Afganistan welatê jinên bi ‘hunera’ xwe dikarin bêjin na ye

Dema dibêjin jinên Afgan û Afganistanê jinên dibin çarçevan de dinêrin an jî dema çerçevan radikin ruyê wan ê xweşik û çavê wan ê mezinên ji deriyaya wateyan tejî tê hişê mirov. Lê rasî hinek cudaye. Tabloyek a jinên şerker, berxwedêr, hunermend û aktîvîstên parêzvanêm mafê jinan derdikeve pêşiya me.

PERWANE KÎBRÎT

Kabil – Jinên Afgan hewil didin ji bin siya şer, hejarî, komên çeteyên çekdar û oldarên hişk derkevin. Bi zoriyên neyê hişê mirov re ru bi ru dimînin li hemberî van hemûyan jî jinên dikarin bêjin ‘na’ derdikevin. Arghavan û Homa du jinên ciwan ên li hemberî van hemû zoriyan mil dane hev û hebûna xwe nîşan dane. 

Arhavan û Homa bê ku perwerdeya wênesaziyê bibînin bi derfetên xwe hînbûne. Arghavan dibêje: “Ev sê sale em karê wênevaniyê dikin. Li hemberî zoriyan bê hêvî neketim û bi îsrar min li ber xwe da. Kes nikare êdî me di hindir de bide girtin, emê vê keda xwe li her derê bidin dîtin. Em bi vê rêbazê dikarin keda xwe di nava civakê de bidin dîtin û aboriya xwe bi dest bixin. Divê jin ji bo mafê xwe şer bikin û ticarî ji vî şerî xwe nedin alî.”