Belgefîlmê Waşûkanî li Qamişlo hat pêşkêşkirin

Bi dirûşma "Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan” li navenda Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo navenda Şopdarên Rojê, belgefîlma "Waşûkanî" hat pêşkêşkirin. Rîma Silêman diyar kir ku gelê Serêkaniyê gelek êş kişandin û belgefîlm vê êşê dighîne her kesî.

 
Qamişlo - Bi dirûşma “Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan” navenda Şopdarên Rojê ya çandê ji destpêka sala 2021’ê de amadekariya belgefîlma bi navê “Waşûkanî” dike û derhênera belgefîlmê jî Êvlîn Hesen e. Armanca sereke ji belgefîlmê ewe ku rastiya heyî, berxwedanî û zehmetiyên ku gelê Serêkaniyê dijî  ji bo tevahî cîhanê were nîşandan û naveroka wê jî, derxistina rastiya hovîtiya dijmin û girêdana gel bi axê re û têkoşîna wan li dijî dagirkeriyê were derxistin. Îro li navenda çand û huner a Mihmed Şêxo ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belegefîlm bi beşdarbûna bi dehan ji şêniyên bajêrê Qamişloyê re pêşkêş kirin.  
Piştî xuleyek rêzgirtin li ser cangoriyên azadiyê, derhênera belgefîlmê Êvlîn Hesen wiha axivî: "Pêwiste em baş bizanibin ku dijminê me yeke, çi li şengalê, çi li serê kaniyê, çi li girê sipî û çi li efrînê bê. Me filmek amade kiriye bi navê "Waşûkanî” dijminê bav û kalan nabe dostê lawan. Em vî filmî diyarî giyanê hemû şehîdan dikin û bi taybet li Serêkaniyê.”
“Belgefîlm bîranînên me yên bi êş anîn bîra me”
Endama Desteya Çandê Rîma Silêman diyar kir ku li Serêkaniyê di şev û rojekê de gel hemî  ji hev bela bûn û wiha pê de çû: “Ez ji wî bajarê ku ev 2 salin di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye. Di roj û şevekê de gelê Serêkaniyê belav bûn û her yek koçberî bajarekî bû, zerareke pir mezin li me hat kirin, gelek zarok, jin û pîr û kal hatin qetilkirin,  Îro em li vê derê hazir bûne da ku em belgefîlmê ku Şopdarên Rojê amade kirine, em temaşe bikin. Ev filîm bîranînên me yên bi êş anîn bîra me, hêdî hêdî tefasîlên ku me ji bîr kiribûn hatin bîra me. Bi riya belgefîlmên wiha, van çalakiyan, em dikarin bêjin ku ribek ji êşa me dighê tevahî gelan. Dîtin û gotin nabe wek hev û rastî jî gelek bandorî li me hat kirin.”
“Miletê Serê Kaniyê heya anha li ber xwe dide”
Rîma beng li rêxistinên mirovî kir da ku bi êşa miiet bihisin û wiha bi dawî kir:“Di hindirê belgefîlmî de gelek tişt hatine xuyanîkirin, yek jê hovîtiya dewleta tirk, êşa ku milet tê re derbas bû û di heman demê de berxwedaniya milet ku ji aliyê miletê Serê Kaniyê ve hat kirin. gelek tiştên bi êş di film de hebûn mîna dema ku kesên di kampan de êşa xwe tanîn ziman. Em wekî miletê Serê Kaniyê heya anha li ber xwe dide, rojava warê me hemûya ye em bihêviya vegera bajarê xwe ne. Her wiha banga me ji wan kesê ku tiştek ji destên wan tê ku dikarin ji bo me tiştekî bikin, îdî çavên xwe vekin û li êşa miletê ku li bendî vegera bajarê xwe binerin.”