Belgesela jinên ku tarîtiya Talîbanê ronî kirin: Bread û Roses

Belgesela telefonê ya li ser jiyan û çarenûsa jinên ku ji ber rêveberiya Talibanê ya li Efganistanê xerab bûne û tekoşina wan a li dijî dorpeçê, hat weşandin.

Navenda Nûçeyan – Belgesela Bread & Roses (nan û gul) berhevokek balkêşe ku şahidê êş û azarên jinên Efganî yên di serdema Talibanê dike, bi wê yekê bale dikşine ku bi telefonên bi aqil hatiye kişandin.

Di belgeselê de kesên ku bi telefonên xwe serpêhatiyên jinên Efgan ên dibin deshilatdariya rêveberiya Talibanê de dikşinin nişan didin.

Filmê ku bi piştgiriya Aktiris Jennifer Lawerence û çalakvanê xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Malala Yousafzai hatiye kişandin, zehmetiyên rojane yên jinên Efganî ji dema vekişina leşkerên ABD û vegerandina deshilatdariya Talibanê ji temaşevanan re radigihine.

Film di 14’ê Mijdarê de li bajarê Los Angles DYE bi temaşevanan hat nasandin. Di pêşandarê de Jennifer Lawerence axivî û got; “Jinên li Efganistanê dema Kabil di sala 2021’an de ket destê Talibanê mafên xwe yên bingehîn windakirin. Mafên xwe yên perwerdehi û xebatê windakirin. Jiyana wan di şevekê de ser û bin bû.”

Talîban jinan dixe girtigeha paşverûtî yê

Belgesela ku berê di Gulana 2023’an de di Festifala Filman a Cannesê de hatibû nişandan û derhêneriya wê Sahra Manî kirî bû wê di 22’ê Mijdarê li ser Apple TV’yê bê nişandan. Çêkerê filmê derveyî Efganistan dijî, bi dehan jinên ku piştî hilweşandina Kabilê li wir mane têkîlî danî û fêri wan kir ku bi telefonên xwe filmê bikin da ku berxwedana xwe belge bikin.

Fîlmek dilşewat li ser çarenûsa sê jinên Efganî û girtina jinan li welatê wan ji hêla paşverûtiyê ve. Bijîjka diranan Zehra, ji aliyê Talîbanê ve gef lê tê xwarin ku klînîka wê bê girtin bi girtina gefan tê, dibe pêşenga xwepêşandanên li dijî rejîmê. Şerîfeya ku memura berê ya dewletê, ji karê xwe bê par hatiye hiştin û êdî tu karek nemaye bike û  ji bo hewayek paqij bigre li ser banî cilan radixwe û di malê de hatiye girtin. Tarnam ku li Pakistana cîran aktîvîstek sirgunkiriye, ji temaşekirina tarîtiya welatê xwe memnune.

Çêkera filim Sahra Manî got: “Sînordarkirin her ku diçe giran dibe”, ‘bêdengiya’ civaka navneteweyî şermezar kir got: “Divê jinên Efgan piştevaniya heq dikin bigrin.” 

Belgesel bi kêliyên cesaretên mezin tije ye

Li Efganistanê destûr nayê dayîn jin piştî dibîstana seretayî perwerde bibînin, çûyîna parkên ji gel re vekirî, salonên werzîşê û salonên ciwankariyê qedexeye û jin bêyî li gel wan refakatçiyek hebe qedexeye ji mal derbikevin. Bi zagonek ku di demek nêz de hatî derxistin, dengê bilind yê jinan di nava civakê de jî hate qedexekirin.  

Aktivîsta Pakistina ku di dema 15 salî de Talîbanê hewla qetilkirina wê daye wiha got: “Îslam perwerdekirina zarokên keç asteng nekiriye û îslam karkirina jinan asteng nekiriye.”  Belgesela ku saleke zêdetir piştî ketina Kabulê hat kişandin, bi kêliyên cesaretên mezin tije ye.

Mînak di dîmenekê de jinek çalakvan, di dema çalakiyê de bang li endamek Talîbanê ku gefê lê dixwe kir û got: “We zanîngeh û dibîstan girtin, hun bikujin baştir e.”

Rejîm van mîtingên jinan ên ‘bixebite, nan, fêr bibe’ bi awayek sîstematîk ditepesine. Çalakvan tên lêdan, tên revandin û girtin. Talîbanê piştî sê salan hatî ser desthilatê, tenê çend welatan hikumeta ku ji aliyê Talîbanê ve hat avakirin bi fermî nas kir. Derdorên dîplomatîk yên navneteweyî, ji aliyê rayedaran ve qedera ku ji bo jinan hatî ferzkirin hertim vala protesto dikin. 

Çêkera Filmê Sahra Manî ji Emerîka û Ewropa re got: “Ger îro em bedel didin, sibe hûnê jî wê bedelê bidin. Talîban her tim îspat dike ku nehatiye guhertin.”