Şanoyên Remezanê yên li Bîngaziyê xwedî hebûnek mayindeye
Li Bîngaziyê cihê herî qerebalix ku jinan tine ba hev cihê Şanoyê ye. Bi taybet di şevên meha Remazanê de Şano tê noşandan û ev nîşandan heta derengê şevê dom dike.
Li Bîngaziyê cihê herî qerebalix ku jinan tine ba hev cihê Şanoyê ye. Bi taybet di şevên meha Remazanê de Şano tê noşandan û ev nîşandan heta derengê şevê dom dike.
Iptîsam Exfîr
Bîngazî- Di kêliyên bendewariya me ya ji bo derbazbûna şanoyê da ku em karê xwe bikin jin dihatin û dipirsîn ku çima şano hatiye vekiriye? Dema ku ji wan re di hat gotin ku şanoyeke heye wê were pêşkêşkirin wan bilêt di birin û derbazî şanoyê dibûn. Bi rastî gel bi vê vegerê li şanoyê piştî şer gelek kêfxweş bûm. Ji ber ku bajar di encama şerê çeteyên DAÎŞ’ê de gelek wêran birbû. Bi pêşkêşkirina şanoyan gel li keyfxweşiya xwe ya berê di vegerin.
Di derbarê vekrina Şanoya li Bîngazê jinên ku bejdarî şano dibin ji ajansa mere axivin.
Hin malbat hene nahêlin ku jin derbasî şanoyê bibin
Ayîşa EL-Qinî ya ku hatibû şanoya bi navê Meqalib Ze Voyîs dibêje: “Heta van rojan jî hatina jinann ya ji bo şanoyê qedexe bû û di civaka me de nedihat qebûlkirin û ta niha jî hinek malbat hene çuyîna jinan ya ji bo şanoyê qedexe kirine. Hevserê min di Radyoyê de kar dike û em bi hev re diçin şanoyê lê niha ji ber tevlihevî, qelebalix û nebûna disiplînê em naçin.
“Şano mamostayê gelane”
Ayîşa EL-Qinî dest nîşan dike ku bi şanoyên cur be cur gel wê were gel hev û wiha dom kir: “ Şano mamosteyê gelan e û divê ku piştgirî were dayîna naveroka ku tê aramanc kirin, ne mucburiye ku navarok kenok be kengî Şano bi navarokek çandî û rengîn hat pêşkêş kirin wê demê wê jinên li her aliyî bikêşe gel xwe.”
“Divê Şano afrêner be”
Pispora perwerdeyê Mûna El-Bekûş dibêje ger di şanoyan de jin were biçûkxistin em weke jin bejdarî wê şanoyê nabin û wiha dom kir: “Ger ew Şanoyên ku tên pêşkêşkirin de biçûkbûn ya jinê hebe yan jî amadekariyek ku ji hebûna jinan re rêz negire hebe, wê demê em ê neçin wê şanoyê. Heya ku çanda rêzgirtin û teqdîrê hebe, dê hebûna jinan jî hebe. Divê şanoya Lîbyayê were pêşxistin û rêzê ji tamaşevanan re bigrin. Pêwîst e kursî li gor pol û bihayê bilêtê were veqetandin weku ku li tevhî cîhanê çê dibe. Divê şano bi xwe afrêner û pîştgiriya xwe bike da ku baweriya her kesî bi wan were.”
“Şanoya gelêrî bi hebûna malbatên li Bîngazî cuda ye”
Di derbarê hebûna jinan li pêşandanên şanoyê ya meha Remazanê de hunermendê mezin Rafi Necim dibêje: “Bi rastî, di dirêjahiya dîroka şanoya min ya dirêj de, amadebûna malbatên Bîngaziyê taybet û cûda ye. Her wiha beşek ji bernameyên Remezanê ew bû ku malbatên Lîbyayê amade be û li şanoyan tamaşe bikin û em wan pêşwazî dikin û şanoya gelêrî ya hemûyane nîşan bidin. Hinek caran şanoyên me mijarên malbatê nîqaş dike û çareseriyan jê re dibîne. Di meha Remezanê de şano vergeriya bajarê Bîngazî yanî xweşiya Remzanê vegeriya ye bajar.