêdetir bi vî rengî xwe bi pêş bixin."

Senaa Ebd Ebas got: "Jin bingeha civakê ne û nifşên nû perwerde dikin ji ber wê divê jin zana bin da ku bikaribin malbateke zana ava bikin û bi vê yekê civak şiyar û zana be."

Senaa Ebd Ebas bang li hemû keçên ciwan û jinan kir ku berê xwe bidin pirtûkxaneyê û  behreyên xwe yên wêjeyî dewlemend bikin û ji bo planên pêşerojê jî got: "Em hewl didin beşek taybet ji bo wêjeya jinan vekin û panelek ji bo aktîfkirina bername û çalakiyên berdewam, ji bo çand û wêjeya jinan li dar bixin."