Batizma Êzidiyan: Çerxa demê

Li Şengalê pîrozbahiya sersalê bi coşa Cejna Batizmê dest pê kir û rojan li pey xwe hişt. Êzidî îsal jî xatirxwestina sala borî û derbasbûna sala nû bi Cejna Batîzmê pîroz dikin.

ROJBÎN DENÎZ
Şengal- Êzidiyên ku bawer dikin di qonaxa dawîn a pêkhatina gerdûnê de çerxa demê di 7 rojan de temam bûye, Cejna Batizmê di her 7 rojên ku vê demê dagirtî, ango hefteyekê, rîtuelên cuda pîroz dike. Êzidî pêkhatina demê weke Cejna Batîzmê bi nav dikin. Di Êzdatiyê de ev cejn wekî cejna herî dirêj û pîroz cih digre. Êzidiyan nîvê 7 rojên xwe ji sala borî û nîvî jî ji sala nû digrin. Di nava Êzidiyan de hemû fêrdên eşîra Çêlka ji organîzekirin û lidarxistina hemû rûtûelên pêwîst ên Cejna Batîzmê berpirsyar in. Ew xwediyên malê yên cejnê ne.
Piştî ku demsala zivistanê 25 roj derbas dibe, gelê Êzidî dest bi rojiyê dike. Di heyama bi navê çil de, ango rojên herî sar ên zivistanê rojiyê digrin. Ji kesên rojiyê digrin re dibêjin “cilegir.” Dema Batizm dest pê dike, ango di hefteya dawî ya rojiyê de, 25 roj beriya ku zivistan biqede, hemû eşîra Çêlka û her kesê ku bixwaze tevli bibe bi dildarî dest bi rojiyê dike. 2 roj û nîv rojî tê girtin û di roja 3’yemîn a Batizmê de dana nîvroyê qurban tên dayîn. Bi dayîna qurbanan re rojî xirab dibe. Qurbanên ku tên serjêkirin bi awayê 7 loqan tên birîn. Her parçeya qurbana ku hatiye jêkirin wek loqêk tê hesabkirin û wekî ku têra 7 rojan bike tê jêkirin. Her qurbana ku di Cejna Batizmê de tê jêkirin ji bo Pîre Ariyê dibe boraq.
Êzidî “di Sêlkayên xwe de” çerxa demê xêz dikin
Em weke ekîba NuJINHA çûn serdana malên ku cejnê pîroz dikin, merasîmên ku di Cejna Batizmê de hatin lidarxistin me ji nêz ve dît û me wateya cejnê ji kesên ku pîroz dikin guhdarî kir. Dayê Sarê Elî ji me ra rûtîelên ku di Cejna Batizmê de pêk tînin vegot;
“Di cejna Batizmê de ji bo nanê dişibe rojê ya bi navê Sêlka tê zanîn hevîr tê kirin. Hevîrtirşka hevîrê ku  Sêlkayê tê çêkirin, bi gûzên ku ji dara gûza Pîra Arî ya gundê Dirdile ya navçeya Nisêbîna Bakurê Kurdistanê tê binavkirin, tê kirin. Gûzên ku ji gundê Dirdile tên anîn dibin Laleşê, hevîr li Laleşê tê kirin û paşê ew hevîr li hemû eşîra Çêlka belav dikin. Tê gotin ku hevîrtirşka ku li Laleşê tê çêkirin mayî û gûzên mayî ji bo salek din hem ji heta 10 sal jî li Laleşê bên rakirin hevîrtirşk xirab nabe û temenê darên gûzê yên gundê Dirdile bi sedan sal e. Em di dema Batîzmê de her roj Sêlka çêdikin. Sêlkayên ku em çêdikin di şiklê dinyayeke gilover de tên çêkirin, di nîveka wê de çargoşeyên ku 4 demsalan vedibêjin tên çêkirin, li dora çargoşeyan 12 meh tên xêzkirin, her 7 rojên hefteyê bi xalan tên diyarkirin û bi giştî 365 xal tên xêzkirin û bi giştî ev xêz motîfa rojê radixin ber çavan. Sêlkayên ku datînin ser sêlê bi aliyê rastê ve tên zivirandin û zivirina cîhanê li dora rojê vedibêje. Selka di selê de çep nayê zivirandin, beşên we yên jor û jêrîn bêyî ku bizivire tê pijandin û tê rûnkirin. Kesên ku Cejna Batîzmê pîroz dikin, yanî ji eşîra Çêlka ne, 7 rojan nikarin xwe bişon, cihên xwe bişon, cil û bergên xwe yan jî tiştên ku divê li malê bên dirûtin nayên dirûtin. Her tiştê ku em di dema Batîzmê de dikin me diparêze.”
Li gorî vegotinên Sarê em têdigihîjin ku di Batizmê de rîtûela herî girîng çêkirina xewra ye. Xewra di dawiya Batizmê de li maleke ku di nav eşîra çêlka de bi rûmet tê dîtin tê çêkirin. Êzidiyên ku ne ji eşîra Çêlka ne, dikarin tevlî mala ku xewra lê tê çêkirin, bibin. Xewra ji 7 tamên wek ard, kuncî, hêk, geminok, genim, nîsk û nok tê çêkirin. Xewra jî wek Sêlkayan tê çêkirin, heman wêne li ser rûyê wê tên çêkirin û nayê berovajîkirin. Sêlka mirovên ku diçin cejnê tên pêşkêşkirin, xewrayan jî wek pîroz tê veşartin û li ber wê xwe ditewînin.
Kesên ku ji bo xewrayê kom bûne divê heta sibehê hişyar bimînin. Ji tevahiya wê şevê re şevberatka tê gotin. Di heman demê de li şevberatkayê dezî ango basimbar tê çêkirin. Di wateya pîroz de. Rengên wê têlên sor û spî ne. Dibe ku gotinek rasttir be ku meriv bêje ew rengên ku Êzdayetiyê temsîl dikin in. Heger kesên ku ji bo xewra hatinê basimbarî daxwaz bike, yek ji malê li dest an jî stûyê wan girêde. Kesê ku basimbar tê girêdan, ji dilê xwe xwestek digre, ev tê wê wateyê ku ger di nava salekê de basimbar vebibe dê daxwaza wê pêk were.
Tevahiya şevê lîstik tên lîstin
Sarê da zanîn ku her malbateke ku roja 4'emîn a Batizmê cejnê pîroz dike, ji bo wergirtina Xewrayê kesekî nûnertiya wê dike dişîne û rîtuelên di belavkirina Xewrayê de tên kirin wiha vegot;
“Roja 4’an a cejnê, danê êvarê, li malên eşîra Çêlka, yanî kesên cejna Batizmê pîroz dikin, yek an jî du parî Xewra bi tiriyê hişk re tê dayîn. Tiriyê hişk ji bo Êzidiyan pîroz e. Xewra û tiriyê hişk dikin nava çenteyê sor-spî, spî-reş ên ji hirî hatine çêkirin û teslîm dikin. Tirî bi 7 destikên yek tê xistin nava çenteyê. Tîriyên ku kesê dike nava çenteyê divê tiriyên di destê wê de heya hemû bikevin çente neyê rijandin. Ger tirîyek jî were rijandin, tê bawer kirin ku di wê salê de ji mala ku tirî lê hatîye dayîn mirin çêdibe. Heman tişt di çêkirina Xewra de jî wisa tê bawer kirin. Ger Xewra li ser selê biterikê û bişkê, tê gotin ku 'mezina wê malê di nava wê salê de bimire'. Malbata ku Xewra teslîm digre, wê şevê bi kesên hatin cejnê re kêf û şahî dike, heta sibehê lîstik tê lîstin, stran tên gotin, govend tê gerandin. Ev jî dibe şevbêrakta duyemîn a Batîzma ya me. Em tevahiya şevê lîstikan dilîzin. Lîstikên kalik, agir, kiso, xefkarî, mame mûse tên lîstin. Parçeyên xewra yên ku anîne mala datînin ser tiriyên hişk û datînin cihê baş ê odeyê û li kêleka wê çira pêdixin. Her kesê ku tê cejnê çenteyê Xewra yan jî xewra bi xwe maç dike û tiriyek digre û dike devê xwe.” 
Xwarinên pîroz tên pijandin
Roja pêncemîn a Cejna Batizmî roja jinan e. Bi giştî serdana cejnê jin dikin. Li ber xewra serî ditewînin, Xevraya ku tê çêkirin tê maçkirin, boraq tên dayîn daxwaz dikin, her kes tiştê ji dilê xwe te datîne ser sifre an jî dilê xwedî mal. Roja şeşan geqek ji qurbanê hatiye jêkirin tê pijandin û li cîranan tê belavkirin. Sîmat (nok, genim baş tên kelandin û bi goştê pijyayî re têkel) an jî mehîr xwarina heta roja Batizmî xilas dibe tê çêkirin. Li Batizmî her malbata ku ji eşîre Çêlka ye sîmatekê çêdike. Yên ku nikarin sîmatê çêbikin mehîrê çêdikin. Kesên ku her duyan bi hev re çêdikin jî hene.
Sarê got ku cejn bi veşartina xewrayan bi dawî dibe û ev yek di roja 7’emîn de pêk tê. Ji bo parastina Xewra û tiriyên hişk ku ji bo cejnê hatine dayîn, di boxçikên ku ji qumaşê li ser dîwarên her mala Êzidiyan hatine çêkirin û bi fîgurên dar, mar, gul, her şêweyên ji xwezayê ne û fîgurên cihê qube ku cihê pîroz ê Êzidiyane tên veşartin. Di nava salê de her Êzdiyê/a ku nexweş an jî bixwaze nezir bide, hinek ji Xewra û tiriyê hişk ku li boxçîkan tê veşartin hildide û Boxçikên di malê wê de dalaqindi re diparêze û ji nexweşiyên xwe re şîfa dibîne. Xewra di kîjan malê de be, tê wateyê ku ew mal hatiye pîrozkirin.”