Aryen Xelîl dengbêjî ji dayika xwe hîn bûye

Aryen Xelîl a ku ji 8 saliya xwe ve ji dayika xwe hînî gotina stranên gelêrî bûye, dibêje ku di bingeha dengê wê de dengbêjî hebûye loma xwestiye wê dengê xwe yê zîz bi awaza bilind a stranên dengbêjiyê derxe holê.

 
RAPERÎN BEKIR
Şehba- Lorîn bingeha dengbêjiyê ye. Dengbêjî di rastiyê de dayik di landikê de li ser zarokên xwe dilorîne. Her wiha jin di kêyfxweşî, şahî û êşan de bi rêya dengbêjiyê hest û ramanên xwe tînin ziman. Jin bi rêya dengbêjiyê êşên xwe derdixînin holê. Di roja me yê îro de ji bo ku dengbêjî bimîne, her di şevbuhêrkan de tên ser ziman û nifş bi nifş ev kevneşopî didome. Di gerdûnê de hemû deng xweş in lê di hinek dengan de xwezayîbûn heye ku bi rêxistinkirî ye. Hin hunermend hene ku bi xweşbûna dengê xwe dibin dengbêj her wiha di dîrokê de gelek destanên mîna Derwerşê Evdî û Edûlê, Siyabend û Xecê û Mem û Zîn heta roja îro bi rêya dengbêjiyê tên ziman. 
Jina ciwan a bi navê Aryen Xelîl 16 salî ye û ji gundê Xelîl ê Şiyêya Efrînê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Aryen ji 8 saliya xwe ve stranan dibêje. Her wiha di sala 2013'an de bi avakirina Çand û Hunerê li Efrînê beşdarî koma stranan a Şêrewa dibe, qabilieyeta xwe ya dengbêjiyê ji zaroktiya xwe de ferq dike û roj bi roj bi pêş dixe.
"Bi dengbêjiyê xweşikbûna welat û axê vedibêje" 
Aryen bi van gotinan hestên xwe parve dike: "Piştî ku dewleta Tirk êrîşê Efrînê kir em koçberê Şehbayê bûn û niha li vir dijîm. Ev bû 8 sal ez cihê xwe di nava kar û xebatên Çand û Hunerê Koma Stranan a Şêrewa de digirim. Dengbêjî gava min a yekem e û ez dixwazim dengbêjiya xwe zêdetir bi pêş bixim. Dema ku ez stranên dengbêjiyê distrim, hemû êşên ku gelê min jiyane parve dikim. Her wiha bi rêya dengbêjiyê xweşikbûna welat û axa xwe tînim   ziman. Dengbêjî hemû hestên mirovan muxatab digire û serpêhatiyan şîrove dike."
"Bi rêya dengbêjiyê êşa gelê xwe tîne ziman"
Aryen diyar kir ku dayika wê di dema borî de endama Çand û Hunerê bûye loma dixwaze xeyalên dayikên xwe berdewam bike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ger bingeha mirovan di dengbêjiyê de hebe her mijarê dikare bi zimanekî xwezayî bîne ziman. Di bingeha dengê min de dengbêjî heye loma min xwest ez vê dengê zîz derxînim holê. Di malbata min de dengbêj hene, ev yek bi min re jî heye, ez êş û azarên xwe bi rêya dengbêjiyê vedibêjim. Hemû deng xweş in lê ez bi rêya dengbêjiyê dikarim êşa gelê xwe bikim malê dîrokê. Dayika min berê cihê xwe di xebatên çand û hunerê de digirt û ew jî dengbêj bû. Dayika min gelek piştgiriya min kir ku heta niha ez bi îradeya xwe vê karê berdewam dikim."
"Di pêşbirka stranan de dibe yekemîn"
Aryen dema ku derdikeve pêşberî gelê xwe bi van gotinan kelecan û hestên xwe tîne ziman: "Ez li gorî tebeqeyan distirînim. Ji ber hin tebeqe hene ku her kes nikare derxîne loma ez hewl didim dengê herî zîz û xweş derxînim holê. Roja ku axa me hatiye dagirkirin vir ve ez di gelek şahiyan de derdikevim ser dikê. Her wiha ez ji bo stranan tevli pêşbirkan bûm û di dereca yekem de ez bi ser ketim. Dema ez di şahiyan de derdikevim pêşberî gel ez gelek kelecan digirim, ji ber gelê Efrînê xwedî berxwedanek destanîn e û bi hêz e. Dema ez dest bi dengbêjiyê dikim hêza xwe ya herî mezin ji gel digirim. Kêfxweşiya ku ez bi gel re dijîm nayê vegotin."
"Kilamên Mem Alan û Xelîl Xemgîn dibêje" 
Aryen dengbêjiyên ku dibêje wiha rave dike: "Min dema dest bi dengbêjiyê kir yekem dengbêjiya min, dengbêjiya Mem Alan bû. Piştî wî min dest bi kilamên Xelîl Xemgîn kir. Dema mirov li civaka beriya fikirên Rêber Apo û ya niha dinêre dibîne ku gelek ferq û cudahî hene. Demên borî gelek şerm bû ku jin di hunerê de cihê xwe bigirin û gelek gotinên ne baş ji wan jinan re dihatin gotin. Lê niha fikir û felsefe guherî û li vir ên herî zêde cihê xwe di stranan de digirin jin in û malbat gelek piştgiriya zarokên xwe dikin da ku hînî çand û kevneşopiya xwe bibin. Divê her jinek li gorî armancên xwe û pêşketina xwe bijî. Her wiha divê li hemberî hemû astengî û sînorên civakê têbikoşin."