Bi kel û pelên ku berê hatine bikaranîn şêweyek cuda dide hunerê

Behre Ehmed jineke ji Helebçeyê ye, ew kel û pelên ku hatine bikaranîn di tabloyên xwe de bi kar tîne û şêweyek cuda dide hunera xwe.

MÎHRÎBAN SELAM KAKEYÎ

Helebçe- Behre Ehmed jineke xelkê Helebçeyê ye, di aliyê hunerê de xwedî kêrhatinî ye. Ev çend sal in di asta hunera xwe de xwe bi pêş dixe û bi riya medyaya dîjîtal karê xwe bi pêş xistiye, şêweyek cuda daye hunera xwe. Bi kel û pelên ku hatine bikaranîn şêweyek cuda û balkêş dide tabloyên xwe. Hem tabloyan bi ta û kefiyeyan dixemilîne hem jî li kêleka wê bi boyaxan keviran dixemilîne.

‘Min sûdek mezin ji medyaya dijîtal girt’

Behreya ku ji hunera dest gelek hez dike û di akademiyên karên hunerî de ders nedîtiye bi hunerek gelek xweşik û cuda mijûl dibe, der barê hunera xwe de wiha got: “Ji zarokatiyê ve eleqeyek min li hemberî hunera dest hebû. Ez gelek ji karên hunerî hez dikim û bi riya medyaya dîjîtal fêrî gelek tiştan bûm. Her wiha niha bi riya medyaya dîjîtal berhemên xwe nîşan didim. Min bazarek bi riya onlîne ji bo berhemên xwe vekiriye û tabloyên xwe di wê derê de difiroşim, li gorî daxwazên xelkê û daxwaza xwe tabloyan dinexşînim û gulan amade dikim. Karê hunerî ne asan e û xelk weke pêwîst girîngî nade hunerê. Li gorî wan ew tabloyên ku tên çêkirin û nirxên wan çiqas be ji kiryaran re giran tê.”

‘Ji bo kar bawername ne pêwîst e’

Behre ku beşa îdareya tendirustî temam kiriye û bi hezkirin û daxwaza xwe ji bo debara jiyana xwe pêk bîne di warê hunera dest de kar dike û wiha got: “Niha jî ya girîng daxwaz û hezkirin e, ne belgename ye. Mînak ez bijîjkek nas dikim li nexweşxaneyê karê xwe berdewam dike lê belê kêrhatiya xwe paşguh nekiriye. Hunera xwe ya dest a çêkirina çenteyan berdewam dike. Daxwaza min ji bo jinan ew e ku ji malê derkevin û bi taybetî niha çend rêxistin hene derfetên kar ji bo jinan ava kirine da ku jin ji malê derbikevin û bi xwe bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe.”