Şopdarên xwedawend Sitiya Nexşa ruh didin Şengalê

Koma muzîk û govendê ya ku navê xwedawenda herî dawî ya Êzdî Sitiya Nexşa lê kiriye, bi hunerê çanda xwe digihîne nifşên din.

NÛJÎN ÊZIDÎ

Şengal - Çand ku hemû nirxên madî û manewî ye ku civakan di dîrokê de berhev kirine, bi hunerê derbasî nifşan dibe. Civaka Êzidî ku yek ji civakên herî qedîm e, xwedî çandeke kûr û bi baweriya xwe ye. Beriya êrîşa qirker a DAIŞ’ê ya li ser Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an de civaka Êzidî bawerî û çanda xwe di hundirê xwe de zêdetir jiyan dikir. Piştî fermana ku jiyan kirin bi Pergala Rêveberiya Xweser a li ser bingehê Paradîgmaya Netewa Demokratîk de ava kirin, li gel hebûna xwe ya fîzîkî çand û baweriya xwe jî diparêzin.

Rêbaza herî bi bandor a veguhestina çandê ji nifşekî bo nifşê hevdîtina bi hunerê re ye. Koma Muzîkê ya ku piştî fermanê hatiye avakirin û navê xwedawenda hunerê ya li gorî baweriya Êzidiyan Sitiya Nexşa lê kiriye, bi hunerê jî çanda Êzidiyan digihîne pêşerojê. Endamên Koma Muzîk û Dîlanê ya Sitiya Nexşa tenê jin in. Li Şengalê ku berê tenê li ser miriyan şîn dihatin gotin, ji bo hêviyê zêde bikin stran ji zimanê jinên ciwan ên paşmayiyên Sitiya Nexşa tên rijandin. Endama Sitiya Nexşayê Xezal Xêro têkildarî koma muzîka dîlanê ya di sala 2018’an de hatiye avakirin ji ajansa me re axivî.

‘Ger me berê fikrên Rêbertî nas kiriba wê ferman rû nedaba’

Xezal Xêro bal kişand ser fikir û felsefeya Serok Apo û diyar kir ku ger beriya fermanê ev fikir hebûya wê Şengal di fermanê re derbas nebûya û wiha got: “Mixabin heta niha li gelek cihên Şengalê jin bindest in. Bi taybetî kesên ku nêzî fikrên Serok Apo nebûne. Ji bo wê jî banga me ji hemû ciwanan re ew e ku werin û fikrên vê rêxistina me nas bikin. Ger ku fikrên Rêbertî beriya fermanê di nava me de hebûna, wê îro bi hezaran keç û jinên me di destên DAIŞ’ê de nebûna. Wê ciwanên me terka welatê xwe nekirana. Ji ber ku xweşî û dîroka vê axê nizanin diçin.”

Xwedawenda çand û hunerê: Sitiya Nexşan

Xezal Xêro bal kişand ser navê koma Stiya Nexşan ku weke xwedawenda parastina çand û hunerê di nava civaka Êzidî de tê nasîn û wiha got: “Beriya sedan salan jineke bi navê Sitiya Nexşan hebû. Stran digot û nexş çêdikir. Wê nexşên bi ta li ser paçan çêdikir di heman demê de li sazê dida û stran digot. Lê piştî wê tu jineke stran negot. Ger ku hebe jî nayê nasîn. Piştî fermanê û bi hatina fikir û felsefeya rêberê gelê Kurd me jî her tişt kir da ku em hemû keda jinan diyar bikin. Jina di dîrokê de çi bû wê niha jî wisa be. Bi taybetî di dîroka Êzidiyan de rola jinan sereke bû.”

Xezal Xêro yek ji endamên Sitiya Nexşan e ku di koma dîlanê de cihê xwe digre der barê xebatên xwe yên di nava komê de wiha got: “Ev nêzî salek e ez di xebatên çandê de cih digrim. Armanca me ew e ku em dîlanên xwe yên kevnar, çanda xwe, cil û bergên xwe nas bikin û bi her kesê bidin nasîn. Armanca me bi kar û xebatê ew e ku ciwanan der barê çanda kevnar a Êzidiyan de hişyar bikin. Bi taybetî ji bo salvegera fermanê planên me hene ku em bidin diyarkirin ka çi hat serê Êzidiyan. Bi riya klîb, şano, govend û stranan.”

‘Me bi rêxistinkirinê xwe nas kir’

Xezal Xêro li ser naskirina Stiya Nexşan got: “Em wek keç û jinên Êzidî beriya ku fikrên serok Apo nas bikin  me Sitiya Nexşan nebihîstibû, der barê dîrokê de me tiştek nizanibû û bala me jî nedikişand lê niha dîroka jinan çi ye û çawa dest pê kiriye kêm zêde em dizanin. Niha hemû derfet li pêşiya jinan hene dikarin gelek tiştan bikin. Dema ku em li dîrokê vedigerin fam dikin ku jiyana wekhev hebûye kê di sedsala dawî de mêran serweriya xwe li ser jinan ferz kirin lê niha kesên ku xwe nas kiribin û fikrên rêber Apo bizanibin jiyana ne wekhev qebûl nake û bertekan nîşan dide.”

‘Jinên birêxistinkirî civaka birêxistinkirî ne’

Xezal Xêro diyar kir ku di her fermanê de êrîşî jinan dikin û wiha berdewam kir: “Çi fermana ku radibe di serî de jinan dike hedefa xwe. Serok Apo gotibû, ger jin bên parastin, wê welat jî bê parastin. Ji ber ku ger jin lawaz bin, wê ew welat jî lewaz bibe. Lê jinên parastî û bi hêz tu kes nikare wan bişkîne. Ji bo wê jî piranî mêr terka axê dikin. Jin bi hêsanî axa xwe bi cih nahêlin. Bi qasî ku dilê jinan ji bo ax û welatê wan lêdide, yê mêr lênade. Ji bo wê jî çand û huner a jinan e.”

 ‘Yên ku me firotin mala Berzanî bûn’

Xezal Xêro behsa sekna mala Berzanî ya di fermanê de kir û wih got: “Yên ku reviyan û me di nava destên dijminan de hiştin mala Berzanî bûn. Gotin tiştek nîn e, em ê we biparêzin lê dema ku şer hat, reviyan û armanca wan jî ew bû ku Êzidiyan teslîmî DAIŞ’ê bikin. Serok Apo gotibû bila gerîla biçin Şengal tenê nehêlin. Gerîla li gel mala Berzanî hevdîtin kirin. Lê wan gotibûn 15 hezar hêza me li wir heye. Hûn çawa dibêjin em ê biçin biparêzin. Lê dema fermanê mala Berzanî reviyan û gerîlayan Êzidî xilas kirin. Ger ku gerîla nehatibûna wê tu Êzidî nemana, wê hemû tune bibûna.”

‘Çi mala Berzanî çi jî Sedam armanca wan yek bû’

Xezal Bal kişand ser salên 1970’ê dema ku Sedam Hisên hemû kaniyên Çiyayê Şengalê bi qîrê girtin û wiha got: “Çawa ku Sedam Hisên di salên 1970’yan de hemû kaniyên ku li çiya hebûn bi qîrê girtin û berê civaka Êzidî da deştê ji bo tunekirina wan, PDK’ê jî ew siyaset berdewam kir û got ez ê Êzidiyan bi hêza xwe biparêzim lê di şer de jî bêyî ku şer bike reviya û Şengal bê parastin hişt. Ger civaka me ji çiya nehata xwarê wê tu carî tune nebûya û ger pişta xwe bi PDK’ê saxlem nekiribûya wê ferman nehata serê wê.”

‘Jin dikarin êşa hev fêm bikin û vebêjin’

Xezal behsa armanca wan ji koma Hêviyên Şengalê ya Stranan kir û wiha got: “Niha koma me ya stranbêjan a jinan heye bi navê Koma Hêviyên Şengalê. Em hewl didin bi riya vê komê hemû jinan li dora xwe kom bikin. Bi riya vê komê em ê bihêlin ku dîsa jin dest bi hunerê bikin û stranan bibêjin. Ger jin êşa xwe venebêjin wê ew êş der nebe.”