Bi hest û ramanên jinê: Pêşangeha “Rengên hêviyê”

Li Fasê di pêşangeha "Rengên Hêviyê" ya ku ji aliyê Janan El Sabil ve di 4’ê Hezîranê de hat lidarxistin de; gelek wêne hatin pêşkêşkirin. Wênesaz Şehrazad a tevli pêşangehê bû got ku huner ramanên xwe ji xwezayê deyn dike.”

HENAN HARÎT
Mexrib - Jinên wênesaz, bi pênaseyên hevpar ketin rê û mîrasa rastîn a Fasê bi tuwalê anîn ba hev. Dema ku hestên jinan ên di pêvajoya pandemiyê de jî lê zêde bibin û xwe di wêneyan de nîşan bidin, rewş cudatir dibe. Ji wêneyên ku tê de hestên hêvî û reşbîniyê bi hev re ne, "Rengên Hêviyê" hat gotin. Li Feza navçeya Fasê, ji hêla Janan El Sabil ve jinên hunermend ên ji Fasê, berhemên xwe ji bo hezkiriyên xwe anîn ba hev. Pêşangehê di 4’ê Hezîranê de  dest pê kir û dê heta 18’ê Hezîranê ji mêvanan re vekirî be. Rêxistin bi tevkariyên Midûriyeta Herêmî ya Fez-Meknes a Wezareta Çandê hat amadekirin. 13 wênesazên Fasê bi xebatên xwe beşdarî pêşangehê bûn.
Rengên tarî û geş bi hev re hatin bikaranîn
Yek ji wênesazên Fasê Mariam El Tahrî ku di berhemên xwe de hejariya jinan, xweza, derya, bajar û taybetmendiyên karekterîstîk ên bajaran xêz dike, di wêneyek de cih dide hestên xwe. Mariam dibêje ku ew bi piranî di xebatên xwe de li ser nasname û çanda Fasê dixebite. Mariam diyar kir ku tedbîrên di dema pandemiyê de wekî hemû kes û hunermendan, bandorê li wan jî kiriye lê bûye sedem ku di hunera wênesaziyê de hilberînek zêde çêbibe. Mariam wiha dibejê: "Ji ber ku hûn her dem di cihên girtî de dimînin reng tarîtir dibin. Me gelek roj û rewşên xemgînî jiya, em di tarîtiyê de man. Ji ber vê yekê, min xwest berevajî rengên tarî, rengên geş bi hev re bi kar bînim.”
"Divê hunermend civakê teşwîq bikin" 
Mariam destnîşan kir ku divê hunermend di ast û rewşeke wisa de be ku bikaribe civakê teşwîq bike û got: “Wekî din divê hunermendên jin hîn zêdetir wêrektir bin. Divê em nîşan bidin ku em dikarin bi cesaret bin, bi hişmendî û xebatên çandî peywira xwe bi cih bînin. Ji bo em vê yekê bikin jî divê em wêrek bin.”
"Wekî ku ji nû ve ji dayik bûme" 
Wênesaz Şehrazad jî dibêje ku ew tenê bi du wêneyên xwe tevli pêşangehê bûye û wiha dibêje: “Min gulek sor xêz kir û bi xwe re anî. Gula sor, tê wateya bişirîna bi jiyanê re, yan jî min jê re digot 'Bişira Jiyanê'. " Şehrazad, wêneyê xwe yê duyemîn destnîşan kir û got; “Min hewl da di vî wêneyê de xwezayê xêz bikim. Rehma hunerê xweza ye. Huner ramanên xwe ji xwezayê deyn dike, lewma min fîgurên behr û keştiyê bi kar anîn. Sê sal e ku ez xêz dikim û  hîn jî di vî warî de pir nû me. Difikirim ku ez ê bi çêkirina wêneyan mezin bibim. Wisa dixuyê ku hunera wênesaziyê alîkariya min kiriye ku dikarim oksîjenê bistinîm û ramanên xwe bi vegotinê şênber bikim. Ez wisa hîs dikim ku ji nû ve ji dayik bûme.”