Çîroka Ruqeya Daw ji bo jinên Lîbyayê dibe îlham

Ruqeya Daw, tevî zehmetî û kêmasiyan jî li ser dika şanoyê ya li başûrê Lîbyayê tecrubeyek bi îlham dijî. Ruqeya Daw bang li jinan dike ku astengiyên li pêşiya xwe derbas bikin û bi biryardariya xwe beşdarî cîhana şanoyê bibin.

MONA TOKA

Lîbya – Li başûrê Lîbyayê, li cihekî ku zehmetiyên civakî bi azweriyên çandî re li hev dikevin, bûye xwedî tecrubeyek bêhempa ya jineke ku hemû astengiyan derbas dike. Aktîvîsta sivîl û mamoste Ruqeya Daw, plan nedikir ku bibe lîstikvaneke şanoyê lê tesadufan ew ber bi ronahiyên dikê û cîhana şanoyê ve bir. Ev tecrube, veguherî peyameke hunerî ya bi armanca ragihandina dengê jinên başûr û zindîkirina li şanoya herêmê.

Em ê di vê nûçeyê de, ji xwe re gavên ewil ên rêwîtiya şanoyê ya Ruqeya Daw, tecrubeya wê ya ewil a li ser dika gel a li Sabhayê û pêvajoya ku heta beşdarbûna wê ya Festîvala Neteweyî ya Trablusê, keşf bikin. Hûn ê şahidiya çîroka wê ya bi îlham bikin ku fêm bikin jinek çawa zehmetiyên li pêş temsîlkirina başûr derbas dike û şanoyê weke platformek ji bo perwerde û hişyarkirinê dibîne. Ev çîrok, ji rola lîstikvaniyê wêdetir, qala xeyaleke mezin dike.

Ruqeya Daw, pêvajoya destpêkirina xwe ya şanoyê bi van gotinan vedibêje: “Beşdarbûna min a cîhana şanoyê ne tiştekî plankirî bû. Ne rast e ku ez bibêjim tenê hobiyek e, bi tesadufî çêbû. Ez mîna aktîvîstek sivîl beşdarî şanoya gel a li Sabhayê bûm û li wir derhêner ferq kir ku divê ez tecrubeya lîstikvaniya şanoyê bijîm.”

Yekem car beşdarî festîvala Şanoya Neteweyî bû

Ruqeya Daw, yekemîn tecrubeya xwe ya şanoyê wiha tîne ziman: “Tecrubeya min a ewilî, beşdarbûna lîstika şanoyê ya bi navê "Parsekan" a li Festîvala Şanoya Neteweyî ya li Trablusê bû. Dema min kêm bû, em bi awayekî lezgîn beşdar bûn. Ruxmê vê jî ev tecrube hem ji bo min, hem jî ji bo herêma başûr têrkariyek mezin bû. Çanda hunerî ya li herêmê xurttir kir û hêz, sebir û biryardarî ji bo min da qezenckirin.”

Di nava hemû koman de yekane jin

Ruqeya Daw wiha axivî: "Ruxmê ku ez bi tenê bûm jî min tenêbûn hîs nedikir. Hemû lîstikvanên ku ez bi wan re xebitîm, teklîfa hevkariyê kirin û min xwe weke ferdeke malbatê hîs kir. Piştgiriya hevalên min, bû alîkar ku ez tirsa xwe ya ji şanoyê derbas bikim û ev ji bo serkeftina vê tecrubeyê bû alîkariyek mezin.”

‘Ez nûnertiya jinên başûr jî dikim’

Ruqeya Daw, da zanîn ku beşdariya jinên başûr ji bo dikê pir kêm e, domdar nîn e û got: “Beriya beşdarbûna min çend hewldan çebûn lê berdewam nekirin. Ve bêeleqebûnê, tecrûbeya min veguherand berpirsyariyek mezin. Ez tenê xwe temsîl nakim, di heman demê de dengê jinên başûr digihîjînim ser dikê û peyama wan a çandî û hunerî radigihînim.”

‘Jinên Başûr di şanoye de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin’

Ruqeya Daw, têkiliyên xwe yên bi derhênerên mezin re wiha tîne ziman: "Dema ku rêveberên me performansa me dîtin, pir ecibandin. Min wê gavê xwe serbilind û bi rûmet hîs kir, ji ber ku rola min ji bo başûr û ji bo hunera şanoyê peyamek mezin bû.” Rukiye Zou, der barê zehmetiyên kişandine de wiha got: “Jinên Başûr, di şanoyê de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin, tişta herî girîng astengiyên civakî û nakokiyên malbatî ye. Di heman demê de nebûna binesaziya şanoyê jî pirsgirêkek mezin e. Salonek me ya şanoyê û mekanek me yê xwespartinê nîn e. Her wiha ji bo lîstîkvan û derhêneran bernameyên perwerde yan jî qursan tune ne.”

Ruqeya Daw, di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ez weke dayika 4 zarokan, mamoste û aktîvîstek neçar im wextê xwe bi baldarî derbas bikim. Her deqeyek min girîng e, ji malê biçim provayan û piştre jî derbasê erformansên li Trablusê dibim. Rêxistinkirina wextê dibe sedem ku ez bi awayekî rast û di demê de hemû karên xwe bikim. Derketina min a li ser dikê ne tenê hobiyek e; di heman demê de peyamek perwerde û çandî ye. Carna performansa li ser dikê, dikare tiştekî peyv nikarin bînin ziman radigihîne. Şano amûrek e bilindkirina hişmendiyê û hunerê û çandê bihêz dike û têkiliya me û civakê xurtir dike. Hebûna jinan başûr a li ser dikê, peyamek girîng a vegotina jêhatîbûn û potansiyela jinan di hunerê de ye.”

Rastiya şanoyê ya li Başûr

Ruqeya Daw, rastiya şanoyê ya li başûr wiha penase dike: "Nebûna cihekî şanoyê yê daîmî, nepêkanîna lîstikan birêkûpêk û nebûna karmendên şanoyê yên rêxistinkirî, tecrûbeya min veguherand zehmetiyek rasteqîn. Festîval jî berdewamiya pêşandanan misoger nakin û ev yek pir caran ji ber nebûna piştgiriya saziyên fermî ye ji bo beşdarbûn û perwerdekirina profesyonel a lîstikvanan, pêk te."

Ruqeya Daw, axaftina xwe wiha domand: "Ez dibînim ku hewldanên li başûr ên ji bo şanoyê tên kirin, bi qasî herêmên din nayên destgirtin. Ez wext û hewldana xwe bê beramber didim û ev rewş, li ser lîstikvanan zexta heyî zêdetir dike. Bi taybetî jî li aliyê saziyên fermi û listîkvanan ve teqdîr nedîtin jî heye.”

‘Divê em tu caran dev jî armancên xwe bernedin’

Ruqeya Daw, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gavek bavêjin, ji astengiyan netirsin û çi dibe bila bibe dev ji armanca xwe û peyama bilind a şanoyê bernedin. Şano ne tenê sehneyek e; peyamek e ji bo perwerde û bilindkirina zanebûnê û divê em her gav li ser erênî bifikirin. Hêviya me ew e ku li başûr rêxistineke şanoyê ya daîmî bê damezrandin ku hemû komên şanoyê û xebatkarên hunerê di nav xwe de bigre. Di heman demê de ji bo jin û mêran mîsogerkirina bernameyên perwerdeyê hebe û divê şano di civakê de bibe hêmanek rastîn a çand û hunerê.”