Şanoya Kurdî tevî astengiyan jî gav bi gav mezin dibe
Di vê dema ku şanoya Kurdî tevî hemû zext û astengiyan hewl dide hebûna xwe li ser dikê bidomîne, şanoya “Têne Ez” ku ji aliyê Teatra Jiyana Nû ve bi Kurdî hatiye amadekirin, di 2’emîn Festîvala Şanoya Kurdî ku meha borî li Kerkûkê hat lidarxistin de, du xelat girt. Ji şanogerên şanoyê Rûgeş Kirici diyar kir ku wan tevî astengiyan jî lîstikên xwe pêşkêş kirine û temaşevanan eleqeyeke mezin nîşanî şanoya Kurdî dane.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Şanoya Kurdî di dîrokê de di salên 1980’ê de dest bi rêwîtiya xwe ya yekem kir. Şanoya Kurdî ya ku di serdema Osmaniyan de li ser sehneyê cih girt, di salên 1900’î de zêdetir bi pêş ve çû. Di şanoya Kurdî ya ku di salên 90’î de ji aliyê komên wekî Cemiyeta Zanistên Kurd û Şanoya Kurdî ya Elegezê ve hatin pêşkêşkirin de, çîrokên destanî yên ku di dîroka Kurdan de cih digrin, li zimanê Kurdî hatin wergerandin û lîstin. Şanoya Kurdî ku piştî salên 1950'î li welatên weke Tirkiye, Îran û Iraqê li ser sehneyê cih girt, di dîrokê de rastî astengî û zehmetiyên cuda hat.
Lîstokên Kurdî yên hatin pêşandan rastî eleqeyeke mezin hatin
Di roja me ya îro de li bajarên mezin ên wek Stenbol, Amed, Êlih û Wanê sehneyên şanoyê ku şanoya Kurdî pêşkêş dikin hene. Lîstikvanên şanoyê ku bi astengiyên weke nedana sehneyê yan betalkirina lîstikê re rû bi rû dimînin, li hemberî tiştên ku diqewimin pêşkêşkirina hunera xwe didomînin. Dema ku lîstikên Kurdî yên hatin pêşandan rastî eleqeyeke mezin a temaşevanan hatin, Teatra Jiyana Nû û Şanoya Bajêr a Amedê ya ku li Tirkiyeyê kar dimeşîne, ji 2’emîn Festîvala Şanoya Kurdî ya ku meha borî li Kerkûkê hat lidarxistin de 4 xelat wergirt. Teatra Jiyana Nû bi lîstoka “Tenê Ez” xelatên lîstikvaniya herî baş û sînematografa herî baş girt. Yavuz Akkuzu yê ku bi lîstika bi navê “Tartuffe”ya ji Şanoya Bajêr a Amedê xelata lîstikvanê mêr ê herî baş girt, Şanoya Bajêr a Amedê dîsa bi lîstika “Tartuffe” xelatên rejî û derhênerê herî baş girt.
Lîstikvanên şanoyê bi çar xelatan ji festîvalê vegeriyan
Yek ji lîstikvanên Teatra Jiyana Nû Rûgeş Kirici jî diyar kir ku ji ber ew bi 2 xelatan ji festîvala ku 5 xelat hatin dayîn vegeriyane kêfxweş in û got ku ew ji bo di riya direj a li pêşiya xwe de bi pêş dikevin dixebitin. Teatra Jiyana Nû ku li Stenbolê kar dimeşîne, şanoya Têne Ez a du xelat wergirt, ji fîlma bi navê Dîktatorê Mezin Charlie Chaplin ê ku di sala 1940’an de nivîsand, derhênerî kir, stranên wê çêkir û lîst, ava kir.
"Em bi hilweşandina astengiyan rêya xwe didomînin "
Rûgeş Kirici dibêje ku di van demên dawî de lîstikên Kurdî yên pir baş hatine pêşkêşkirin, diyar kir ku lîstik ji temaşevanan jî pilêyên tam girtine. Rûgeş Kirici destnîşan kir ku lîstkên Kurdî di bin zext û astengiyan de tên pêşkêşkirin û wiha axivî: “Pêwendî û eleqeyek mezin ji bo lîstikên Kurdî tên nîşandan. Hin zehmetiyên me hene, ev zehmetî ne ew zehmetiyên ku şanogerên cîhanê dijîn e. Pirsgirêkên Tirkiyeyê bi Kurdî û bi lîstikên Kurdî re hene. Di van mijaran de ji bo me zehmetî derdixin lê bi qasî ku ji destên me tê em bi hilweşandina van pirsgirêkan riya xwe didomînin.”
"Festîval ji bo pêvajoya pêşveçûnê di cihekî girîng de ne"
Rûgeş Kirici da zanîn ku ji festîvala şanoyê ya bi tevlibûna 4 şanogerên Tirkiyeyê bi wergirtina 4 xelatên vegeriyane, ji bo wan gelekî girîng e, diyar kir ku bi festîvalê gihiştine zêdetir welat û temaşevanan. Rûgeş Kirici diyar kir ku festîval di aliyê pêşketin û dîtina kêmasiyan de xwedî cihekî girîng e, destnîşan kir ku gotûbêjên ji bo pêşketina şanoya Kurdî çi dikarin bên kirin jî li vir tên meşandin.
“Eleqeya gel ji bo şanoya Kurdî serkeftineke mezin e”
Rûgeş Kirici diyar kir ku ger di wateya neteweyî de be temaşekirin, gelekî zelal e ku di şanoya Kurdî de pêşketin çêbûne, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em çawa dikarin şanoya Kurdî bi pêş bixin û bigihîjin temaşevanan; divê ew bên axaftin. Gihîştina temaşevanan pir girîng e. Di van salên dawî de me dît ku dema şanoyek tê pêşkêşkirin gel eleqeyeke mezin nîşanî wê didin. Em vê di pratîkê de jî dibînin. Dema salonên me çêdibin, bilêtên lîstikan beriya hefteyek diqedin. Ev jî ji bo şanoya Kurdî serkeftineke mezin e.”
Rûgeş Kirici herî dawî destnîşan kir ku ji bo berfirehkirin û pêşxistina şanoya Kurdî dê xebatên xwe bidomînin.