Bi hunera seramîkê qalibên civakî yên li ser jinan dişkîne

Şêwekar Kafia Al-Rajhi bi hunera xwe ya seramîkê balê dikşîne ser qalibên civakî yên li ser jinan herwiha cewher û têkoşîna jinan derdixe pêş.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis - Şêwekar Kafia Al-Rajhi xelkê bajarê Silyana yê girêdayî Bakûr û Jojhilatê Tûnisê ye, hestên xwe yên afrîneriyê ji êş û têkoşîna birînên jinan girtiye, bi çêkirina seramîkê ruhê xwe yê hunerî ji bo gihandina têkoşîn û êşên kûr bi kar tîne ji ber ku baweriya wê bi doza jinan û mirovahiyê gelekî zêde ye, hemû berhemên wê ji rastiya jiyanê ne.

‘Ez bi hunera xwe diştên di hundirê jinan de derdixim pêş’

Şêwekar û hunermenda seramîkê Kafia Al-Rajhi ya bi navê Bêqeşe-rahib tê nasîn, der barê hunera xwe ya seramîk de wiha dibêje: ''Min destpêkê di enstîtuya Bilind a Hunerên Ciwan de kar kiriye, îro jî ez di riya lêkolîn û zanistê de dimeşînim karê xwe. Jinên bêdeng bala min kişandin pirsek di serê min de ava kir ku çawa jinek di jiyana xwe de ewqas serkeftin û trajedî di nava hev de bijî. Mînak jinên li gundan bala min dikşînin ruxmê ewqas zehmetiyan jî her dem rûyê wan dikene. Ez êşên hundirê jinan ên nedîtî nîşan didim ji bo pê bihesin, dîmenê xwe yê jinek rûken û bi hêz e lê ji hundir ve şikestî ye derdixim pêş. Çiqas ew êşên bedenî kûr bin jî xwezaya jinan qet kêm nake ji ber ku jin berî ku şêwekar be hebûn bi xwe ye. Ez êşên jinan derdixim da ku bi kewînim û piştgiriya jinan bikim, rast e hinek mafên me jinên Tûnisê hene lê dema tu ber bi kûrahiyan ve diçî êşên ku nayên texmînkirin mirov dibîne.''

‘Tenê jin dikarin êşên jinan çareser bikin’

Kafia Al-Rajhi der barê pirsa hunera seramîk çawa xizmeta mijarên jinan dike de û diyar dike ku bi riya hunera seramîk û hişyarkirinê naskirina jinan û kesayetên têkoşer de pêşketin pêk anîne. Bi wê awayî jin hêvî, vîn jî jinên hêzdar digrin, rastiya xwe ya jiyanê nas dikin û hewl didin pirsgirêkên xwe derbas bikin.

Kafia Al-Rajhi destnîşan kir ku beşek mezin ji jinên Tûnisê mafên xwe nas nakin û zagonan jî nizanin û wiha domand: ''Jinên ku cotkariyê dikin mafên xwe nizanin der barê sîgortaya tendirustî û civakî, de xwedî zanîn in. Lewre ew jin rastî binpêkirinan tên ji bilî nerêxistinkirina kar nezanîna jinan jî mijarê xirabtir dike. Ez weke hunermendek jin parastina jinan û mafên wan dikim. Divê ez wan hişyar bikim û hemû binpêkirin û destdirêjiyên ji aliyê xwediyên kar ve li dijî jinan eşkere bikim. Ev berpirsyariya min weke hemû komeleyên jinan, dewletê, kadroyan û ragihandinê ne. Bi van guhertinên siyasî û rewşa aborî dijwar re divê em baş  jinan bifikirin û piştgiriya wan bikin û hişyar bikin.''

‘Dixwazim hunera min li saziyên perwerdeyê bên xwendin’

Kafia Al-Rajhi der barê astengî û armanca hunera seramîkê de ku ji aliyê hinek kes û aliyan we dibîne wiha dibêje: ''Tewanên tevlihevî û nakokiyên min bi bedena min re bi nêrînek sivik mêze dikin, ew nizanin peyama min çi ye, karê min dixin warê olî, ez dizanim ku mijara tazîbûna bedenê ne azadî ye. Dema li karê ku ez dikim mêze dikin tiştê ku dibînin li gorî xwe dinirxînin. Armanca min ew e ku ne tenê di asta navxweyî de, di asta cîhanî de bi nav û deng bibim û ji bo çanda mafên jinan xurt bikim û tundî, cihêkarî û newekheviyê tune bikim li zanîngehê waneyan bidim, ji ber ku teoriyek min a taybet heye, ez dixwazim huner û şêweya ku bi kar tînim bibe madeyek û li saziyên perwerdeyê bên xwendin.''