“Şano rasterast bîneran dibîne û pirsgirêkan radixe ber çavan”

Şanogerên Başûrê Kurdistanê gotin: “Şano yek ji wan hûneran e ku rasterast li ber çavê bîneran e, rastiya buyeran radixe ber çavê bîneran, lê belê ji aliyê hikumet û aliyên peywendîdar ve giringî bi hûnerê nayê dayîn.”

ŞINYAR BAYÎZ

Silêmanî - Şano di dîrokê de yek ji hunerên herî kevin e û weke dayîka hunerê tê pênasekirin, dîroka wê digihe zêdetirî dû hezar salan. Şêwazê wê yê nû jî digihe serdema Yewnanan. Dikên ku destpêkê karê sihrebaziyê li ser dihatin kirin, piştre bûn dikên nîşandana şanoyan. Li gor hin çavkaniyan, yekem şano ji beriya zêdetirî 2 hezar sal hatiye nîşandan. Di sala 1948’an de ji aliyê rêxistina UNESCO enstîtuya navnetewî ve hatiye damezrandin û Navenda Cîhanî ya Şanoyê ji bo rêxistinkirina karê şanoyê roja 27’ê Adarê weke Roja Şanoyê ya Cîhanî hatiye diyarkirin. Ji sala 1962’an heya roja me ev roj weke Roja Şanoyê Ya Cîhanî tê qebûlkirin. Şano di sedsala 18’an de li seranserî Avrupa belav bû. Li Kurdistanê Helbestvan Goran yekem kes bû ku di sala 1950’an de zaravayê şanoyê di helbest û dîwana Firmêsk û Huner de bikaranî.

Di nava Kurdan de şano xwedî astek bilind e, ger em bi awayekî hunerê lêkolin bikin destpêkê şanoya Kurdî di sedsala 20’an de digre û berî 300 salan şanoya Mem û Zîn di nava Kurdan de hatiye nîşandan. Li Başûrê Kurdistanê temenê şanoyê nêzî sedsalekê ye, lê belê niha giringî bi şanoyê nayê dayîn.

“Hikumet bi tu awayî giringî nadin çandê”

Mamoste û şanoger Rubar Ehmed derbarê Roja Şanoyê ya Cîhanî de bi ajansa me re axifî. Rubar Ehmed da diyarkirin ku girîngî bi şanoyê nayê dayîn û wiha got: “Diyarkirina roja cîhanî ya şanoyê bi giştî li herêma Kurdistanê û bi taybet li Silêmanî ku bajarê wêje û rewşenbiriye rojekî nexweş e. Ji ber şanogerên me di vê hunerê de bê beş in, destê wan nayê girtin û bê piştgirî dimînin. Tu cudahî di nava niha û salên heştiyan de nîne. Hikumet bi tu awayî giringî nadin çandê û vê yekê ser me ferz dikin. Şanoger bi zorê hewil didin ku peyamên xwe bigihînin. Nîha pirsgirêkên nebûna şanogeran û derhêneran nîne, ji ber rojane şanogerên nû derdikevin lê belê ji ber pirsgirêkên piştgiriyê, ev huner di astek xirab de ye.”

“Divê hîn zêdetir giringî bi şanoyê bê dayîn”

Rubar Ehmed bal li girîngiya şanoyê kişand û axiftina xwe wiha berdewam kir: “Wezîrê rewşenbiran Xudî Xoy got ‘Ger hun bên gel me û daxwaza butçe ji bo şanoya nû bikin em nikarin alikariya we bikin’ ev yeke karesat e. Şano peyama rast digihîne û rasterast bîneran dibîne. Ji ber wê niha bîner zêdetir bûne û ji teknolojiyê bêzar bûne. Di her malekê de ger hunermendek nebe jî dostaniyek ya hunerê li gel heye. Xelk hez dike ku rastiyê di aliyê hunerê de bibîne. Her tim nuçeyên kuştinan jinan, xirabiya rewşa aborî û civakî û siyasî di nuçeyan de dibihîsin. Lê belê hûner zêdetir hizir û fizîka mirovan aram dike û hinek deman ji bo pirsgirêkan çareseriyan ava dike. Divê hîn zêdetir giringî bi şanoyê bê dayîn, da ku bi rêya hûnerê pirsgirêkên siyasî, çandî, hûnerê were çareserkirin.”

“Sedema girîngî pê nedayîna şanoyê, desthilat e”

Dalya Fazil a hemwalatiyeke Başûrê Kurdistanê da diyarkirin ku sedemê giringî pê nedayîna şanoyê desthilatdar e. Ji ber pêwîst e li herêma Kurdistanê hûner û tiştên din ne girêdayî desthilatê be. Hunera şano bandora rasterast li ser bîneran dike û piştre guherîn di bîneran de çêdibin.”

Kurde Mecîd daxwaz ji ciwana kir ku hîn zêdetir giringî bidin hunerê, şano rastiya radixwe ber çavan. Divê hîn zêdetir giringî bi şanoyê bê dayîn.”