Şanoya ‘Çeremeh Sehrekanî Piyavîkî Mardovo’ li Mahabadê hate pêşandan

Şanoya ‘Çeremeh Sehrekanî Piyavîkî Mardovo’ ku li Mahabadê hat pêşandan, çîroka trajîkomîk a Periya ku piştî windakirina mêrê xwe bi zextên civakî re rû bi rû ye, vedibêje.

NIAN ÇUBUK

Mahabad - Şanoya komedî ‘Çeremeh Sehrekanî Piyavîkî Mardovo’ ku li Amfîtiyatroya Mahabadê hate pêşandan, çîroka Periyê vedibêje. Jinek ku vê dawiyê mêrê xwe winda kiriye û di hişê xwe de bi wî re diaxive. Rojek piştî mirina mêrê xwe, Perî ji hevalê xwe yê kevin Mesûd ku ew bi salan e nedîtiye, daxwazek werdigire ku sersaxiyê jê re pêşkêş bike û çîrok berdewam dike.

Ev şano, berê li bajarên wekî Salmas û Ûrmiyê bi navên cuda yên wekî "Ve Kov Peh Ri" bi zaravayê Kurmancî hatibû pêşkêşkirin. Bi bi rêya Mesûdê ku ji nû ve dikeve jiyana Perî, zext û zordariya li ser jinan ji aliyê civaka baviksalar ve nîşan dide.

Mesûdê ku ji derveyî welêt vedigere û demek dirêj ji jina xwe dûr ketiye, evîna xwe ya demdirêj ji Perî re îtîraf dike. Piştî zehmetiyên ku ji hêla giyanê "Asu" ve ji Perî re hatine pêşkêşkirin, herdu  biryar didin ku bizewicin. Lê belê di dawiya lîstikê de, mirina bêbext a Mesûd Perî bi du çarçoveyên wêneyan re tenê dihêle û çîrok bi dawiyek tarî û mîzahî bi dawî dibe.

Eleqeyek mezin ji bo lîstikê

Şano ji hêla Omîd Khakpour ve hatiye hilberandin, Bahareh Khezravar, Ferzad Soroush û Kavian Marouf derhêneriya lîstikê dikin. Pêşandana ku di navbera 9-14’ê Kanûnê de tê pêşandan, ji ber daxwaza mezin du rojên din hate dirêjkirin. Lîstik ji hêla Kamran Shahlaei ve bi Farisî hatiye nivîsandin, ji bo vê pêşandanê ji hêla Befrin Sharafkandi ve bo Soranî hatiye wergerandin.

Şano destnîşan dike ku di gelek civakan de, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, windakirina hevjînê/ê ne tenê serdemeke şînê ye ji bo jinan, di heman demê de destpêka zexta civakî, qedexe û darizandinan e jî. Jinên ku hevjînên xwe winda dikin neçar in ku hem bi windakirina hestyarî û hem jî bi zexta malbatî û civakî re mijûl bibin. Lê belê, zewaca ji nû ve hîn jî li gelek deveran qedexe ye an jî bi tundî tê rexnekirin. Ev qaîdeyên nenivîsandî ji bo jinan dijwar dikin ku jiyana ku ew lê digerin ji nû ve ava bikin, carnan dibin sedema pirsgirêkên civakî ku dikarin bibin sedema windakirina mafên bingehîn û heta welayeta zarokên wan.